Ji bo konferansê pêyamên jinan: Banga konfederalîzma demokratîk

Jinên ciwan ên ji bo Konferansa Pêşengiya Jinên Ciwan Di Şoreşa Jinê De pêyamên xwe şandin anîn ziman ku Şoreşa Jin a Rojavayê Kurdistanê ji bo wan nimûne ye û ji bo parastina destfkeftiyên jinan banga avakirina konfederalîzma demokratîk a jinan kirin.

Qamişlo-  Konferansa Pêşengiya Jinên Ciwan Di Şoreşa Jinê De ya bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê lidar xistin berdewam dike. Jinên ciwan ên ji welatên Rojhilata Navîn û cîhanê ku ji bo konferansa ciwanan pêyam şandin bal kişandin avakirina konfederalîzma demokratîk a jinan a cîhanî.

‘Bingeh û rêyek ji bo jinên Başûrê Kurdistanê’

Ji Başûrê Kurdistanê peyama Jinên Gençanî Têkoşer:

“Sivalên Jinên Gençanî Têkoşer bo Serok Apo hene, her wiha em konfernasê li jinên ciwan ên Rojavayê Kurdistanê pîroz dikin. Me xwest ku em jî peyama xwe ji bo konfernasê bişînin. Bêguman ev komferans gaveke girîng e ji bo azadiya serokatî û azadiya jinan ên hemû neteweyên Kurd. Em dibînin ku ev konferans dikare bibe bingeh û rêyek ji bo jinên Başûrê Kurdistan û hêvîdar im ku li Başûrê Kurdistan jî bi heman şêweyê hewl bidin, têbikoşin û xwe birêxsitin bikin. Azadî ji bo Rêber Apo.”

Ji Ewropayê peyam: Hêviya me bi Şoreşa Jinan li Rojava heye

Ji Ewropayê peyama Jinên Xwendekarên Kurdistan JXK:

“Gelek jinên ciwan koçberî Ewropa dibin bi xeyaleke mezin. Ev ne rast e. Gelek tişt weke cewherê xwe tune ne. Li vir mirovan li ser azadiya takekesî hîn dikin, ev ji bo jinên ciwan ne baş e. Em di nav tevgerên Kurd de, hewl didin vê yekê bidin guhertin, em her fêrî jiyana komînal bûne û li gorî wê jiyana xwe bi rê ve dibin. Hêviya me bi Rojava heye, her çavê me lê ye û em dibînin ku çawa jin li wir li ber xwe didin û jiyaneke komînal didin avakirin. Bi taybet jinên ciwan di vê projeyê de cih digirin, em bi hêvî ne ku hemû jin azad bibin.”

Ji Misrê gotin: Hişyarbûn û perwerdekirin amûra rûbirûbûnê ye

Her wiha ji Lêkolînera Siyaseta Afrîqî Aya Enwer ji Misrê jî peyam da û got:

“Ez kêfxweş im ku beşdarî konferanseke wiha dibim, spas ku ev derfet ji bo min hat dayîn ku ez jî nêrîna xwe parvev bikim. Rola jinên ciwan di avakirina neteweya demokratîk de di rûbirûbûna hegemonyaya kapîtalîst de girîng e. Kapîtalîzm ji bo îstîsmarkirina laşê jinan û weke hêza kar a erzan bihesibîn kir

Di heman demê de xwestin jinan bi rola xwe re asteng bikin. Ez di wê baweriyê de me ku jin hê jî xwedî amûr in ku bi gelek mekanîzmayan li hemberî vê hegemonyayê xwedî seknek bin. Li gel astengiyan jî jin hînê xwedî hêz in. Alav û çekên herî girîng ên ku divê jin pêgir bin, amûra hişyarbûn û perwerdekirina rûbirûbûnê ye, di heman demê de pêwîst e ku jin di qada siyasî û civakî de rola xwe bilîzin. Bi vê nêzîzkbûnê jin dikarin neteweya demokratîk ava bikin.”

