Ji bo Rojava gotina ‘qediya’ vegotina ‘dawiya dîrokê ye?
“Dawiya dîrokê” hatibû îlankirin; hatibû gotin ku alternatîf qediyane lê Rojava nîşan da ku piştî krîza modela ku navenda wê dewlet e dîrok bi dawî nebûye û di pêşengiya jinan de asoyeke nû ya siyasî vebû.
FERÎDE YILMAZ
Navenda Nûçeyan- Li Rojhilata Navîn siyaset hê jî zêdetir bi zimanê dewletê tê xwendin; kî li ku bû xwedî hêz, kî kîjan bajar kontrol dike, kîjan hêz li ser maseyê bihêztir e, kîjan peymanê çi da kê. Ev ziman her çendî bi kêrî famkirina hevsengiyên leşkerî û dîplomatîk were jî nikare hemû rastiyên dîrokî vebêje lewre li Rojhilata Navîn Sînor tenê ne li ser sînor û artêşan; li ser awayê rêxistinbûna civakê, rejîma zayendperest û cîhana wateya çandî tê avakirin. Ji ber vê yekê nabe mirov rewşa Rojava tenê di çarçoveya peymana ku bi rêveberiya Şamê re kiriye bi gotinên; “têkçûn an serkeftin” binirxîne lewre ev yek dê wateya rast a şoreşê din ava feraseta teng de bihêle.
Şîroveyên “têkçûnê” yên ku îro tên kirin, tenê hevsengiya nû ya li qadê destnîşan nake; di heman demê de reaksiyonek kûr dide dîtin lewre şoreş tenê bi têkçûna leşkerî bi sînor nabin; gelek caran, bi valakirina wateya xwe tên belavkirin. Şoreşek neyê tekbirin jî dema ku “weke têkçûyî” bê vegotin, ev tê wateyê ku hewl tê dayîn derfeta siyasî ya ku şoreşê afirandiye dixwazin ji xeyala civakî bibin. Ji ber vê yekê tişta ku em niha li vê derê nîqaş dikin, tenê hemleyên polîtîk ên Rojava nîn in; pirsa “dîrok çawa tê xwendin?” e. Şoreş di kîjan mercan de bi dawî dibin, bi kîjan awayî didomin û tişta ku jê re têkçûn tê gotin di rastiyê çi îfade dike?
Rojava di heman demê de tecrubeyeke ku piştî merheleya piştî sosyalîzma reel a dîroka şoreşê derketiye holê ye. Ji ber vê yekê ji bo mirov şîroveyên “têkçûnê” yên îro ji bo Rojava tên kirin fam bike divê mirov li teza “dawiya dîrokê” ya piştî têkçûna şoreşên sedsala 20’an derketiye binêre. Hilweşîna sosyalîzma reel, ne tenê weke belavbûna blokeke siyasî bi îdiaya dawîbûna lêgerînên alternatîf hat şîrovekirin. “Teza dawiya dîrokê” ya ku Francis Fukuyama derxist pêş, îdia dikir ku demokrasiya liberal û kapîtalîzm, forma siyasî ya dawî ye ku mirov dikare xwe bigijîne. Ev gotin îdeolojîk bû, armanc bi vê îdiayê ew bû ku fikra şoreşê bibe bîranînek ji paşerojê mayî. Li gorî vê tezê serdema îdeolojiyên mezin bi dawî bûbû, lêgerînên ji bo pergala alternatîf bêwate bûbûn. Lê dîroka şoreşê tu car ewqas rastî nebû. Têkçûna Komuna Parîsê, fikra şoreşê ji holê ranekir; tevgerên 1968’an nîşan dan ku azadî nabe ku di asta desthilatdariya dewletê de were dîtin. Têkçûna sosyalîzma reel jî nîşan da ku li cihê bidawîkirina lêgerîna wekheviyê dê ev lêgerîn bibe xwedî awayên nû. Tişta ku têk çêbû ne îdeala wekheviyê, awayê rêxistinbûna bi navend dewlet bû.
