‘Ji bo koçberên Serêkaniyê divê mercên vegerê çêbibin’
Hevseroka Kampa Serêkaniyê Majda Emîn, piştrast kir ku rewşa trajîk a di van rojan de ji ber barana dijwar çêbûye, encama nekirina erkên rêxistinên navneteweyî yên li hemberî koçberan e û got: “Pêwist e li Sûriyeyê êşa koçberiyê bi dawî bibe.”
RONÎDA HACÎ
Hesekê – Di 9’ê Cotmeha 2019’an de, dewleta Tirk a dagirker êrîşên dijwar li ser bajarê Serêkaniyê da destpêkirin û çekên cur be cur li dijî şêniyên wê bi kar anîn. Tevî berxwedana qehremanî ya şêniyan, bi êrîşên dijwar bajar hat dagirkirin û bi sed hezaran şêniyên wê bi darê zorê koçber bûn.
Ji bo bicihkirina bi hezraran ji koçberan Rêveberiya Xweser Kampa Serêkaniyê û Waşokanî ava kir. Rêveberiya Xweser kampa Serêkaniyê li bajarê Hesekê ku li ser 14 donim erdê ava kir da ku malbatên li dibistanên bajêr dijîn lê bi cih bike.
Di ser peymana di navbera QSD û Şamê de heyvek derbas bû. Yek ji xalên sereke yên peymanê vegera koçberan e lê heta niha, koçberên kampa Sarêkaniyê di bin şert û mercên zehmet ên jiyanî û hewayî de jiyana dijwar dijîn. Têkildarî vê mijarê hevseroka kampa Serêkaniyê Majda Emîn ji ajansa me re nirxandin kir.
‘Rêxistinên navneteweyî piştgiriyek tam nedan koçberan’
Majda Emîn tekez kir ku rewşa ku koçber jiyan encamên kêmanî û xwedîderketina kêm a li rêxistinên mirovî ya li koçberan e û wiha berdewam kir: “Kampa Serêkaniyê şeş sal berê ji bo kesên koçber ên ku li dibistanan dijîn hat damezrandin û piştgiriya ku hat dayîn mercên wê ji hêla Rêveberiya Xweser ve hatin avakirin. Tevî êrîş û zehmetiyên ku rêveberî tê re derbas dibû jî ji bo bicihanîna pêdiviyên koçberan her tişt hat kirin. Ji dema koçberkirina niştecihên Serêkaniyê ve, rêxistinên navneteweyî piştgiriyek tam nedan niştecihan û bi taybetî kampa Serêkaniyê ji aliyê wan ve hat paşguhkirin. Zehmetiyên ku ji ber barana zêde niştecihên kampê rastî wan hatin, ji ber nebûna binesaziya kampê bûn. Ev kêmasî berpirsyariyek e, dikeve ser milên rêxistinên mirovî.”
‘Ji ber alîkariya koçberan em spasiya Şaredariya Gel dikin’
Majde Emîn diyar kir ku ji bilî şaredariyê kes bi hewara koçberan ve nehatiye û wiha got: “Di vê qonaxê de, ji bilî Şaredariya Gel, me tu piştgirî ji bo koçberan nedît û em ji bo vê alîkariyê ku ruhê gel nîşan dide spasdar in. Di van şert û mercan de diviyabû rêxistinan ji bo alîkariya kesên koçber gavên erênî bavêtana lê mixabin, me ev yek nedîtiye.”
‘Çete ji bo ku ji malan derbikevin 2,000 dolar ji malbatên koçber dixwazin’
Majde Emîn diyar kir ku şêniyên ji Serêkaniyê koçber bûne bi riya telefonan tên agahdarkirin ku heta 2,000 dolar nedin, destûr nayê dayîn ku vegerin malên xwe, ev jî neheqiyek mezin e û wiha got: “Her malbateke koçber xwedî mal û milk e lê dîsa jî ew di konan de dijîn û demên herî dijwar derbas dikin. Ji ber vê yekê, em daxwaza bicîhanîna şertên peymanê û vegera bi ewle ya koçberan dikin. Koçber ji bo vegera malên xwe li hemberî dijwariyên koçberiyê li ber xwe didin û tehemul dikin divê hikûmeta nû berpirsyariya xwe ya li hemberî wan bi cih bîne.”
‘Bar û êşa koçberiyê li ser milên jinan e’
Meysa Elî ya ku li kampeke Sarêkaniyê dimîne, piştrast kir ku jin di serdemeke dijwar re derbas dibin, êş û zehmetiyên koçberiyê dikşînin da ku bi ewlehî vegerin û got: "Rewşa koçberan trajîk e û rêxistinên mirovî alîkariya ku koçber hewce ne nakin. Barana dijwar a van rojan bû sedem ku koçber nikaribin li kampan bimînin, gelek zarok û jin nexweş ketin."
‘Divê Şam berpirsyariya xwe ya ji bo koçberan bi cih bîne’
Meysa Elî da zanîn ku sê beşên kampê ji ber barana dijwar zirar dîtine divê rêxistinên navneteweyî erkên xwe bi cih bînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em daxwaza vegera bi ewle dikin; em xwediyên rewa yên erd û malan in, çima em di kampan de dijîn? Divê hikûmeta nû êşa koçberiyê li Sûriyeyê bi dawî bike û pêkanîna vê yekê yek ji gavên herî girîng e ji bo ji nû ve avakirin û vejandina Sûriyeyê.”