Ji bo Darfurê banga lezgîn: Kolera belav dibe
Komeleya Piştgiriya Mexdûrên Darfûrê, bi hevkariya Komeleya Hêvî û Stargeha Ewle, bang li rêxistinên mirovî yên xwecihî, herêmî û navneteweyî kir ku bi awayekî lezgîn mudaxeleyê şewba kolerayê ya li Darfûrê bikin.

Sûdan – Rayedarên de facto, bi armanca xwegihandina alîkariyên navneteweyî ya ji bo herêmê, daxwaz kir li herêma Darfûrê mîna herêmekî karesertê îlan bike. Li gorî daxuyaniya sektora tenduristiyê, 20'ê Îlonê roja Şemiyê 441 bûyerên nû yên kolerayê hatine tespîtkirinê û di nava wan de 13 bûyerên mirinê hatine tomarkirin. Bi vî awayî, hejmara bûyeran bû 12 hezar û 746 û hejmera mirinan jî bû 528.
Lijneya Koordînasyona Kampên Penaber û Koçberan a Darfûrê, di daxuyaniya xwe ya beriya niha de ragihandibû ku bûyerên mirinê yên ji ber kolerayê li herêmê bû 500. Sudan rojnameya Tribunê, ragihandibû ku roja Sêşemê 17 bûyerên mirinê hatine tomarkirin.
Her çend bûyerên kolerayê ya li Darfûrê, di meha Hezîrana borî de dest pê kirin jî, di meha Tîrmehê de bi taybetî li herêma Tolia ya 60 kîlometre dûrî El-Faşêrê ya paytexta Bakurê Darfûrê bi awayekî zêde belav bû. Gelê herêmê, ji ber pevçûnan ji El-Faşêrê reviyan û xwespartin li herêmên din.
Berdevka Lijneya Koordînasyonê, destnîşan kir li deverên ku nexweşî û şewb belav dibin, dermankirina bi şileya întravenozê kêm e, lêbelê, rêxistinên alîkariya mirovî, diyar kirin ku dilxwazên herêmî û odayên rewşa awerte ji bo têkoşîna bi nexweşiyê re hewildanên mezin didin.