Ji bo destkeftiyên jinan sê stûnên bingehîn: Rêxistinbûn berxwedan û hevgirtin
Konseya Jinan ji parastina civakî bigre heta aboriyê, ji siyasetê bigre heta rêxistinbûnê di qadeke berfireh de xebatên xwe dimeşîne, ji bo parastina maf û bihêzkirina jinan, projeyên piralî dimeşîne.
ESMA MUHAMMED
Qamişlo- Konseya Jinan a li Kantona Cîzîrê ya Rojavayê Kurdistanê xebatê dimeşîne, tevî gefên ewlehî, qeyranên aborî û zextên civakî jî xebatên xwe yên ji bo bihêzkirina mafên jinan didomîne.
Konsey, bi modeleke berfireh ku ji komînan bigre heta kooperatîfan, ji navendên parastinê bigre heta beşdariya siyasî, armanc dike ku jinan di jiyana civakî de veguherîn kirdeyên çalak.
Xebatên Konseya Jinan, tenê bi piştgiriya rasterast re sînordar nîn e; di heman demê de hêzkirina pergalên rêxistinên jinan ên li tax, gund û bajaran jî vedihewîne. Ev xebat, di aliyê parastina maf û misogerkirina rêxistina jinan de bi komînên ku xeta yekem a parastinê pêk tînin, destpê dike.
Berdevka Konseya Jinan a Kantona Cizîrê Rohat Xelîl, diyar kir ku xebatên meclîsê li ser çend eksenên sereke disekine û di destpêka wan de parastin û xwerêxistinbûn tê. Rohat Xelîl, da zanîn ku dozên tundiya navmalî û tundiya li ser bingeha zayendî ya civakî bi riya navendên parastina jinan û komîteyên civakî tên şopandin û pêşîniyê didin çareseriyên ku rûmeta jinan diparêzin û pêşî li dubarebûna binpêkirinan digrin.
'Em piştgiriyê didin komîn û meclîsên herêmî'
Rohat Xelîl wiha got: "Em ji bo ku jin bikaribin xwe û destkeftiyên xwe biparêzin û tevî hemû zehmetiyan jî di civakê de hêzek bi bandor bimînin, rêxistinên jinan xurt dikin û piştgiriyê didin komîn û meclîsên herêmî.”
Rohat Xelîl, diyar kir ku konsey ji bo bihêzkirina jinan a aborî li ser projeyên kooperatîf, atolyeyên hilberînê û projeyên çandinî-pîşesaziyê yên biçûk dixebite û da zanîn ji bo bo xizmetkirina jinên li gund û bajaran nêzî 40 proje hatine amedekirin lê şert û mercên siyasî û ewlehiyê yên tevlihev pêkanîna wan a tevahî asteng dike.
Rohat Xelîl, bal kişand ser girîngiya beşdariya jinan a di pêvajoyên biryargirtina siyasî û civakî de û bi van gotinan behsa girîngiya perwerdekirina jinan di aliyê pêşengî, rêveberî û sazûmanî de kir: “Di Şoreşa Rojava de, jinan di avakirina civakek azad û demokratîk de roleke bingehîn lîst. Jinan di hemû qadên aborî, civakî û dîplomatîk de cih girtin û di pêşketina saziyên civakî de şopeke girîng hiştin. Avakirina Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) û pêşxistina pergalên wan ên rêxistinî, li seranserê cîhanê bû modelekî mînak.”
Ji bo berdewamiya xebatê stûnên bingehîn
Rohat Xelîl, diyar kir ku Konseya Jinan tevî şert û mercên dijwar jî ji bo domandina xebatên xwe, xwedî sê stûnên bingehîn e û wiha rêz kir: “Rêxistinek bingehîn a nerm ku di bin şert û mercên dorpêçkirin û bombebaranê de jî domdariyê misoger dike, felsefeyek berxwedana civakî ku wate û berxwedanê dide xebatê û hevgirtina jinan a li seranserê sînor ku toreke parastina siyasî-civakî ya bihêz diafirîne. Dema ku konsey ji bo avakirina saziyên jinan ên serbixwe yên mîna Navendên Parastina Jinan û Malên Edaletê yên Jinan dixebite, armanc dike ku di parastin û ewlehiya civakê de hebûna jinan zêde bike. Bi van hewldanan armanc dike ku jinan ji îmaja "mexdûr" derbixe û di pêvajoyên parastin û biryardanê yên civakê de veguherîne aktorên çalak ên bihêz.”
Rohat Xelîl, wiha axivî: "Zêdekirina hişyariyên li ser mafên jinan, ji dibistanan bigre heta komunan, ji meclîsan bigre heta zanîngehan, hemû beşên civakê digre nava xwe. Em bi mêran re li kêlaka hev dixebitin; ji ber ku azadiya jinan, azadiya civakê ye, ne têkoşînek bi mêran re ye.”
Rohat Xelîl, bal kişand ser zehmetiyên ku konsey bi wan re rûbirû ye û diyar kir ku gefên ewlehiyê yên berdewam, qeyranên aborî, kevneşopiyên baviksalar û hedefgirtina siyasî û medyayî ya tecrubeyên jinan li Rojava astengî li ser karê wan çêdike. Rohat Xelîl got: "Tevî van hemû zehmetiyan jî em bihêzkirina jinan a mîna xeta ewil a xwerêxistinkirinê, yekkirina têkoşîna mafên jinan bi têkoşînên aborî û siyasî re, bi avakirina hevpeymanan bi rêxistinên jinan ên herêmî û navneteweyî re kişandina tecrîda siyasî û li dijî guhertina çandê avakirina bernameyên demdirêj biafirînin didomînin.”
'Destkeftî berhema têkoşîna jinan in'
Rohat Xelîl, destnîşan kir ku destkeftiyên hatine bidestxistin ne tesaduf an jî diyarî ne û wiha axivî: "Hemû destkeftiyên li Rojavayê Kurdistanê hatin bidestxistin, berhema têkoşîn û fedakaiyên jinan in û parastina wan berpirsiyariyeke kolektîf e. Parastina mafên jinan, parastina pêşeroja civakê ye. Beşdarbûna jinan ne vebijarkek e, ji bo aramî û edaleta civakê pêdiviyek e."
Rohat Halîl, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Konseya Jinan, ji parastina hiqûqî û civakî bigre heta bihêzkirina aborî û siyasî dê di hemû qadan de piştgiriyê bide jinan. Em hewl didin nifşek jinan ku di pêşerojê de bikaribin biryaran bidin û pêşengiyê bikin ava bikin ku jin bibin xwedî dengê bihêz û bi bandor bin."