Ji ber parvekirina nûçeyê lêpirsîn li Medîne Mamedoglu hat vekirin

Der barê rojnamevan Medîne Mamedoglu bi hinceta parvekirinên wê yên medyaya dîjîtal ên der barê zarokek li Colemêrgê polîsan lêdan û binçav kirin de lêpirsîn hat destpêkirin.

Amed- Der barê rojnamevan Medîne Mamedoglu  bi hinceta pervekirinên wê yên medyaya dîjîtal ên der barê zarokek li Colemêrgê polîsan lêdan û binçav kirin de lêpirsîn hat destpêkirin. 

Di meha Nîsanê de hat xwestin qeyûm tayînî şaredariya li Wanê bê kirin. Piştî vê biryarê li gelek bajaran çalakiyên şermezarkirinê hat lidarxistin. Yek ji van bajaran Colemêrg bû. Li Colemêrgê gelek polîsên sîvîl li zarokekê dixin û binçav kiribûn. Li ser parvekirina rojnameger Medîne Mamedoglu ya der barê vê bûyerê bi sûcê ‘ji bo gel li gor zagonan neçe taxrîkirina gel’ lêpirsîn hat destpêkirin.

Medîne Mamedoglu ku bi parêzerê xwe Resûl Temûr re li Midûriyeta Polîsan a Amedê îfade da, sûcdariya li dijî xwe red kir û diyar kir ku ev wezîfe di çarçoveya xebatên wê yên pîşeyî de ye.