Ji bo rakirina dorpêça li ser El- Faşêrê bang hat kirin

Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê xemgîniya xwe ji ber zêdebûna binpêkirinên li bajarê El-Faşêrê yê Sûdanê anîn ziman û diyar kirin ku gelek raporên binpêkirina hene.

Navenda Nûçeyan – Bajarê El-Faşêrê yê li rojavayê Sûdanê ku paytexta eyaleta Bakurê Darfûrê ye, di bin dorpêçeke tund a Hêzên Piştgiriya Lezgîn de ye. Rêxistinên neteweyî hişyarî li ser karesateke mirovî ya nêzîk dibe didin.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî roja Duşemê 27’ê Cotmehê, xemgîniya xwe ya mezin li ser xirabûna aloziya li Sûdanê diyar kir, bang kir ku dorpêça li ser El-Faşêrê were rakirin û alîkariyên mirovî bikevin bajar û ewlehî çêbibe.

Raporên li ser binpêkirinên qanûna mirovî ya navneteweyî û mafên mirovan li bajarê ku di nav  êrîşên bêserûber de ye û hedefgirtina sivîlan û binesaziyê didome her diçe zêde dibin. Her wiha bal hat kişandin ser tundiya zayendî û êrîşên bi sedemên nijadî û muameleya xirab.

Beşa nexweşxaneya zarokan rastî êrîşeke nû hat

Ji aliyê din ve, rêveberê giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê êrîşa ku li nexweşxaneya yekane ya hê jî bi hinek beşên xwe kar dike ya li El-Faşêrê şermezar kir, ji bo rawestandina şer û operasyonên leşkerî banga lezgîn kir. Her wiha bal kişand ku beşa zarokan di nexweşxaneyê de rastî êrîşeke nû hatiye, li gorî hinek agahiyan hemşîreyek hatiye kuştin û sê hemşîreyên din birîndar bûn.

Her wiha Komîserê Neteweyên Yekbûyî yê Mafên Mirovan hişyarî da ku niştecihên El-Faşêrê di rewşên krîtîk de dijîn, bi zêdebûna xetera binpêkirin û kiryarên hovane yên bi sedemên etnîk û piştî ragihandina Hêzên Piştgiriya Lezgîn ku ew li ser bajarê kontrol dikin.

Kiryarên bi hincetên etnîkî roj bi roj zêde dibin

Her wiha di daxuyaniyek xwe de diyar kir ku xetera pêkanîna binpêkirin û kiryarên hovane yên berfireh bi sedemên etnîkî roj bi roj zêde dibin û bang li dewletan kir ku bi lezgînî tevbigerin ji bo pêkanîna parastina sivîlan û avakirina korîdorên bi ewle ji bo yên dixwazin birevin herêmên ewletir. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku ofîsa wan raporên li ser înfazên li hemberî sivîlan ku hewl didin birevin girtine, bi delîlên ku îşaret bi sedemên etnîk li pişt van binpêkirinan dikin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de behsa vîdyoyên belavbûyî, dîmenên hovane yên li El-Faşêrê hat kirin û hat diyarkirin ku bi dehan mêrên bêçek, bi guleyan hatine kuştin, li erdê dirêjkirî ne.

Dîmen asta binpêkirinan nîşan didin

Ev dîmen di çarçoveya zêdebûna binpêkirinên li bajar in ku hişyarî li ser pêkanîna kiryarên hovane yên bi taybetmendiya etnîk didin, li gorî hişyariyên Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî li rastiyên borî li Bakurê Darfûrê, xeteriya tundiya zayendî, bi taybetî li hemberî jin û keçan, pir bilind e, îşaret bi wê yekê kir ku hejmarek sivîl, di nav de dilxwazên di qada mirovî de, jiyana xwe ji dest dan ji ber bombebarana tund a topavêjê di navbera 22-26’ê Cotmehê ya îsal de.