Ji bo bersûcê Dîna ya hat qetilkirin beraat hat dayîn

Di doza ku li Karabûkê xwendekara zanîngehê ya bi navê Jeannah Danys Dinabongho Ibouanga (Dîna) a welatiya Gabonê hat qetilkirin, dadgehê biryara beraatê da.

Navenda Nûçeyan - Danişîna biryarê ya derbarê kuştina welatiya Gabonê Jeannah Danys Dinabongho Ibouanga (Dina) li Dadgeha Cezayê Giran a Karabûkê hat dîtin. Di danişînê de malbata Dîna, şahid û parêzerên aliyan amade bûn. Bersûc DA ji girtîgehê bi Sîstema Agahdariya Deng û Vîdyoyê beşdarî danişînê bû. Tevî ku li hola dadgehê vala bû jî destûr nedan hevalên Dîna beşdarî danişînê bibin.

Serdozgerê Komarê bi bîr xist ku divê bersûc DA ji ber sûcên "kuştina bi qest" û "êrişa zayendî" bê cezakirin. Parêzerên ku mafê axaftinê girtin, berdewamiya girtina bersûc xwestin.

Dozger beraat xwest

Parêzerên bersûc ên ku gotin ew difikirin ku îdianame û nêrîn li gorî îhtîmalan hatiye nivîsandin, destnîşan kirin ku tevgera Dîna bi herikîna jiyanê ya asayî nayê ravekirin û daxwaza beraetkirina DA û bidawîkirina girtina wê kirin.

Heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir û biryar da ku sûcên "kuştina bi qestî" û "hewldana îstîsmara zayendî" nehatin îspatkirin û bersûc ji hemû sûcên ku tên sûcdarkirin beraat kir.