Ji bo kesên di erdhej û şewatê de jiyana xwe ji dest dan daxwaza edaletê kir

Mexdûra erdhejê Done Kaya di nobeta bi daxwaza “Darizandina adilane” de bal kişand ser şewatên li Amed û Mêrdînê û ji bo kesên di erdhej û şewatan de jiyana xwe ji dest dane daxwaza edaletê kir.

Navenda Nûçeyan- Di erdhejên 6’ê Sibata 2023’yan ên navenda wan Mereş de Done Kaya li navçeya Antakyaya Hatayê ji malbata xwe 4 kes winda kiribû, bi daxwaza “Darizandina adilane”, li Parka Kugulu ya Enqereyê dest bi nobetê kiribû. Çalakî di hefteya 8’an de berdewam dike.

Done Kaya, bi bîr xist ku di ser erdhejê re 500 roj derbas bûne û ev tişt got: “Tirkiye, encamên giran û biêş ên xemsarî û bêxemiya bi salan, di demên dawî de dijî. 17 sal berê erdhej çêbû, îro jî şewatên li Amed û Mêrdînê çêbûn. Me îro jî 15 welatî ji ber sersarî, bertil û hwd. winda kirin.”

Done Kaya, got ku ew ji bo kesên di erdhej û şewatê de jiyana xwe ji dest dane edaletê dixwazin.