Ji bo Şêx Mesûd û Eşrefiyê kampanya îmzeyan hat destpêkirin
Li dijî êrişên li ser Kurdên sivîl ên li Helebê, ji bo rawestandina piştgiriya Ewropayê ya bi HTŞ’ê re û bi daxwaza piştgiriya bi Kurdan kampanya îmzeyan di asta navneteweyî de hate destpêkirin.
Navenda Nûçeyan – Çalakvana mafên mirovan Zerrîn Bataray ji bo balkişandina ser bûyerên li Helebê û bidawîkirina binpêkirinan kampanyayek îmzeyan da destpêkirin.
Di belavoka kampanyayê de hate ragihandin ku komên çekdar ên ser bi dewleta Tirk ve li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi rêk û pêk êriş birin ser sivîlan û polîtîkaya koçberkirinê meşandin. Li gorî belavokê, di encama êrişê de nêzî 150 hezar sivîl ji warê xwe bûn, gelek kes hatin qetilkirin û binesaziya sivîl xisar dît.
Di kampanyayê de ku ji ailyê parêzvana mafên mirovan a li Fransayê û parêzer Zerrîn Bataray ve hate destpêkirin, ji Yekîtiya Ewropayê hate xwestin ku piştgiriya siyasî û malî ya ku dide rêveberiya veguhêz a Sûriyeyê rawestîne.
Di belavokê de işaret bi rabirdûya bi xwîn a El Colanî hate kirin û hate ragihandin ku Tirkiye bi piştgiriya siyasî û leşkerî ya bi komên çekdar re bûye hevparê vî sûcî.
Di metna kampanyayê de hate gotin, di serî de Kurd êrişî Durzî û Elewiyan hate kirin û êrişên li Helebê sûcê şer û sûcên li dijî mirovahiyê ye.
Di kampanyayê de bang li Ewropayê hate kirin ku piştgiriya malî û siyasî ya ji bo Colanî bê betalkirin, piştgirî ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk re bê dayin, pêkanîn li ser berpirsyarên êrişên li dijî sivîlan bê ferzkirin û sûcdarên şer di asta navneteweyî de bikevin ber lêpirsînê.