Ji bo ekolojîst Denîz Gumuşel biryara qedexeya ketina Mîlasê

Ekolojîst Denîz Gumuşel ku dema li Daristana Akbelenê xwest li pêşiya birîna daran bibe asteng hat binçavkirin, bi şertê "Qedexeya ketina sînorên navçeya Mîlasê" hat berdan.

Mugla-Ekolojîst Denîz Gumuşel a ku li Daristana Akbelen a Mugla Mîlasê ji ber danê sibehê nehişt ekîbên ji bo birîna daran bên herêmê, hat binçavkirin, hat berdan.

Denîz Gumuşel ku îfadeya wê li Qereqola Leşkeran a Mîlasê hat girtin, piştre sewqî Edliyeya Mîlasê hat kirin. Her wiha hat ragihandin ku Denîz Gumuşel a di îfadeya xwe ya li dozgeriyê de bi îdiaya "Li hemberî memûrekî cemaweriyê li ber xwe daye" hat sûcdarkirin û hat ragihandin ku ji ber giliya polîsek ku gotiye min derb kiriye hatiye binçavkirin. Serdozgeriyê bi daxwaza "qedexeya derketina derve" Denîz Gumuşel sewqî dadgehê kir. 

Ketina wê ya li Mîlasê hat qedexekirin

Denîz Gumuşel a ku sewqî Edliyeya Ceza ya Sulhê ya Mîlasê hat kirin, bi biryara qedexeya derketina derve û qedexeya ketina sînorê navçeya Mîlasê serbest hat berdan.