Ji ber rêgiriyê xwendekarên Mexmûrê nikarin xwendina xwe bidomînin

Ji ber ambargo û rêgiriya PDK’ê û Îraqê ya li ser wargeha penaberan a Mexmûrê, xwendekar nikarin herin zanîngehan û ji mafê xwendinê bêpar dimînin.

BERJÎN KARA

Mexmûr – Xelkê wargeha Mexmûrê ku ji ber zilma dewleta Tirk koçber bûbûn, ji sala 1998’an ve li Mexmûrê dijîn. Di heman salê de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve bi awayekî fermî wekî wargeha penaberan hat qebûlkirin û heta niha di bin berpirsyariya Îraqê de ye. Piştî ku li Mexmûrê bicîh bûn û ji xwe re warê jiyanê ava kirin, rojane rastî êrîş û polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê yên belavkirin û valakirina wargehê hatin. Ango ji roja koçberbûnê heta niha li kêleka êrîşên fîzîkî rastî êrîşên şerê taybet jî tên.

Di 17’ê Tîrmeha 2019’an de rêveberiya PDK’ê ambargo danî ser wargehê û rê neda ku ti kes ji wargehê here Hewlêrê. Piştî wê yekê hikûmeta Îraqê jî ket nava plan û polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker û dest bi hewldanên dorpêçkirin û valakirina wargehê kir. Cara ewil di 27’ê Kanûna 2021’an de û herî dawî jî di 20’ê Gulana 2023’an de xwestin wargehê dorpêç bikin. Lê bi bertekên gel re rû bi rû man û di encama berxwedana gel de paşve gav avêtin. Di hevdîtinên wan deman hatin kirin de gelek soz ji bo wargehê hatin dayîn, lê heta niha ji bo pêkanîna wan gav nehatine avêtin.

Li ser vê yekê beriya demekê Hevserokatiya Meclîsa Gel a wargeha Mexmûrê ragihand ku Îraq nasnameyên xelkê Mexmûrê çênake, xurek belav nake û pirsgirêkên tenduristî, îdarî û zagonî yên wargehê çareser nake. Ji 10’ê Nîsanê ve jî hikûmeta Îraqê ambargoya li ser wargehê tundtir kir û bi tu şêweyî rê nade ku xelkê wargehê derbasî bajarên Îraqê bibe. Karkerên diçin kar, vedigerînin yan jî  dikin girtîgehê, yan jî kesên ku li bajarên wek Bexda, Mûsil, Kerkûk û bajarên din in, derdixin an jî digirin. Ango ji bo kesên nexweş jî heman rewş derbasdar e.

Yek ji qadên ku herî zêde ji êrîşên dewleta Tirk, ambargo û rêgiriya PDK û hikûmeta Îraqê bandor dibe, qada perwerdê ye. Ji dema ambargoya PDK’ê heta niha xwendekar nikarin herin zanîngehên Başûrê Kurdistanê. Ango ji mafê xwe yên xwendinê bêpar in. Her wiha tevî ku hikûmeta Îraqê ji wargehê berpirsyar e jî, ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî ti gavan navêje û her roja ku diçe polîtîkayên xwe tundtir dike. Ji ber neçûyîna zanîngehan jî xwendekar di aliyê neyînî de bandor dibin û ev yek dibe sedema pirsgirêkên giran.

Têkildarî mijarê û bandorbûna xwendekaran a ji ambargo û rêgiriyê, Endama Rêveberiya dibistana Amedeyî ya Şehîd Koçerîn mamoste Aysel Bîlen ji ajansa me re axivî.

‘Riyên derketina Îraqê jî li ser me hatin girtin’

Aysel Bîlen diyar kir ku bi salan e xwendekar nikarin herin zanîngehan û xwendina wan di nîvî de dîmîne. Aysel wiha got: “Ev jî ji ber rewşa siyasî ye, ango ji ber rêgirî û ambargoya PDK’ê ye. Ji ber wargeh û rewşa erdnîgarî ya wargehê, wekî girtîgehek lê hatiye. Cîhek ku ji bo derûniya kes rihet bibe nîne, her der hatiye girtin. Ev yek hem bandorê li ser civak hem jî xwendekaran dike. Herî dawî hinek hewldanên me çêbûn ku xwendekarên me li aliyê Îraqê biçin zanîngehan. Nêzîkatiyên erênî derketin, lê piştî ku wezîrê karên derve yê Tirkiyê hat Îraqê ev nêzî 20 rojan e êdî riyên derketina Îraqê jî li ser me hatin girtin. Heta niha Hewlêr qedexe bû, niha Bexda, Musil, Kerkûk, Silêmanî û deverên din ên Îraqê jî qedexe kirine.”

