Ji bo kesên nabihîsin zimanê îşaretê fêr bû piştre komeleyê ava kir
Li Mortînyayê ji bo kesên astengdarên bihîstinê,Lalla Kaber destpêkê zimanê îşaretê fêr bû, piştre rêxistina Xizmetê ya Civakî ya Rama ava kir, ji bo kesên astendarê bihîstinê bi civakê bidin qezenc kirin û ji bo hişyarkirinê xebatên girîng didin meşandin
HATÎCE ŞEXNA
Morîtanya- Kesên xwedî pêwîstiyên taybet, ji bo bi awayek tendirust werin îdarekirin, pêwîstî bi perwerdeya taybet heye. Seroka Rêxistina Xizmetên Civakî ya Ramayê û wergervana zimanê îşaretê Lalla Kaber diyar kir ku ji bo di warê kesên astengdarên bihîstinê de civakê hişyar bikin xebatan dide meşandin.
Lalla Kaber da zanîn ku ji bo astengdarên bihîstinê hewl dide gelek tiştan bike û got: “Di sala 2010’an de ez beşdarî mala çêkera fîlman bûm û fêrî derhêneriya fîlman bûm. Di wê demê de min berpirsa medyaya Forma Astengdarên bihîstinê ya Motînyayê ku di mijara astengdarên bihîstinê de ji bo bi civakê bidin qezenckirin pispor bûne û bûye komele nas kir. Komele di rewşa astengdarên bihîstinê ku bi civakê bide qezenckirin de bûye xwedî pisporî. Ez jî di vê komeleyê de weke dilxwazek xebitîm. Ji ber ku ez ji zimanê îşaretê hez dikim min biryar da fêr bibim.”
‘Hebûna astengdarên bihîstinê min teşwîq kir ku li hemberî her kesê rawestim’
Lalla Kaber diyar kir ku bi saya xebatên ku çar salan weke dilxwaz di komeleyê de kiriye bi vê komê re têkiliyek xurt ava kiriye û destnîşan kir ku dest bi lêkolîna pirsgirêkên wan kirine û ketiye qadên pê re eleqedar bibe û got: “Ji bo kesên astengdarên bihîstinê di konfarans û forman de ji min alîkarî xwestin. Ji bo ez derbikevim pêşberî temaşevanan destpêkê cesareta min tunebû. Hebûna kesên astengdarên bihîstinê ez teşwîq kirim ku li hemberî her kesê rawestim. Di festîfal û konfaransan de ji bo ez wergerê bikim baweriya bi min, wisa bû ku min teşwîq kir ez êşên wan bişopînim û di mijara ragihandinê de bixebitim.”
‘Divê fêrî zimanê îşaretan bibin’
Lalla Kaber destnîşan kir ku van mijaran hemû wan ber bi avakirina komeleyê ve birine û wiha got: “Ji avakirina komeleyê ve heta niha gava yekem ku min avêt wênekêşan û li ser dirûtinê dewreyên perwerdeyê bixim meriyetê. Ji bo kesên ku astengdarên bihîstinê ne bi civakê bidin qezenckirin, guherîna hişmendiya biçûkxistin û teşwîqkirina jiyana civakê em xebitîn. Asetengdar jî weke kesên din xwedî her mafî ne.”
‘Îstatîstîkên der barê kesên xwedî pêwîstiyên taybet de tune ne’
Lalla Kaber bi bîr xist ku sedemên nebihîstinê 13 gen hene, sedema wê ya bingehîn genên dayik û bav nêzî hev in û got: “Weke nebihîstina tam û kêm nebihîstin dabeşî du beşan dibe. Kesên astegdarên bihîstinê li Morîtanyayê ez dikarim bibêjim sîstema perwerdeya têrker nîn e. Li welat di vê mijarê de hejmara pisporan kêm e û gelek biha ye. Hinek malbat nikarin mesrefa wê bidin. Kesên astengdarên bihîstinê bi riya cîhaza bihîstinê dikarin bibihîsin lê belê dema ku temen zêde dibe lênêrîna vî cîhazî, bikaranîna wê jî di nav de dibe sedema rewşên ku moralê mirov xirab dikin. Ev di heman demê de bi kes re hinek stres û fikaran çêdike. Mînak di dema guhdarkirinê de, deng hatina ji guh bi kes re dibe sedem ku serî tevli hev bibe, ji ber ku peyvên dibihîse fam nake. Kesên xwedî pêwîstiyên taybet îstatîstikên der barê wan de tam zelal nîn in. Ji ber wê jî zanîna pirsgirêkan û pêwîstî her wiha riyên wê bi awayekî rast ne gengaze werin zanîn.”