Ji ber nûçeyên şewatê ji bo îfadeyê gazî Medîne Mamedoglu kirin

Rojnameger Medîne Mamedoglu ji ber parvekirin û nûçeyên der barê şewatên gundên di navbera navçeya Çinara Amedê û Şemrexa Mêrdînê de, ji bo îfade gazî kirin.

Amed- Rojnameger Medîne Mamedoglu di roja 20’ê Hezîrana 2024’an de parvekirin û nûçeyên der barê şewatên gundên di navbera navçeya Çînara Amedê û Şemrexa Mêrdînê de çêkiriye weke hincet hat nîşandan û ji bo îfadeyê gazî kirin.

Di parvekirinên ku ji bo îfadeyê weke hincet hatine nîşandan de dîmenên nûçeyê cih digrin, hat zanîn ku îfade li ser îxbarê hatiye girtin.

Rojnameger Medîne Mamedoglu li gel parêzer Resul Temur çû Muduriyeta Emniyetê ya Amedê îfade da, bal kişand ku di parvekirinan de tu sûc tune ye û di çarçoveya xebatên rojnamegeriyê de nûçe çêkiriye.