Ji bo Meşa Şeva Femînîst a 8’ê Adarê bang
Jinan ji bo Meşa Şeva Femînîst a 8’ê Adarê ku her sal tê lidarxistin daxuyanî dan, diyar kirin ku dê di 8’ê de Adarê li Taksîmê bin û banga beşdariyê li hemû jinan kirin.
Navenda Nûçeyan – Koordînasyona Meşa Şeva Femînîst a 8’ê Adarê, li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal banga beşdariya Meşa Şeva Femînîst a îsal kir.
Di daxuyaniyê de, jin û LGBTÎ+ vexwendin kombûna şeva 8’ê Adarê ya ku saet di 19:30’an de dê were lidarxistin.
Daxuyaniya jinan wiha ye:
“Emê bi têkoşîna xwe ya femînîst û piştevaniyê vê sazûmaniyê biguherînin. Dinyayek azad û wekhev û jiyan ji bo me jî were jiyîn hebe, gengaz e. Di her gavê li dijî mêrsalariyê de, bi serhildana me, coşa me, hêrsa me, kêfxweşiya me em li ba hev in. Emê di 8’ê Adarê de saet di 19:30’an de di Meşa Şeva Femînîst de bin.”
Meşa Şeva Femînîst îsal ev cara 24’emîn e tê lidarxistin. Jin û LGBTÎ+ dê li Taksîmê werin ba hev.
Derbarê Meşa Şeva Femînîst de
Meşa Şeva Femînîst, bûye çalakiyek ku li Tirkiyeyê her sal di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de jin û LGBTÎ+ daxwaza xwe ya azadî, wekhevî û têkoşîna li dijî mêrsalarî li qadê diqîre ye.
Cara yekem di sala 2003’an de li Stenbolê bi banga 8’ Adarê ya tevgera Femînîst dest bi lidarxistinê kir û ji wê dîrokê heta niha li bajarên cûda bûye dengê rêxistinên cûda yên jinan.
Çalakî ne tenê meşeke, wek pratîka rêxistinkirina femînîst û piştevaniya siyasî ku daxwazên tundiya li dijî jinên, cûdakarî, newekheviya aborî, mafê LGBTÎ+ û daxwazên berfirehtir ên civakî tîne ba hev, tê binavkirin.
Di salên destpêkê de, di meşên ku ji Galatasarat heta Taksîmê hatin lidarxistin de, jinan penkart bilind kirin û bi dirûşmeyên femînîst peyama;‘Em îtaatê li sazûmaniya mêr nakin’ dan.
Ji nîvê salên 2000’an ve, bi rêxistinkirina kolektîf a fîmînîst, meş hê berfirehtir bû. Di salên 2010’an de jî tevgerên femînîst bi kampanyayên din re (mînak, mafê kurtajê, parastina Hevpeymana Stenbolê) re hê zêdetir hate dîtin.
Her sal bi hezaran jin, li derdora Taksîm û Cadeya Istiklalê ya Stembolê tên ba hev. Di meşan de daxwazên wek cînayetên jinan, newekheviya zayenda civakê, bê edaletiya aborî û mafê LGBTÎ+ yan derdikevin pêş.
Her çend çalakî dem bi dem ji aliyê walîtiyê ve were qedexekirin jî, jin tevî vê jî her sal ji bo lidarxistina meşê dadikevin qadan. Dem dem rû birûyî polîsan tên, barîkat û binçavkirin tên jiyîn. Di salên ku destûr nehatî dayîn meş biçe Taksîmê, jinan li Cadeyên Siraselviler û kolanên derdorê de bi dirûşmeyan çalakiya xwe domandin.