‘Ti hêviyên xwendekaran tune ku pêşerojek wan hebe’

Aysel Bîlen destnîşan kir ku ji ber rêgiriya heyî û qedexeya çûyîna zanîngehan xwendekar di aliyê neyînî de gelek bandor dibin û ev tişt gotin: “Di van salên dawî de bi taybetî xwendekarên kur di asta amedeyî de ne dema em temaşe dikin di hinek refan de 3, di hinekan de jî 4 xwendekarên kur hene. Piraniya xwendekaran tu pêşerojek ji xwe re nabînin û hêviyên wan nemane. Ev yek bandor li ser perwerdeya me jî dike. Her çiqas helwdanên me hene jî, bandorek mezin dike. Her sal hema hema nêzî 100 xwendekar dibistana amedeyî diqedînin, lê tevî em civînan lidar dixin û bi wan re eleqedar dibin jî, hêviyên wan tunene ku pêşerojek wan hebe.”

‘Tenduristî û perwerde divê ji rewşên siyasî cuda bên destgirtin’

Aysel anî ziman ku ji roja penaber bûne heta niha her cure êrîş li ser wan hatiye meşandin û wiha got: “Wek gelê Kurd bi taybetî jî xelkê Mexmûrê bi rewşa siyasî ve girêdayî ne, ger rewşa siyasî baş be ya me jî başe ger ne baş be jî êrîşên herî mezin li ser me dimeşînin. Ji ber ku em di nava destê wan de ne. Ji bo wê heta astek mirov dikare tehemula hinek tiştan bike. Ger ku em mînakek bidin, ger bêjî ezê di nexweşxaneyê de kar bikim, nikarî. Ji ber ku karê xwendinê ye. Ev rewşên jiyanî ne. Perwerde jî bi heman şêweyî ye. Ti car wek wargeh ji me re berçav nayê girtin ku tenduristî û perwerde ji rewşên siyasî qut bêne destgirtin. Berovajî wê lê dinhêrin ka wê civak di kîjan aliyan de wek derûnî bandor bibe, dest davêjin wir û êrîş dikin.”

‘Bangên me bê bersiv dimînin’

Aysel bang li kesên têkildar kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Wek wargeh zanîngeh li ser me girtin, riyên me girtî ne, ambargo heye, di aliyên cuda cuda de êrîş li ser me hene, ger ku ev rê nehata girtin wê gel ji xwe re alternatîf ava bikira. Lê belê ji ber her der girtî ye, nikarin tiştek bikin. Tu hêviyên me ji kesî nîne, ji ber ku bang dikin jî ji nedîtî ve tên. Ji ber vê yekê wek wargehê tenê em dikarin bang li kesên ku ji derve de eleqeder dibin bikin da ku di aliyê riyên hatine girtin û ambargoya heyî de demildest çareserî bibînin.”

‘Xwendekar ji mafê xwe yê xwendinê bêpar dimînin’

Xwendekara bi navê Jînda Yildiz jî diyar kir ku her xwendekarek dixwaze bixwîne û xwendina xwe biser bixe û wiha got: “Lê ji ber pirsgirêkên heyî perwerdeya xwe nikarin temam bikin. Hinek hevalên min hene ku dev ji dibistanê berdane, ji ber ku ti hêviyek wan nîne ku bixwînin. Nahêlin em li zanîngehên wan bixwînin. Li dibistanê jî ji ber waneyên wek kîmya û fîzîk laboratuvar pêwîst e, lê ji ber ku derfetên me nîne em nikarin çêkin. Ji ber girtina deriyên zanîngehan jî xwendekar ji mafê xwe yê xwendinê bêpar dimînin û ev yek jî dibe sedem ku ji xwendinê sarbûn çêbibe. Daxwaza me ew e ku deriyê zanîngehan ji me re werin vekirin, da ku em bikarin xwendina xwe temam bikin.”