Ji bo Werîşe Mûradî bang: Divê her kes li dijî biryarê raweste

Aktivîsta mafên jinan rojnamevan Nergîs V. diyar kir ku cezayên darvekirinê siyasî ne, rejîma Îranê ji bo civaka Îranê bitirsîne cezayê darvekirinê dide jinên çalakvan loma divê hemû kes li dijî vê yekê rawestin.

LANA MUHAMMEDÎ

Urmiye – Endama Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî bi sûcdariya ‘îsyanê’ bêyî ku were darizandin, ji 14 mehan zêdetir e li Girtîgeha Evînê di qawîşa jinan de girtî ye. Werîşe Mûradî 10’ê Cotmehê ragihandibû ku ji bo balê bikşîne ser Îrana di bin rûpoşa îslama siyasî de her roj mirovan qetil dike û bi darve dike, dest bi greva birçîbûnê kiribû û piştî 19 rojan li ser banga Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) ya di 25’ê Cotmehê de, dawî li çalakiya xwe ya greva birçîbûnê anîbû. Dadgeha Şoreşa Tehranê ya rejîma Îranê di 10’ê Mijdarê de bi tometa ‘endamtiya rêxistina çekdarî ya li dijî Îranê’ cezayê darvekirinê li girtiya siyasî ya Kurd û endama Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî birî.

Aktivîsta mafên jinan rojnameger Nergîs V. der barê cezayê darvekirinê yê li Werîşe Mûradî hatiye birîn de nixandin kir.

Nergîs V. da zanîn ku weke Werîşe Mûradî aktivîstên jin ên Kurd, ji ber têkoşîna mafên mirovan û daxwaza edaleta civakê, rastî metirisyên mezin tên û wiha got: “Ev cezayê ku li aktivîstan tên birîn, cezayên siyasî ne û ji bo bêdengkirina dengê jinan tên dayîn. Biryara darvekirina mirovên wisa, ne tenê bêedaletî ye, di heman demê de hedef dike ku daxwazên guherîna civakê belav nebin.”  

‘Daraz ne adil e’

Nergîs V. der barê polîtîkayên hundirîn ên Îranê de ev tişt got: “Li Îranê piştevaniya aktivîstên wiha gelek girîng e. Çalakiya Werîşe Mûradî û girtiyên siyasî, li dijî zextan îrade û berxwedanê nîşan dide. Piştevaniya malbat û aktivîstên xwecihî û girtiyên din dibe ku zextê li hikumetê bike, biryara xwe di ber çavan de derbas bike.”  

Nergîs V. di mijara bandora darvekirinê li ser civakê de ev tişt got: “Cezayên darvekirinê yên li hemberî girtiyên siyasî yên Kurd, bandorê li ser civaka Kurd a li Îranê dike, hestên bêedaletî û cihêkariyê bi hêz dike. Ev pêkanîn, di civaka Kurd de piştevaniyê zêde dike û daxwazên mafên mirovan û edaleta civakî mezin dikin. Biryara darvekirinê ya li Werîşe Mûradî hatiye birîn ji ber daraz ne adil e û ji bo çavên girtiyên siyasî bitirsînin, rastî bertekan hat. Parêzvanên mafên mirovan, girtiyên siyasî yên Îranê bi awayê adil nayên darizandin û cezayên giran li wan tên birîn.”

‘Cezayê li Werîşe Mûradî hatiye birîn, berdewamiya zexta li Kurdistanê ye’

Nergîs V. der barê darvekirinên li Îranê û cihêkariya zayendî de got: “Di hinek rewşan de, cezayên darvekirinê ji ber cihêkariya zayendî ne. Jinên li Îranê di qadên civakî, çandî û hiqûqî de rastî quralên hişk tên û ji ber vê di dozên xwe de piştevaniyek kêm dibînin. Ev rewş bi taybetî ji bo jinên Kurd, Beluc û Ereb zehmetir e, ji ber ku ji derveyî cihêkariya zayendî, cihêkariya etnîkî û çandî jî heye.”

Nergîs V. der barê atmosfera ewlehî û siyasî ya li Kurdistanê de ev tişt got: “Li Kurdistanê her dem atmosfera ewlehî û zextê serdest bûye û xebatên sivîl û xwendekaran bi tundî ditepesinin. Nêzikatiyên hikumetê leşkerî ne. Di salên dawî de zêdetir aktivîstên sivîl û jin hatin binçavkirin, weşanên xwendekaran rawestandin û xwendekar ji dibstanê hatin dûrxistin. Hikumet her dem li dijî xebatên siyasî zextê dike. Cezayê li Werîşe Mûradî hatiye birîn, berdewamiya zexta li Kurdistanê ye. Gel piştevaniyê dide aktivîstên jin û wê li dijî biryarên ne adil bêdeng nebin. Zexta li hemberî jinên Kurd, zilm e. Ji ber ku li herêmê biryarê li hemberî aktivîstên herêmê nêzîkatiyek leşkeri û ewlehiyê ye.  

‘Jinên Kurd li Îranê ji ber nasnameya xwe ya neteweyî rastî zordariyê tên’

Jinên kurd ên li Îranê, ji ber nasnameya xwe ya neteweyî, zimanî û mezhebî rastî zext û zordariyê tên. Ev jî dibe sedem ku jin ne tenê bi girtîgehê re rû bir û bimînin her wiha bi zor û zehmetiyên din ên girtiyên din re rû bi rû dimînin. Parêzvanên mafên mirovan û rêxistinên navneteweyî gelek caran ev rewş şermezar kirin û daxwaz kirin ku şert û mercên girtiyên siyasî bi taybetî jinên Kurd bên başkirin. Civakên navneteweyî bi taybetî rêxistinên mafên mirovan û gelek welatan, bi daxuyaniyan daxwaz ji hikumeta Îranê kirin ku hukmê darvekirinê ji bo girtiyên siyasî û jinan rawestîne. Ev sazî tekez dikin ku divê cezayê darvekirinê ku ji bo tepesekirina muxalif û dijberên pergalê neyê bikaranîn.”