Ji bo pêşeroja zarokên xwe ji Lubnanê berê xwe da Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şagirtên ku ji ber şerê li Lubnanê penaber bûne, di dibistanên herêmê de bi cih kirin. Malbatên şagirtan tekez kirin ku ew dixwazin zarokên wan bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo – Li gorî amarên fermî yên Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê; ji destpêka şerê di navbera Îsraîl û Hizbullahê de li Lubnanê 20 hezar û 409 kes derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûne. Ji wan 6 hezar û 236 jin, 7 hezar û 573 mêr, 6 hezar û 478 zarok, 94 Lubnanî ne. Ji destpêka vî şerî ve, hejmareke mezin ji welatiyên Sûriyeyê yên ku li wir dijiyan û welatiyên Lubnanê derbasî Sûriyeyê bûn. Piraniya wan derbasî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî Kantona Cizîrê bûn.

‘Divê di tu mercan de zarok ji perwerdeyê bêpar nemînin’

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Gulistan Îsmaîl got ku wan di vê mijarê de gav avêtine û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Me di vê mijarê de gavek avêt. Xwendekarên ku ji xwendin û dibistanên xwe qut bûn li wir, me kampanyayek dest pê kir. Hemû dibistan hatin agahdarkirin ji bo pêşwaziya şagirtan ji her pêkhateyan.”

‘Her pêkhate bi zimanê xwe dixwîne’

Perwerdeya fermî ya dibistanên ku Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daniye, bi zimanê Kurdî, Erebî û Suryanî ye. Gulistan Îsmaîl da zanîn ku her pêkhate li gorî daxwaza xwe bi zimanê xwe perwerde dibîne û wiha pê de çû: “Bêguman her pêkhateyek li gorî pêkhateya xwe bi zimanê xwe perwerde dibîne. Li dibistanên gelek bajaran li Kantona Cizîrê şagirt hatin tomarkirin û niha perwerdeya xwe dibînin mîna Qamişlo, Dêrik, Girkê Legê û hwd. Jixwe amareke fermî heta niha tune ye ji ber ku hê jî şagirt tên tomarkirin, di demên pêş de dê amarek hebe.

Gulistan Îsmaîl diyar kir ku ew hewl didin alîkariya şagirtên Kurd bikin ji bo fêrkirina bi zimanê dayikê û wiha bi dawî kir: “Hin zarok hene zehmetiyan dikşînin ji ber ku cara yekem e fermî bi zimanê xwe yê dayikê perwerde dibînin. Mamoste li dibistanê giranî didin fêrkirina van şagirtan da ku zû bikevin nav atmosfera perwerdeyê li gorî ku wan hilbijartiye.”

Plansaziyeke demdirêj ji bo pêşerojê

Gulistan Îsmaîl di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku ew plansaziyeke demdirêj amade dikin li gorî daxwaz û biryara malbatan da ku ev şagirt bikaribin di pêşerojê de xwendina xwe temam bikin û got ku ger ev xwendekar bixwazin dikarin peymangeh û zanîngehê jî biqedînin li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Mihemedê 10 salî dest bi perwerdeya Kurdî kiriye

Mihemed Yûsiv 10 salî ye di refa sisiyan de li dibistana Wîam a bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwîne. Mihemed bi malbata xwe re di destpêka şerê navbera Îsraîl û Hizbullahê de ji Lubnanê derketiye û berê xwe daye Qamişloyê. Dibêje ew kêfxweş e ku nû fêrî nivîs û xwendina bi zimanê Kurdî dibe û wiha berdewam dike: “Ji ber şer û pevçûnê em ji Lubnanê derketin. Li vê dibistanê hemû waneyên xwe dibînim û pê re jî fêrî zimanê xwe yê dayikê dibim. Ez hatime ji bo ku Kurdî fêr bibim.”

 ‘Em ji bo pêşeroja zarokên xwe li vir in’

Dayika Mihemed, Etiya Xelîl bi eslê xwe ji bajarê Qamişloyê ye. Demekê li Şamê paytexta Sûriyeyê jiyaye  û ji ber şerê li wê derê berê xwe daye Lubnanê. Piştî demeke dirêj, ji ber şerê li Lubnanê careke din neçar ma ji mala xwe derkeve û niha li Qamişloyê bi hevjîn û zarokên xwe dimîne.

Etiya dixwaze zarokên wê ji xwendinê bêpar nemînin, bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibînin û wiha derbirî: “Ji bo pêşeroja zarokên xwe em vegeriyan Qamişloyê. Xwendin girîng e û gere jê bêpar nemînin. Em dikaribûn wan bişînin dibistanên rejîmê jî lê me xwest zarokên me bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibînin. Hêviya min ji hemû malbatan ew e ku zarokên xwe bê perwerde nehêlin. Bi taybetî yên ku niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cih bûne. Ev pêşeroja wan e û gere neyên helandin.”