‘Ji bo pêşîgirtina li qumarê perwerde xwedî roleke girîng e’
Li Başûr di demên dawî de mêr di lîstina qumarê de jinan weke amûr bi kar tînin. Çalakvanên mafên mirovan, jin û kesên rewşenbîr daxwaz kirin ku rêgirî li qumarê were girtin.
ŞÎNYAR BAYÎZ
Silêmanî- Li Herêma Federal a Kurdistanê diyardeya qumarê, madeyên hişbir û bazirganiya jinan her diçe zêde dibe. Ji qumarê herî zêde jin zirarê dibînin. Der barê mijarê de mamoste Geşe Abdulqadir nirxandin kir û got ku bi perwerdeyê divê rê li zêdebûna qumarê ku civakê ji nirxên wê bêpar dihêle were girtin.
‘Qumar jidestdanan nirxên civakî û malbatî ye’
Mamoste Geşe Abdulqadir diyar kir ku qumar di aliyê dînî de heram e û jidestdana nirxên civakî ye û wiha got: “Sedema lîstika bi qumarê jî ji ber hebûna zêde ya pere ye û lîstina bi pere ye. Yan jî tunebûn û kirina karê ne zagonî ji bo dabînkirina dahata jiyanê ye. Qumara mêran li ser jin û keçan ji weke amûrek e, dema civak bi tiştên wisa ve tê girêdan, em hemû jê bi bandor dibin. Mînak divê rewşa jinekê çawa be dema ku qumar pê tê kirin bêguman di hemû aliyan de herî zêde bandorê li ser jinan dike.”
‘Hişyariya bi perwerdeyê çareseriya bingehîn a pirsgirêkê ye’
Geşe Abdulqadir destnîşan kir ku di dema lîstika di qumarê de tu hestên mirovahiyê namînin, tevahî ji nirxên mirovahiyê dûr e, ji ber ku amûreke gelek xirab e û got:: “Ji ber vê yekê divê ne tenê yek ragihandin, tevahî saziyên civakî li ser vê mijarê baş rawestin. Ciwan hêdî hêdî dikevin nava vî karê qirêj. Sedema çûyîna ciwanan, tunebûnî û bêkarî ye. Hinek caran malbat, ji bo başbûna kurê xwe û dawî li karên xirab bînin, wan dizewicînin û jinan dikin qurbanî. Erkên malbatê ew e ku li zarokên xwe yên kur xwedî derbikevin û bi xwe hewldana çareseriyê bidin. Yan jî hinek caran ji ber piştgirînekirina malbatê ji bo zarokên keç, jin nikarin ji malên hevjînê xwe derbikevin derve û divê êdî wê zilmê qebûl nekin. Li gorî min weke mamoste ya esasî ew e ku ciwan û tevahî civak bi sîstema perwerdeyê zana û hişyar bibin. Ji ber ku perwerde û hişyariya ciwanan bingeha hişyarkirina civakê ye.”