Ji ber Zagona Rewşa Kesane jin ji Iraqê direvin
Rêzan Şêx Dilêr dibêje: “Guherîna Zagona Rewşa Kesane jinan neçar kiriye ku malbatên xwe bihêlin, bêyî dîtina rêyên çareseriyan destê zarokên xwe digirin û berê xwe didin herêma Kurdistanê.”
					HÊLÎN EHMED
Silêmanî- Guherîna Zagona Rewşa Kesane destpêkek ji bo jenosîdkirina jinan e. Di 24’ê Tîrmeha 2024’an de Perlementoya Iraqê  guherîna Zagona Rewşa Kesane ya hejmar 188’a sala 1959’an erê kir. Ev yek bû sedemê bertekên tund. Tevahiya çalakvanan û jin ji bo pêşî li vê guherînê bigrin, daketin qadan. Lê belê di 22’yê Çileya 2025’an de ev guherîn hat erêkirin û ket meriyetê. Bicîhkirina guherînê jinan rûbirûyî binpêkirin û tundiya li dijî mafên wan kiriye. Niha jin û zarok neçarî koçkirina ji Iraqê ya ber bi herêma Kurdistanê ve kiriye.
‘Ji bo parastina zarokên xwe berê xwe dane herêma Kurdistanê’
Têkildarî vê mijarê parêzer, parlementera berê ya Iraqê û endama hevpeymana 188’an a bajarê Silêmanî Rêzan Şêx Dilêr ji ajansa me re axivî. Rêzan diyar kir ku jin ji Iraqê û herêmên Şîa li gel zarokên xwe, herêmê diterikînin û ji bo parastina xwe û zarokên xwe, berê xwe dane herêma Kurdistanê. Rêzan destnîyan kir ku li gorî vê zagonê mêr dikarin piştî hevberdanê zarokan ji dayîkê bigrin û carek din dayîk zarokên xwe nebînin. Rêzan wiha got: “Jinan ji bo ku werin parastin û zarokên wan li gel wan bin, koçberî bijartine. Li gorî daneyên niha hatine bidestxistin, zêdeyî 800 jinan berê xwe dane herêma Kurdistanê.”
‘Bajarên Iraqê ji bo jinan herêmên herî xeterin’
Rêzan Şêx Dilêr da zanîn ku ji ber guherîna zagona Rewşa Kesane, jinan ji Iraqê koçî herêma Kurdistanê kiriye û wiha got: “Encûmena bilind a hevpeymana jinan agahdar kiriye, ku guherîna Zagona Rewşa Kesane ya li parlementoya Iraqê û biryardana li ser zagonê, jinan koçî dûrî sînorên Iraqê kiriye. Niha bajarên Iraqê ji bo jinan herêmên herî xeter in. Beşek ji jinan ji tirsa ku ewê zarokên xwe ji dest bidin, reviyane. Ji ber zagon zarokê ji dayîkê distîne û dide bav. Dayîk hene ku ev nêzî deh salan e zarokan xwedî dikin, lê belê li gorî wê zagonê bav dikare zarok jê bigre. Ji ber wê jin ji tirsa canê zarokên xwe ji bajarên Iraqê, li gel zarokên xwe berê xwe dane herêma Kurdistanê.”
‘Ji ber guherîna zagonê jin rastî ziyanek mezin tên’
Rêzan Şêx Dilêr wiha domand: “Koçberbûna jinan a ji Iraqê, bandorek neyînî li ser herêma Kurdistanê dike. Her wiha jin ji Iraqê tên û li vê derê nikarin debara jiyana xwe pêkbînin, an beşek ji zarokên wan dest ji dibistanê berdidin. Ji ber guherîna zagonê jinan rûbirûyî zirarek mezin kirine.”
