Ji ber Mirina Semiye Reşîdî protesto kirin: 6 meh ceza

Du girtiyên siyasî ku li girtîgeha Qerçekê tên ragirtin Şîva Îsmaîlî û Elahe Fuadî, ji ber mirina Semiye Reşîdî protesto kirin, her yek jê 6 meh din cezayê girtîgehê lê hatin birîn

Navenda Nûçeyan – Di rojên dawî de du girtiyên siyasî ku li girtîgeha Qerçekê a Varamin tên ragirtin Şîva Îsmaîlî û Elahe Fuadî, rû birûyî biryarek nû ji aliyê darazê ve bên dayîn in. Li gorî vê biryarê her yek ji wan 6 meh din cezayê girtîgehê lê hatine birîn.

Li gorî agahiyan, ev doz piştî ku herdu girtiyan mirina Semiye Tesîdî li girtîgeha Qerçekê protesto kirin hate vekirin. Li gorî raporên tên weşandin, Semiye Reşîdî di encama pêkneanîna mudaxeleya tibî ya guncaw û ne rakirina nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest da. Ev bûyer di nava hinek girtiyan de rê li ber protestoyan vekir.

Piştî van protestoyan, derbarê Şîva Îsmaîlî û Elahe Fuladî ku xizmetên kêm ê tenduristiyê yên girtîgehê û şertên xirab îtiraz kirine dosyayek nû amade kirin û her yek jê mehkûmî 6 meh din ên cezayê girtîgehê kirin.

Parêzvanên mafê mirovan, van cezayên nû wek mînaka zexta darazê li ser girtiyên ku li dijî şertên der mirovî yên girtîgehê, kêmaniya xizmetên tenduristiyê û binpêkirina mafê girtiyan di nirxînin. Diyar kirin ku li cihê ku sedemê mirina Semiye Reşîdî lêkolîn bikin, ên ku ev rewş îtiraz kirine ceza dikin.

Girtîgeha Qerçekê, di salên dawî de ji ber şertên hîjyena xirab, kêmahiya xizmetên tenduristiyê û muameleyên xirab ên li dijî girtiyan, bi caran bû mijara rexenyên saziyên mafê mirovan.