‘Ji bo bêdengkirina mamostayan Cîhan Taha hate qetilkirin’

Malbata Cîhan Taha ku du sal berê li Hewlêrê hate qetilkirin wiha got: “Du sal li ser qetilkirina mamoste Cîhan Taha derbas bû, lê kujer derneketin. Desthilat ji bo bêdengkirina mamostayan, Cîhan Taha qetil kir.”

Navenda Nûçeyan – Du sal li ser qetilkirina mamoste Cîhan Taha ku bi rengekî bi guman li navçeyeke Barzan a Hewlêrê hat qetilkirin derbas bû. Heya niha jî buyer nehat aşkerekirin, kiryar nehatin dîtin û cezakirin. Malbata wê dibêje ku Cîhan Taha ji bo  bêdengkirina mamosteyan ku rabûbûb xwepêşandanê, hatiye qetilkirin.

Şeva 26’ê Cotmeha 2023’an di bûyreke seneryoyê de mamoste Cîhan Taha ya dengê nerazî di bûyereke ya qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dabû. Piştî bûyerê malbatê ragihand ku Cîhan Taha hatiye qetilkirin.

Cîhan Taha kî ye?

Cîhan Taha di sala 1988’an li Parêzgeha Hewlêr di nava malbatek asayî de ji dayîk dibe. Peymangeha Hunere Ciwanekan û Fakulteya Hunera Ciwanekan a Beşa Sînema li Zanîngeha Sellahedînê ya Hewlêrê qedandiye. Sala 2014’an xwendina xwe temam dike û biqasî 9 salan weke mamoseyek bi peyman kar dike. Cîhan Taha zewicî û dayîka du zarokan bû. Navê zarokên wê Baran û Bîrhat bûn.

Ji ber hikûmeta herêma Kurdistanê di nava krîzên kûr de bû û mûçeyên karmend û mamosteyan her serê sê mehan dihate dayîn û xwendevanên dibistan diqedandin nedihatin tayînkirin.

Mamoste Cîhan yek ji wan mamosteyên bi cesaret bû, li dijî bê edaletî û rewşa mamosteyan, dibe dengê mamosteyên bê hêvî û rexne li hikûmetê dike. Li dijî desthilatê bi wêrekî dengê xwe bilind dike.

Cîhan Taha di xwepêşandanên mamosteyan ên li Hewlêrê de derdikeve pêş, ji bo bidestxistina mafê mamoste û ciwanan têdikoşe. Daxwaza parastina mafê mamostayan dike.

Mirina bi guman a Cîhan Taha

Berî çend saetan ku Cîhan Taha jiyana xwe ji dest bide, li ser hesabê xwe yê fermî yê Facebookê, dizene ku wê tiştek bê serê wê û vê dinivsîne: “Rêya min ber bi mirinê ye û mirin bangî min dike.”

Şeva 26’ê Cotmeha 2023’an li havîngeha navçeya Barzan di encama bûyerek seneryoyî de Cîhan Taha di bûyereke qezayê de jiyana xwe ji dest da. Di destpêkê de bûyer weke qezayeke trafîkê tê destnîşankirin û belavkirin. Wisa tê nîşandan ku rewşa wê ya derûnî nebaş bûye û bi vî rengî di qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest daye.

Dengên piştî bûyerê

Piştî bûyerê malbat û hevalên wê gelek belge û detayan eşkere dikin ku li pişt qetilkirina mamose Cîhan Taha PDK heye. Ji aliyê PDK’ê ve hatiye qetilkirin. Malbat ji bo piştrastkirina rastiya bûyerê û piştgiriya bi malbatê re gelek çalakî kirin.

Di salvegera duyem a qetilkirina mamosta Cîhan Taha de malbata wê daxuyaniyek parve kir. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Beriya du salan mamosta Cîhan Taha ku nûnera mamostayên bi peyman yên li Hewlêrê bû, bi roj li navenda Hewlêrê hate revandin û li herêma Barzan bi awayek hovane hate qetilkirin. Desthilatdar rê nedan dîmenên kamerayên çavdêriyê ji bo raya giştî bên nîşan dan.

‘Desthilat ji bo bêdengkirina dengê mamostayan Cîhan qetilkirin’

Beriya ku malbata me ji Emerîkayê vegere Herêma Kurdistanê, cenazeyê mamosta Cîhan bi awayek lez û bez spartin axê. Herwiha desthilatdar ji bo bêdengkirina dengê mamostayan û xelkê Hewlêrê, mamosta Cîhan qetilkirin. Piştî terorê Hewlêr xwe bêdeng kir.

Niha jî bi bêdengiya suc û terorê, dixwazin bûyerê ji bîra xelkê bibin. Ev jî nîşana zengîlek metirsîdare û Herêma Kurdistanê berbi paşerojek xirab ve dibe. Ji bo vê erkê her kesê ewe ku dengê xwe bilind bike.”