Sosyalîzma reel tevî armancên xwe yên wekheviyê jî bi yekbûna dewletên burokratîk re, bû sedem şoreş di navbera xwe û civakê de mesafe çêbikin. Perspektîfa modernîteya demokratîk a ku Abdullah Ocalan bi pêş xist weke rexnekirina wan tecrubeyên dîrokî ye. Herêmîbûna pêvajoyên biryarên siyasî, bihêzkirina rêxistinbûna civakî û sazîbûyîna rêxistinbûna jinan, weke bersiva ji krîza modernîteya dewletarêz re ye. Di vê çarçoveyê de azadiya jinan, weke temînata bingehîn domdariya civaka demokratîk tê dîtin.
Aliyê herî radîkal ê vê veguherînê jî ew e ku azadiya jinan di şoreşê de esas te girtin. Li Rojhilata Navîn dewlet tenê hebûneke siyasî nîn e; di heman demê de awayê sazîbûyîna desthilatdariya mêr e. Ketina jinan a malan, kontrola bi navê malbat û namûsê yek ji hincetên herî kevn a desthilatdariya siyasî ye. Pêşengiya jinan a li Rojava vê şêwaz û pergala dîrokî şikand. Jinan dema ku biryar dan, rêveberiyê kirin, parastin, hiqûqê ava kirin, saziyan damezirandin, bûn îradeyek kolektîf; tenê statuya wan bilind nebû, di heman demê de hemû desthilatdariyê hejandin.
Rayedarê HTŞ’ê: Em dixwazin YPJ vegere mala xwe
Vê guherînê bi taybetî bi derketina YPJ’ê re gihîşt qonaxeke dîrokî lewre li Rojhilata Navîn şer û ewlehî hema bibêje bi awayê mutleq di tekela mêr de bûn. Artêş, hem jî çandî de meşrûyeta pergala serdest a mêr bû. Rêxistinbûna jinan di warê çekdarî de ji ber van sedeman tenê rastiyeke leşkerî nîn e; şikandina zihniyetê ye. YPJ’ê li dijî hevkêşeya “jin tê parastin, mêr diparêze” veqetînek afirand; nîşan da ku jinan ne tenê têkoşîna ji bo mayîna li jiyanê, îradeya avakirina pêşeroja civakê raber kirine.
Ji rayedarekî HTŞ’ê, pirsa “Hûn der barê YPJ’ê de çi difikirin?” kirine. Wî bersiva “Em dixwazin vegerin malên xwe. Em wiha difikirin” daye. Hevoka “Bila vegerin malên xwe” hewldana ji bo vekişandina jinan ji qadên xebatê, îtaet û nedîtinê ye. Bi gotineke din, ev êrîşeke li ser dilê şoreşa jinan e.
Wekî awayê jiyanê pergala bê dewlet
Li ser van esasan îdaya Rojava ya “pergala bê dewlet” utopyayeke romantîk nîn e, bersiva ji krîz û kirêkên kor ên dîrokî yên li Rojhilata Navîn re ye. Forma netew dewletê li vê erdnîgariyê gelek caran, cudahiyan çewisand, siyasetê teng kir, civakê li gorî xwe disîplîne kir û veguherî pergaleke ku ji bo tasfiyekirina azadiyê ewlehiyê kir hincet û bi kar anî. Dewletê xwe di ser civakê de dît, bêhnê li civakê çikand. Tişta ku li Rojava derket jî ew bû ku siyasê îadeyê civakê bike. Armanc ew e ku rêveberî ne tenê ji navendek, ji îradeyên herêmî û rêxistinbûna komunal hilberîne. Lê ev îdia bêyî pêşengiya jinan nikare pêk were lewre vegera pariyarkayê, bi xwe re her dem vegera navendîbûn û hiyerarşiye jî tîne. Bi qasî ku şoreşa jinan sazîbûyî bibe, pergala bê dewlet ji teknîka rêvebirinê derdikeve û vediguhere awayê jiyanê.
