Ji bo Îranê hişyarî: Xeterî heye ku komkujiya 1988’an dûbare bibe

Rayedarên berê yên Neteweyên Yekbûyî jî di nav de 300 kesayetên navnetewî daxuyaniyek weşandin û diyar kirin ku xeterî heye li Îranê qetilkirina girtiyên siyasî wek komkujiya di sala 1988’an de, dûbare bibe.

Navenda Nûçeyan – Di 23’ê Tîrmehê de, 300 kesayatên ku di nav de xwediyên xeleta Nobelê, serokên berê yên dewletan, wezîr, sefîr, hiqûqnas, rayedarên berê yên NY û aktîvîstên mafên mirovan hene, bi daxuyaniyekê banga lezgîn li Netewên Yekbûyî kirin. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku ji bo rizgarkirina jiyana girtiyên siyasî yên li Îranê û pêşîlêgirtina komkujiya di sala 1988’an de tavilê bikevin nav hewldanan. 

Daxuyanî bi sernavê ‘Ji bo mexdûrên komkujiya 1988’an edalet’ hat weşandin û diyar kirin ku ji dûbarebûna komkujiya di sala 1988’an de, bi fikar in. Pisporên ku di binê daxuyaniyê de mohra wan heye, ji zêdeyî 60 welatan hatine û wiha gotin: “Fikar hene ku cardin komkujiyek wek a sala 1988’an dûbare bibe.”

Fikara ji dûbarebûna dîroka bi xwîn

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di medyaya nêzî Muhafizên Şoreşê de komkujiya sala 1988’an de wek ‘tecrûbeyek serkeftinê’ pênase kirine û ev ji bo dûbarebûna heman felaketê îşaretek e. Dan zanîn ku beriya demekê Ajansa Nûçeyan a Farsê di nivîsek bi sernavê ‘Çima darvekirinên 1988’an dûbare nebe’ de ev nîşaneya polîtîkaya bi zanebûn a normalkirina zextê û jiholêrakirina bi aweyek fîzîkî ya muxalîfan e. 

Di daxuyaniyê de navê sê girtiyên siyasî Farşad Etemadifer, Mesud Camii û Ali Rıza Merdasî ku di 12’ê Tîrmeha 2025’an de piştî îşkenceya du salan dom kirî, ji aliyê  şaxa 1’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Ahvaz ve cezayê darvekirinê lê hatine birîn, hat dayîn. Dan zanîn ku Dadgeha Bilind di Tîrmeha îsal de, daxwazên Behruz Ehsanî û Mehdî Hasanî ya ji nû ve darizandinê red kir û ev kes kirin listeya yên li benda darvekirinê ne.

Îstatîstîkên Şokdar û Pêlên Darvekirinê

Li gorî raporan, ji dema ku hikûmeta Mesûd Pizîşkiyan di sala 2024’an de dest bi kar kiriye heta niha, zêdetirî hezar û 300 darvekirin hatine tomarkirin; 650 ji vana tenê di nîvê yekem ê 2025’an de hatine pêkanîn.

Bîranînên Komkujiya 1988’an

Di daxuyaniyê de her wiha behsa fetwaya ku Xumeynî di sala 1988’an de daye jî hat kirin û hat bibîrxistin ku ev fetwa bûye sedema darvekirina bi hezaran girtiyên siyasî û rewşenbîran. Raporek ku ji hêla raportorê taybet ê NY ve li ser Îranê di Tîrmeha 2024’an de hat weşandin jî van darvekirinan wekî "tawanên li dijî mirovahiyê û sûcê qirkirinê" binav kir.

Hişyariyên ji Çalakvan û Saziyên Navneteweyî

Di daxuyaniya xwe ya di 4’ê Tîrmeha 2025’an de hat weşandin d 10 raportorên taybet ên Neteweyên Yekbûyî diyar kirin ku atmosfera piştî pevçûnên 13’ê Hezîranê û dijwarbûna gotarên "çavdêrîkirin" û "komkujiyê" di medyaya dewletê de sûcên 1988’an tîne bîra mirov.

Seîd Masûrî, girtiyek siyasî û çalakvanê kampanyaya "Sêşemên Bê Cezayê Mirinê", di nameyek ji Girtîgeha Xezalhasarê de hişyarî da ku veguhestinên dawî yên girtiyên siyasî dikarin nîşana amadekariyên ji bo darvekirinên girseyî bin. Masûrî ev pêvajo wekî "sûcekî berdewam" bi nav kir.

Bang li Saziyên Navneteweyî hat kirin

Yek ji îmzekarên daxuyaniyê raportorê taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê li ser Îranê, bijîşk bû. Wî daxwaz kir ku Mai Sato, raportorên din û tîmên lêpirsînê yên navneteweyî tavilê kiryarên hikûmeta Îranê şermezar bikin. Her wiha, ji Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker hat xwestin ku li dijî binpêkirinên mafên mirovan li Îranê helwestek zelal û biryardar bigre.

Di dawiya daxuyaniyê de, bang li welatên endam ên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî hat kirin. Di nav wan de Kanada, yek ji welatên ku pêşniyarên biryarên mafên mirovan li dijî Îranê pêşkêş kirine, heye. Hat xwestin ku komkujiya 1988’an di pêşnûmeya biryarnameya salê de, bi îşaretek zelal a vê bûyerê, cîh bigire.

‘Bêdengî dubarekirina sûc e’

Daxuyanî bi van gotinên bihêz bi dawî dibe: “Civaka navneteweyî li hember tawanên ku ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve di sala 1988’an de hatine kirin bêdeng ma. Divê îro careke din di vê ceribandinê de biser nekeve. Berpirsiyariya Neteweyên Yekbûyî û welatên endam ên wê ye ku pêşî li dubarebûna van tawanên li dijî mirovahiyê bigirin.”