Ji bo bîranîna Enfalê li Çemçemalê dar hatin çandin
Li bajaroka Çemçemalê bi nêzbûna 14’ê Nîsanê salvegera Enfalê re, ji bo bîranîna kesên di Enfalê de hatine qetilkirin, şitil hatin çandin.
Navenda Nûçeyan – Navenda Jîngeh û Avadankirina Kurdistanê bi hevkariya Şaredariya Çemçemalê, bi nêzbûna 14’ê Nîsanê salvegera Enfalê, bi armanca bîranîna qurbaniyên Enfal û Helepçeyê şitlên daran çandin.
Danîna şitilê daran ji Sewsênan û Gobtepeyê dest pê kiriye û îro gihîştine Çemçemalê. Li gor ragihandina şaredariyê hedefa wan ew e ku milyonek şitil biçînin. Şaredariya Çemçemalê dibêje jîngeha tendurist kesayetên tendurist e.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di karesata Enfalê de rejîma Baasê ne tenê mirov qetil kirin, her wiha zêdetirî 5 hezar gund, kanî û çavkaniyên avê wêran kirin. Şêniyên Çemçemalê bi vê pêngavê bersiva wêrankariya dîrokî didin û jîngeha xwe diparêzin.