Ji bo jinên girtî yên li Yemenê bên berdan însiyatîf hat destpêkirin

Komeleya Dayikên Kesên Revandî ji bo jinên di girtîgehên Hûsiyan de serbest bên berdan însiyatîfa bi navê “Jinên Azadî û Aştiyê” da destpêkirin.

RANYA ABDULLAH

Yemen – Ji sala 2014’an heta niha di navbera hêzên Artêşa Yemenê û Hûsiyan de pevçûnên dijwar diqewimin. Ev pevçûn dibin sedema gelek wendahiyan jî. Her wiha parazvanên mafên jinan û dayîkên jinên ku ji aliyê Hûsiyan ve hatine girtin, diyar dikin ku dîlên destê Hûsiyan tevî ku bêgunehiya wan aşkera bûye jî, bi awayek kêfî dîl in û tevî hemû hewldanan jî nayên berdan. Întîsar El-Hammadî ya ku ji Sibata 2021’an heta niha ji aliyê Hûsiyan ve hatiye dîlgirtin, ne dîla yekem e, diyar e dê ne ya dawî be jî. Li dijî mexdûriyeta ku jinên girtî dijîn, helwestek tuneye. Tevî îsrara şopandina malbatan û bangên raya giştî jî, gelek jin wenda ne yan jî nehatine berdan. Gelek ji wan hem ji aliyê fizîkî ve hem jî derûnî ve di rewşeke pir xirab de ne.

Dilê dayîkan bûye zîndan

Di Hezîrana 2024’an de Hûsiyan, gelek xebatkarên ku girêdayî Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî bûn, bi sûcdariya sîxuriyê girtin. Di nav wan de jin jî hebûn. Ne destûr dan ku malbatên wan bikaribin wan bibînin û ne jî derbarê rewşa wan a tenduristiyê de xeberek bistînin. Rewşa derûnî û tenduristiya jinan her diçe xirabtir dibe. Malbat jî herî kêm bi qasî wan di rewşa xirab de ne.

Du dayîk ji derdê aqûbeta keçên xwe mirin

Dayîka dîrektora giştî ya Koalîsyana Aştiya Sivîl û aktivîst Sara El-Faîk beriya ku aqûbeta keça xwe hîn bibe di meha Çileyê de jiyana xwe ji dest da. Dayîka aktivîsta bi navê Rebab El-Mudwahî jî roja 18’ê Sibatê jiyana xwe ji dest da. Hewldanên ku herdû dayîkan ji bo berdana keçên xwe dabûn bê encam mabûn. Xebatên bi dehan parêzvanên mafên mirovan jî têr nekirin. Herdû dayikan jî ji ber nediyarî û xemgîniyê jiyana xwe ji dest dan.

Malbat ji tirsa bi medyayê re naxivin

Dayîka Întîsar El-Hammadî jî bi heman fikaran dijî. Rewşa tenduristiya keça wê xirab bûye û divê mudaxeleya tibî çêbibe. Ajansa me xwest xwe bigihîne malbatên jinên girtî, lê gelek ji wan ji bo ewlehiya keçên xwe nexwestin ji medyayê re biaxivin.

Însiyatîfa ‘Jinên Azadî û Aştiyê’ hat avakirin

Komeleya Dayîkên Kesên Hatine Revandin, bi navê “Jinên azadî û aştiyê” dest bi însiyatîfek kirin. Vê hewldanê, bang li hemû aliyên Yemenê kir ku girtiyên jin berdin û ji bo aştiyê bixebitin. Armanca hewldanê ew e ku bêyî cudahî bike navbera aliyan, bê şert û merc hemû jinên girtî werin berdan. Hewldanê bang li hikûmeta Yemenê û Hûsiyan kir ku di vê mijarê de bêyî hesabên siyasî û leşkerî, jinan berdin.

Di encama vê hewldanê de rêveberiya Marîb a di bin kontrola hikûmeta ku di warê navneteweyî de hatiye naskirin de ye, 13 jin berdan. 6 ji wan jinan, ji ber ku di dosyayên siyasî de navên wan derbas dibû hatibûn girtin, lê Hûsiyan bersivek erênî nedan vê bangê û hevkariyê nekirin.

Daxuyaniyên seroka komeleyê Ameta Es-Selam El-Hac

Seroka Komeleya Dayîkên Zarokên Wan Hatine Revandin a Yemenê Ameta Es-Selam El-Hac, diyar kir ku binpêkirina mafên jinan zêde bûne, girtina kesan bi awayê kêfî zêde bûye û wiha got: “Destnedayîna jinên Yemenê hebû, ev yek xeta me ya sor bû. Lê her ku şer didome, jin bi hincetên cuda tên sûcdarkirin. Bi xebata ji bo saziyên bi guman tên sûcdarkirin.”

Ameta Es-Selam ragihand ku ji bo alîkariyê ji jinan re bikin çûne gelek herêmên welat û got ku li bajarên Taîz, Marîb û Adenê çûne serdana jinên girtî lê nikaribûne biçin girtîgehên di bin kontrola Hûsiyan de. Ameta Es-Selam destnîşan kir ku rewşa tenduristiya jinên di girtîgehan de xirab e û ji pêdiviyên bingehîn bêpar in. Ameta got ku girtiyên siyasî û yên ji dosyayên din, li heman cihî dimînin.

‘Ji ber feraseta ‘namûsê’ gelek malbat girtina keçên xwe vedişêrin’

Li gorî Ameta Es-Selam, sûcên li dijî jinan ji aliyê Hûsiyan ve tên kirin. Ameta da zanîn ku ew jî rojek ji aliyê van koman ve hatiye girtin û agahiyên wiha da: “Di girtîgehên Hûsiyan de gelek jin hene, lê hejmara rastîn ji yên tên eşkerekirin pir zêdetir e. Lewre di civaka Yemenê de hê jî ji ber feraseta ‘namûsê’ gelek malbat girtina keçên xwe vedişêrin. Ev yek jî xebatên me yên belgekirinê û gihîştina girtiyan zor dike. Em çûn girtîgehên di bin kontrola hikûmetê de, me dozên jinên girtî şopand, parêzeran peywirdar kir û jinên ku bêgunehiya wan aşkera bû hatin berdan.”

‘Cezayên wan qediyane lê Hûsî wan bernadin’

Ameta ragihand ku ji bo vê hewldanê dest bi kampanyayek kirine û wiha got: “Em her dem diçin girtîgehan û dibînin ku jinên cezayê wan xilas bûye lê destekê ji malbatên xwe nagirin, hê jî girtî ne. Ji bo jinên di destên Hûsiyan de girtî em gihîştin gelek alî û navbeynkaran, ji bo jin werin berdan me bang kir, lê Hûsiyan di vê mijarê de tu gaveke erênî navêtin û hebûna girtiyên jin red kirin. Ez hêvî dikim ku di sala 2025’an de hemû jinên girtî werin berdan û bi malbatên xwe re jiyana xwe bi aramî û rûmet bidomînin.”