Fikra neteweya demokratîk a ji aliyê Abdullah Ocalan ve hat pêşxistin jî, navê siyasî û pergalî yê şêwaza vê jiyanê ye. Mantiqa yek netew yek dewlet a li Rojhilata Navîn, gelek caran bi zorê yekîtiyê ava kir; nasnameyan çewisand, yên cuda weke gef bi kod kir. Rojava azadiya Kurdan, ne li ser tunebûna yên din, hewl da bi peymaneke civakî ya ku gel bikaribin bi hev re bijîn ava bike. Ev di heman demê de pirbûniya siyasî ye. Hebûna nasnameyên cuda, dema ku qada toleransa dewletê de neyên asêkirin; civak bikaribe bingeha xwe ya siyasî ava bike, “yekîtî” êdî ne navê çewisandinê, dibe navê hevparbûnê. Pêşengiya jinan li vê derê jî diyarker e. Têkiliya herî bi hêz a ku jiyana gelan a bi hev re tenê armanc nîn e, rastiya pratîk a jiyana rojane ye jin ava dikin. Siyaseta desthilatdariya mêr gelek caran, sînoran xêz dike lê şoreşa jinan ji nû ve jiyanê dirêse.
Îro hevdîtinên ku bi rêveberiya nû ya Şamê re tên kirin divê di çarçoveya vê rastiya dîrokî de werin nirxandin. Van hevdîtinan bi awayê otomatîk weke “têkçûn” dîtin, encama nêrîna ku pîvana dewletê xwedî destkeftiyên siyasî dibîne ye. Jixwe xweseriya Rojava ew e ku siyaseteke xwedî hedefa “dewlet” nîn e; xweseriya wê avakirina kapasîteya rêxistinbûna civakê ya ji derveyî dewletê û li dijî dewletê ye. Li vê derê mesele, ne ew e ku li ser maseyê hatiye rûniştin an na. Mesele ew ku li ser maseyê aqubeta şoreşa jinan dê çi be lewre peyman, qadên pevçûna du ferasetên cuda ye. Ji aliyekî ve rastorasyona dewletparêz a ku ji nû ve dixwaze desthilatdariyê ava bike, ji aliyekî ve jî jiyana şoreşger a ku li ser azadiya jinan û demokrasiya civakî hatiye avakirin e.
Şoreşa Jinan a Rojava çepereke dîrokî ya hatiye bidestxistin e
Her nîqaşa ku li ser pêşeroja Rojava were kirin divê pîvana wê ya bingehîn ev be: Gelo dê paradigmaya azadîxwaziya jinan bimîne, sazîbûyîna wê mezin bibe, astengiyên li peş bicihbûna wê ya di nava civakê de de çawa derbas bibin? Gelek şoreşên li Rojhilata Navîn li hemberî dewletê têk diçin; Rojava beriya ku li dewletê bikeve, li pergala zihniyeta ku dewletê ava kiriye ketiye û wê pergalê hilweşandiye. Ji ber vê yekê tişta ku îro weke “têkçûn” tê pêşkêşkirin, di rastiyê de hewldana sergirina rastiyek e. Şoreşa Jinan a Rojava, serkeftineke dîrokî ye li dijî desthilatdariya mêr a ku li Rojhilata Navîn forma herî kevin a desthilatdariyê ye û tam ji ber vê yekê, destkeftiya herî mezin a Rojava bi hevokek dikare were pênasekirin: Jinên Kurd li Rojhilata Navîn zihniyetek nû derxistin holê; ev zihniyet, ne dewletê, jiyanê esas digre, ne desthilatdariyê, azadiyê ava dike û civakê bi pêşengiya jinan ji nû ve ava dike.