Ji bo siyasetmedar Huda Kaya banga azadiyê hat kirin

Di daxuyaniya li pêşiya Şaxa ÎHD’a Stenbolê de hate dayîn de daxwaza azadiya siyasetmedara girtî Huda Kaya hate kirin.

Navenda Nûçeyan – Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo berdana Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Huda Kaya ku ji 1’ê mijdara 2023’yan ve girtî ye; li pêşiya komeleyê daxuyanî da. Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn û endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mûsa Pîroglû jî tev li bûn. 

'6 meh in nayê zanîn bê ka çima girtî ye’

Parêzera Huda Kaya, Zîlan Leventoglû got ku miwekîla wê bi îdiaya “gumana revê heye” hatiye girtin û ev tişt anî ziman: “Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derheqê Huda Kaya de biryareke derhiqûqî da. Îtîraz jinedîtî ve hat û bi gotegotên revê, bingeha girtina ji ber ‘gumana revê’ amade kir. Ev 6 meh in nayê zanîn bê ka Kaya çima girtî ye. Her wiha îtîrazên me jî tên redkirin.” 

‘Ji Huda Kaya re azadî’

Keça Huda Kaya, Nûrcîhan Rençber jî diyar kir ku mîna dayika xwe ew jî sepanên derhiqûqî yên li ser fermanên siyasî tên kirin red dikin. Nûrcîhan Rençber, da zanîn ku bedela wê çi dibe bila bibe ew ê li dijî neheqiyê nerazîbûnên xwe bidomînin. Nûrcîhan Rençber, bang li her kesî kir ku tev li banga “Ji Huda Kaya re azadî” bibin. 

‘Bi awayekî derhiqûqî girtî ye’

Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn jî destnîşan kir ku Kaya di her serdemê de li cem kesên rastî neheqiyê hatin cih girtiye û niha bi awayekî derhiqûqî girtî ye. Mûsa Pîroglû yê DEM Partiyî jî yek ji kesên herî zêde ji ber nasname û sekna xwe rastî êrişên îktîdarê hatî Huda Kaya ye. 

Parlamenterê HDP’ê ya berê Zuleyha Gulum jî daxwaza azadiya Kaya kir. Gulum, da zanîn ku Kaya ji ber daxwaza azadî, edalet û wekheviyê hatiye girtin û xwest ku tevahiya girtiyên siyasî bên berdan.