Ji ber zimandirêjiya li şervana jin, li Mezher Xuresanî gilî hat kirin
Gelek parêzer, aktîvîst û pêşmergeyên jin, li dijî bêrêziya li beramberî şervanên jin ya ji aliyê hin melayên Başûr ve li ber serokatiya Dadgeha Silêmaniyê kombûn û ragihandin ku der barê Mela Mezher Xuresanî de gilî kirine.
Silêmanî – Parêzer, aktîvîst û hêzên Pêşmerge yên jin, li ber serokatiya Dadgeha Silêmaniyê kombûn û bi daxuyaniyekî çapemeniyê bêrêziya hemberî şervanên jin ya ji aliyê hinek melayên Başûr ve şermezar kirin. Her wiha Rêxistinên jinan û Tora 8'ê Adarê jî li ber serokatiya Dadgeha Silêmaniyê kombûn û gilî kirin.
Daxuyanî ji aliyê endama Tora 8’ê Adarê Geşe Dara û parêzer Dana Nurî ve hate xwendin.
Endama Tora 8’ê Adarê Geşa Dara, di daxuyaniyê de wiha got: “Di demekî de ku gelê me li Rojavayê Kurdistanê xwîna xwe dirêje, jin û ciwanên şervan parastinê li xak û welat dikin, kesek tê bêrêziyê li cenazeyê şervanan dike û bi şêwazek ne guncaw daxuyaniyan dide.”
Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wan li Dozgeriya Giştî li ser kesê bi navê Mezher Xuresanî li gor madeya 434 a ku taybete bi sivkatîkirin û têkdana hestên giştî, gilî tomar kirine.
‘Divê kesên heqaretê dikin werin cezakirin û yasa serwer be’
Hat diyarkirin ku di yasaya hejmar 21 a sala 2003 ya parlamentoya Iraqê de tê gotin ku, her kesek bi armanca ziyan gihandina serweriya ewlehiya saziyan her karek bike, divê lêpirsîn di derbarê wî/wê de were kirin û ceza kirin. Ji bona wê divê ev kesên heqaretê dikin werin cezakirin û yasa serwer be.
Di dawiya daxuyaniyê de jî hat gotin: “Em rê nadin sivkatî bi wan kesên ku ji bo parastina xak û welat jiyana xwe ji dest didin, were kirin.”
‘Ew mela êrişên çekdaran ên ser taxên Kurdan û komkujiyan rewa dike’
Di çalakiyê de li ser navê çalakvanan jî Dana Nurî daxuyaniyek xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin; “Emê îro li Dadgeha Silêmaniyê giliyê melayek bikin. Ji ber ku berovajiyê hemû yasayên navneteweyî û ol, bêrêzî li hemberî cenazeyê şervanên şehîd dike. Ew melayê ku em ê giliyê wî bikin, êrişên çekdaran ên ser taxên Kurdan û komkujiyan rewa dike.”
Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Çeteyên DAIŞ’ê hemberî gelê me xwedî planên mezin û metirsîdarin, yasayên navneteweyî binpê dikin û kesên sivîl ku di nav de jin û zarok jî hene, qetil dikin. Divê hikumet, Wezareta Ewqaf û aliyên peywendîdar rê li peyamên kesên bi nerênî di axivin bigirin. Divê rê nedin medya van peyamên ku zirarê dide derûniya welatiyan belav bikin.”
‘Jinên Kurd ji dîrokê ve li eniyên şer ax û welatê xwe diparêzin’
Fermandara Tabûra Jinan Emîd Rezan Reşîd Ferec, wiha axivî:
"Mela Mezher Xurasanî gelek caran heqaret li sivîlan, jinan û şoreşgeran kiriye. Em li dijî vî melayî û dezgeha medyayê ya ku van êrîşên li dijî jinan belav kiriye, giliya qanûnî kir. Dîrok şahidiya têkoşîn û berxwedana jinên Kurd a li herêmê dike. Jinên Kurd ji dîrokê ve li eniyên şer ax û welatê xwe diparêzin. Heta di serdema Îslamê de jî, jin li kêleka mêran di têkoşîna çekdarî de cihgirtin û bazirganî kirin. Lêbelê, melayekî xwedî zîhniyeta DAIŞ’ê heqaretê li jinên şoreşger dike. Lê şervan di salên borî de sembolên berxwedanê bûn û îro jî careke din li taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd axa xwe diparêzin û cane ji bo vê axê feda dikin."
‘Em jinên Pêşmerge der barê vî melayî de gilî dikin’
Emîd Rezan Reşîd Ferec, di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Em wek hêzên Pêşmergeyên jin, helwesta xwe bi zelalî diyar dikin. Em ê vî melayî gilî bikin û mîsoger bikin ku li ber dadgehê bê cezakirin. Me îmzeyan komkir û em ê şopdarê doza xwe bin. Êrîşên li dijî jinan û axên me, gelek caran hate dubarekirin. Em wek jin û parêzer dê heta dawiya vê pêvajoyê piştgiriyê bidin hev."