Ji bo mafê jiyanê ya zarokên keç banga têkoşînê

Endama Tora Xebatên Zarokan a Amedê Selvî Tunç, li ser Roja Zarokên Keç a Cîhanê diyar kir ku mafê jiyanê yê zarokên keç ji dest wan hatiye girtin û xwest piştgirî ji têkoşîna wan re were dayîn.

Navenda Nûçeyan – Tora Xebatên Zarokan a Amedê, bi wesîleya 11’ê Cotmehê Roja Zarokên Keç li Parka Sumerê daxuyaniya çapemeniyê da.

Di daxuyaniyê de Hevşaredarên Bajare Mezin ên Amedê Ayşe Serra Bucak û Dogan Hatun, aktivîstên Akademiya Mafên Zarokan a Hêlîn Hasret Şen, Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), Odeya Mîmaran, Komeleya Ekolojiyê, Serokê Daîreya Xizmetên Sporê û Ciwanan Çetîn Hasgumuş, Seroka Daîreya Xizmetên Civakî Serap Yildirim amade bûn.

‘Divê şiyarî û hayjêbûn zêdetir bibe’

Endama Tora Xebatên Zarokan a Amedê Selvî Tunç, daxuyaniyê xwend û bal kişand ku li Tirkiye û cîhanê bi taybetî mafên zarokên keç tên binpêkirin û wiha domand: “Îro binpêkirina mafên zarokên keç; rêgezên cîhanî yên hiqûqê, di serî de Peymana Mafên Zarokan a NY’ê; peymanên navneteweyî hene. Ji ber ku dewlet li gorî makezagon û mewzûata mafên zarokan, berpirsyariya xwe bi cih nayne bûye ji rêzê û ev rewş mixabin ji aliyê beşek mezin a civakê ve hatiye pejirandin. Ji ber vê yekê divê di warê mafên zarokan de şiyarî û hayjêbûn çêbibe û dînamîkên raya giştî ji bo zarokan werin bikaranîn.”

Binpêkirina mafên zarokan

Selvî Tunç, binpêkirinên mafên zarokan wiha rêz kir:

 "*Divê li ser aqubeta zarokên keç saziyên edlî û îdarî peywirên xwe bi cih bînin,

*Zewicandina bi zorê ya zarokên keç,

 *Zêdebûna karkeriya zarokan,

*Bi taybetî di salên dawî de ji ber pirsgirêkên aborî kêmasiya xwarin û tendirustiyê,

 *Li cihê ku diviyabû mafê zanistî û perwerdeya bi zimanê dayikê were dayîn, ji derveyî perwerdeya heyî jî dimînin,

*Ji ber têkçûna pergala tendirustiyê, zarok ji mafê tendirustiyê bêpar dimînin,

*Dûrbûna pergala darazê ya ji îdeala ‘pergala edaleta zarokan’

*Astengiyên li pêşiya mafên civakî yên zarokan û yên li pêşiya jiyana asayî ya bajar, her roja diçe bi awayekî xuyayîtir derdiveke pêşberî me.”