Ji bo azadiya Ocalan 845 îmze hatin komkirin
Ji 50 welatan di çarçoveya kampanyaya "Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re" 845 îmze hatin komkirin.
Navenda Nûçeyan – Di çarçoveya kampanya "Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re" ji 50 welatan 845 îmze hatin komkirin. Piştgiriya navnetewî ku 109 xelatgirên Nobelê jî di nav de ye, gihîşt Konseya Ewropayê. Herî dawî 620 îmzekarên ji 29 welatî nameyek ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re şandin. Hevberdevka Têkiliyên Derve ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Nîlufer Koç mijar ji ANF'ê re nirxand.
'Azadiya Rêber Apo ne tenê bi pêvajoyê ve girêdayî ye mafekî bingehîn û hiqûqî ye'
Nîlufer Koç di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de işaret bi gavên aliyê Kurd ve hatine avêtin kir û diyar kir ku helwesta nediyar û hêdî ya dewletê ya li ser mijara gavên şênber berdewam ji bo pêşveçûna pêvajoyê ji 27'ê Sibatê û vir ve gelek pêşniyar hatin pêşkêşkirin. Nîlufer Koç destnîşan kir ku ji bo pêvajo bi pêş bikeve divê statuya Rêber Apo zelal bibe.
Nîlufer Koç destnîşan kir ku nîqaşa li ser azadiya Rêber Apo divê ne tenê bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ve girêdayî bê dîtin û ragihandin, pêvajoyê di vê mijarê de arguman û derfeteke siyasî pêşkêş dike lê mesele xwedî aliyekî berfirehtir ê hiqûqî û siyasî ye.
Nîlufer Koç got: "Eger ev pêvajo nebûya qey diviyabû Rêber Apo azad nebûya? Bi dîtina min di vir de ji pêvajoyê wêdetir meseleyek heye. Jixwe revandina wî û ragirtina wî bi rengekî ne adîl a 27 salan li Îmraliyê bi serê xwe pirsgirêk e. Ragirtina lîderê gelekî, mirovekî ku ji bilî demokrasî û azadiyê tiştekî naxwaze, bi serê xwe bêedaletî ye."
'Konseya Ewropayê bi nêrîna şer tevdigere û di bicihanîna berpirsyariyan de bêdil e'
Nîlufer Koç bal kişand ser aliyê hiqûqî yê vê bêedaletiyê û biryara sala 2015'an a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi bîr xist. Nîlufer Koç diyar kir ku li gel salên di ser biryara DMME'yê re derbas bûne jî hê bi cih nehatiye anîn û wiha domand: "Ev yek helwesteke siyasî ye. Berpirsyariya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê heye û divê Konseya Ewropayê hiqûqa xwe bixe meriyetê û bike ku Tirkiye berpirsyariya biryarê bi cih bîne.”
Hevberdevka Têkiliyên Derve ya KNK'ê Nîlufer Koç anî ziman ku helwesta Konseya Ewropayê ya têklidarî Rêber Apo, berdewamiya xeta polîtîk a berê ya nêzîkatiya li pirsgirêka Kurd e û destnîşan kir ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nakokiyên vê nêzikatiyê şênbertir kiriye û got: “Komîteya Wezîran ku dezgeha siyasî û bicihanînê ya Konseya Ewropayê ye, hê bi têgihîştina 'Şerê navbera Tirkiyeyê û Kurdan berdewam dike’ tevdigere û ev sazî ji ber ku Tirkiyeyê weke hevalbendê xwe yan jî partnerê xwe dibîne, ji aliyê bicihanîna berpirsyariyên xwe yên hiqûqî ve bêdil tevdigere.”
'Divê Konseya Ewropayê polîtîkaya xwe ya berê biguherîne û piştgiriyê bide pêvajoya aştiyê'
Nîlufer Koç bi bîr xist ku pêvajoyeke nû ya aştiyê di rojevê de ye, Rêber Apo ji bo aştî û civaka demokratîk bangan dike û destnîşan kir ku divê Konseya Ewropayê jî van mercên nû bibîne û helwesta xwe di ber çavan re derbas bike. Nîlufer Koç axaftina xwe wiha domand: "Bi qasî ku tê dîtin, Konseya Ewropayê hê jî di polîtîkaya xwe ya Kurd a berê de îsrar dike. Kurd û Tirk êdî şer nakin lewma Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê weke aliyekî sêyemîn ê ji vê nakokiyê sûdê digre tevdigere." Nîlufer Koç di berdewamiya nirxandinên xwe de wiha got: "Pirsgirêka Kurd xwedî rewşeke sedsalî ye. Herdu alî dema şer dikin, yê sêyemîn kêfxweş dibe. Weke ku Konseya Ewropayê hê jî bi rola yê sêyemîn radibe. Halbûkî li Tirkiyeyê Tirk û Kurd êdî di pratîkî de di nava şerekî leşkerî de nîn in. Aliyê sêyemîn çima hê jî weke du alî şer dikin dikeve pozîsyonê."