Ji Kenyayê bang: Konfederalîzma demokratîk rêya xilasiyê ye

Li hêleke din, ji Kenya jî peyama Yekîtiya Sosyalîsta Şoreşgerî jî wiha bû:

“Em piştgirî ji bo we û hemû gelên bindest ên cîhanê yên ku li ber xwe didin û ji bo rêveberina xwe ya xweser têdikoşin. Çareserî û rêbaza ku em karîbin li hember kirîzên cîhanî bisekinin; sîstema konfederalîzma demokratîk e, ev li ser esasê xwe rêvebirina gelan e. Di heman demê de li ser esasê avakirina neteweyekê ku tê de ekolojî û mafên mirovan tên pêkanîn. Ez dixwazim bal bikişînim li ser rola jinên ciwan di nav têkoşînê de, ya girîng ew e ji ber ku eger em jinan azad nekin, nikarin tiştekî din azad bikin. Gereke em dest bi dest kombûna xwe çêbikin û li hemberî hemî siyasetan têkoşîn bikin.

‘Serkeftina gelê Kurd, serkeftina me hemûyan e’

Serkeftina gelê Kurd, serkeftina me ye, weke serkeftina gelê Filistînê. Heya ku gelê Kurd, Filistîn û Sûdan azad nebin, em jî azad nabin. Dibe ku em azad xuya dikin ji ber ku em gihiştine serxwebûna xwe, lê ya rast ewe ku azadiya me hemûyan bi hev ve girêdayî ye û em ji bo vê yekê têkoşîn dikin, ax û azadiya me nîne, heya niha em ji bo vê têdikoşin û em ê her dewam bikin. Azadiya jinê ne tenê ji bo jinan e, ev di heman demê de azadiya mêran e, ji ber ku mêr bûn qurbanên sîstema baviksalarî.”

Jinên Efgan: Berxwedana Kobanê çarenûsa dîrokê guhert

Herî dawî ji Efganistan jî peyama Rêxistina RAWA hebû, naveroka wê wiha bû:

“Rêhevalên me yên Kurdistan, gelê ku ji aliyê empiryalîzmê ve hatiye êşandan, silavên me ji Afganistan ji we re hene. Li ser navê Komeleya Şoreşgerên Jin a Afganistanê Rawa, em konferansa we pîroz dikin. Serkeftina ku şoreşgerên Kurdistanê bi fedekariyên mezin hatin bidestxistin. Di sala 2014’an de dema ku DAIŞ’ê gev li Kobanê xwar, cîhan ji tirsa dawîhatina tevgera Kurd bi bêhêvî temaşe dikir. Alîgir li kêleka we şîn bûn, berxwedan û fedekariya we çarenûsa dîrokê guhert. Berxwedana we ya bêhempa ne tenê Kobanê û Rojava rizgar kir, ev yek bû derbeyeke mezin ser DAIŞ’ê. Hêzên cîhanî neçar man ku stratejiyên xwe li hemberî vê koma çete ji nû ve binirxînin.

Pêşengên şoreşa jinê bibîr anîn

Îro gelê Efganistanê, bi taybetî jin, di bin desthilatdariya zordar a Talîbanê de ne. Efganistan ev 45 salan zêdetir alozî derbas kiriye û bûye qada şer. Ji sala 2001’an heya 2021’an, di bin navê pêşvebirina azadî, demokrasî û mafên jinan de gelê me ji gelek aliyan ve rûbirûyê zilma hêzên dagirker ên Amerîka û NATO, cîhadî, teknokrat û Talîbanê. Piştî 20 sal ji tundî û xwînrijandinê, êdî Amerîka û hevalbendên wê kontrola xwe radestî Talîban kirin. Em di wê baweriyê de ne ku tenê gelê Efganistan dikare bi xwe neteweya xwe ji destê rejîmên paşverû û empiryalîst rizgar bikin. Hêza derva nikare azadiya me bi dest bixe.

Em bi vê munasebetê şehîdên Kurdistanê Sakîna Cansiz, Arîn Mîrkan, Leyla Qasim, Şîrîn Alam Holî, Şîrîn Tahir û gelek şehîdên Kurdistanê yên ku canê xwe feda kirine bi bîr tînin. Hevgirtin û heyranî ji Efganistan.”

Konferans bi nîqaşan berdewam dike.