‘Zagona Rewşa Kesae jin û zarokan koçber û bê cih kiriye’
Rêzan Şêx Dilêr destnîşan kir ku jinên ji zagona Rewşa Kesane ya Iraqê reviyane rastî astengiyên jiyanê tên û got: “Bicihkirina guherîna zagona Rewşa Kesane, jinan koçî herêma Kurdistanê kiriye. Lê belê li vir jî nebûna aliyek û pêkneanîna pêwîstiyên jiyanê jê re astengî çêkiriye. Beşek jê ji aliyê heval û nasan ve dikarin bijîn. Beşek din jî bêyî alîkarî li otel û kolanan dijîn. Her wiha Hevpeymana 188’an, hewl dide ku jin nikaribin cihê mayînê bibînin. Daxwaz kirin ku pirsgirêkan çareser bikin. Her wiha rewşa jiyankirina jinan gelek xirab e. Nebûna kar û cihê mayînê ku tê de bên parastin, pirsgirêkên jiyan kirine zêde dike.”
‘Jin ji tirsa vegerandinê xwe vedişêrin’
Rêzan Şêx Dilêr anî ziman ku wek endama rêxistina Hevpeymana 188’an, li gel encûmena bilind a jinan hevdîtin pêkanîne, da ku bikarin kar li ser vê rewşê bikin û got: “Em nizanin heta niha kar li ser hatiye kirin an na. Heta niha jî nehatiye piştrastkirin ku çend jin û zarok koçî herêma Kurdistanê bûne. Lê belê di kanelek Sumerî de pêşkêşvan Huseme Hac, beriya mehekê behs kir û diyar kir ku zêdeyî 800 jin li gel zarokên xwe koçî herêma Kurdistanê bûne. Ji bo piştrastkirina vê mijarê me rasterast pêmendî li gel kir, da zanîn ku ji dezgahên emnî ya bajarê Hewlêrê karîne vê agahiya bigrin. Lê belê em dizanin nebûna diyarkirina daneyên rast sedemê diyarnekirina van jinan e. Her wiha ji ber tirsa eşkerebûn û vegerê beşek ji wan jinan xwe eşkere nakin, da ku neyên vegerandin û zarokên wan ji wan neyên girtin.”
‘Dayîkan ji mafê dayîkbûnê bê par dike’
Rêzan Şêx Dilêr di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ev jin nikarin gilî bikin. Ji ber ku ewê zarokên wan ji wan bistînin. Lê belê bi rêya rêxistinên civaka medenî û rêxistina Înstatûya Mafê Navnetewî li herêma Kurdistanê, biryar e ku di mehên pêş me de konferans li gel Wezareta Dadê were lidarxistin. Ji bo ew biryarên li derveyî herêma Kurdistanê hatine dayîn, li herêma Kurdistanê neyên pêkanîn. Ji ber ew malbatên li herêma Kurdistanê dijîn neçarî zagonê dikin. Ji ber wê hertim bi rêya pêwendî û kombûnan em dixwazin aliyên siyasî û peywendîdar ji vê rewşê agahdar bikin. Her wiha daxwaz ji serokê herêmê bikin ku vê zagonê bicih neynin û tevahî jin û zarokên li herêma Kurdistanê biparêzin. Beşek ji wan jinên ku hevjînê xwe berdane nefeqeya jin û zarokan ev çend sale negirtine, an beşek ji bavê zarokan jiyan nake, malbatên mêran daxwaza zarokên xwe dikin, dayîk nikare dubare zarokê xwe bibînin. Ji ber wê divê karê girîng ji bo dadgehê bikin. Dadwer bêyî têgihiştina ji rewşê yekser zarok teslîmê bav an malbata bavê zarok nekin. Ev zagon li herêmên Şîa pirsgirêkên zêde bi xwe re aniye û li dadgehan mafê jinê binpê dike. Niha pirsgirêk du qat bûye. Ji ber dadgeh destûr nade dayîk carek din zarokên xwe bibînin. Ev jî dayîkan ji mafê dayîkbûnê bê par dike. Lê belê dikaribûn vê zagonê bi awayek baştir biguherînin, ne zarokan ji dayîkê qut bikin, ne li seraserî Iraqê bibe pirsgirêkek mezin.”