Hevberdevka Têkiliyên Derve ya KNK'ê Nîlufer Koç da zanîn ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ferz dike ku ev sazî nêzîkatiya xwe ya heta niha di ber çavan re derbas bike û diyar kir ku piştgiriya ji kampanya îmzeyan a navnetewî re hat dayîn, ne tenê bi wê derdorê re sînordar e ku fikrên Rêber Apo dipejirîne. Nîlufer Koç ragihand ku di nava kesên îmze avêtina kampanyayê de hinek mirov hene ku fikrên Rêber Apo ji aliyê îdeolojîk ve nepejirandine û destnîşan kir ku bicihneanîna biryara DMME'yê di navbera van derdoran de jî bûye cihê nerazîbûnê.
Divê konseya Ewropayê ji bo aştiyê helwestek bi biryar raber bike
Nîlufer Koç bi bîr xist ku Konseya Ewropayê û DMME di nava 40 salên dawî de li ser binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê bi gelek dosyayan re rûbirû mane û got: "Ne tenê Kurdan her wiha muxalifên li Tirkiyeyê jî serî li van mekanîzmayan dan.” Nîlufer Koç diyar kir ku mercê aştiyê yê niha derketiye holê berpirsyariyê dide Konseya Ewropayê û destnîşan kir ku divê Komîteya Wezîran helwesteke welê nîşan bide ku piştgiriyê bide aştiyê û wisa bike ku biryara DMME'yê ya têkildarî Rêber Apo bicihbêanîn.
Banga xwedîderketineke civakî
Nîlufer Koç pêwîstiya bi destpêkirina qonaxeke nû ya kampanya îmzeyan a navnetewî destnîşan kir û bal kişand ser civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya ku di 1-3'ê Kanûnê de li dar bixe û got: “Di vê civînê de wê rewşa Rêber Apo û dosya têkildarî bicihanîna biryara DMME'yê bikeve rojevê. Ev dosya li ber destê Komîteya Wezîran ji bo guhertinên qanûnî yê li Tirkiyeyê girîng e, kampanyayên navnetewî divê berdewam bikin. Ev yek divê tenê bi îmze û kampanyayên navnetewî nemîne, li hemû parçeyên Kurdistanê divê beşên civakî xwedî li vê pêvajoyê derkevin."
'Di têkoşîna azadiyê de erk û berpirsyariya civakî hewce ye'
Li gel girîngiya karên dîplomatîk ên DEM Partiyê yên li Parlamentoya Ewropayê, Nîlufer Koç anî ziman ku beriya civîna meha Kanûnê ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ne tenê partiyên siyasî girîng e hemû beşên civakî bikevin nava liv û tevgerê. Di vê çarçoveyê de Nîlufer bang li Tevgera Jinên Kurd, Yekîtiya Xwendekarên Kurd û rêxistinbûnên cuda yên civakî kir. Nîlufer diyar kir ku divê bi berdewamî name ji Komîteya Wezîran re bê şandin, daxwaz bi riya e-mailê bên ragihandin û kampanyayên li ser medyaya dîjîtal berdewam bikin. Ev hewldan ji berdewamiya kampanyaya îmzeyan a vê hewldanê wêdetir wê bê wateya xwedîderketina civakî ya li têkoşînê û îsrara Rêber Apo ya ji bo aştiyê.
‘Pêkanîna mafê hêviyê dê hêviyek nû li herêmê bi xwe re bîne’
Hevberdevka Têkiliyên Derve ya KNK'ê Nîlufer Koç destnîşan kir ku bicihanîna mafê hêviyê û pêkhatina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê li herêmê hêviyeke nû bi xwe re bîne û bandorê li welatên cuda yên Rojhilata Navîn bike.