Ji bo kesên di Qirkirina Dêrsimê de jiyana xwe ji dest dayin çerax hatin vêxistin
Bi boneya 88’emîn salvegera Qirkirina Dêrsimê ji bo kesên di qirkirinê de jiyana xwe ji dest dane, çerax hatin vêxistin.

Navenda Nûçeyan – Bi boneya 88’emîn sala salvegera Komkujiya Dêrsimê, li Gola Çeto ya li navenda Dêrsimê çerax hatin vêxistin. Rêveberên Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan (DAD), Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û gelek welatî tevlî bîranînê bûn.
Çalakî, bi hişyarkirina çeraxan a bi duayan destpê kir. Piştî duayan jî loqme hatin belavkirin. Piştre jî ji bo meşa bêdeng ku dê were lidarxistin, girse derbasî Kolana Hunerê bû.