Ji ber kûrbûna krîza aborî: Barê debarê dikeve ser milên jinan
Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, jin debara xwe bi berhevkirina sergo dikin. Jinên ku li hemberî xebatên ne fermî, bi pereyê kêm û cudakariyê re têdikoşin, di nava mercên ji desteka civakî bêpar de hewl didin bijîn.
					SEMÎROM RASTÎN
Sine – Li gorî daneyên fermî, li welat mezinên malbatan ji sedî 12 – 14 ji jinan pêk tên. Ev rêje tê texmînkirin ku di salên dawî de li derdora ji sedî 9-10’an e. Lê belê ji ber sînorbûna derfetên kar ên guncaw û nebûna derfetên civakî yen domdar êdî der barê hejmara jinên ku bala xwe dane karê komkirinê de daneyên fermî tune ne. Derfetên kar ên ji derveyî fermiyetê, bêyî qeydên îdarê tên meşandin. Ji ber vê daneyên rast nayên bidestxistin.
Hejmar zêde dibin
Lêkolînên qadê yên li bajarên cuda hatin kirin, nîşan didin ku bi taybetî beşek ji jinên li herêmên derdorê ji bo debara xwe bikin neçar dimînin sergo kom bikin. Ev kar gelemperî bêyî ewlehiya zagonî, bi pereyê kêm, di şertên zor de û bi rasthatina cudakarî û kedxwariyê tê kirin. Ji ber vê jî ev yek weke encama zêdebûna hejmara jinên ku sergo kom dikin, hebûna wan a derveyî aborî, nebûna polîtîkayên bi bandor û newekheviya di xwegihandina firsendên karan de tê nirxandin.
Zextên aborî û civakî, bi taybetî nebûna karên guncaw ji bo jinên kapasîteya wan a têrker a xebatê kêm e, hinek caran ber bi komkirina bermahiyan û karên wiha ve dibin. Ev kom gelemperî ji desteka madî û ewlehiya civakî ya aramiyê bêpar e. Bi zorê jin di karên ku bandorê li tenduristiya wan a fîzîkî û ruhî û statuya wan a civakî lewaz dike de dixebitin. Jin di gelek rewşan de rastî cudakarî, tacîzên gotînî, fîzîkî û zextên civakî tên.
Di nava sergo de li nan digere
Thuwayba Rahmanî ku debara xwe bi komkirina sergo dike, di kolanên mezin ê bajar de di destê wê de torbeyên mezin, xwe li ser qutiyên sergo tewandiye yan jî li aliyên peyarê, dema li benda wesayîda ku wê bibe malê dimîne tê dîtin. Thuwayba Rahmanî ku berê bi gopalên di destê xwe de dimeşiya, niha gopalê xwe jî winda kiriye û li nava sergo li nan digere, kom dike û dimeşe. Thuwayba Rahmanî ji derveyî bajar di maleke kirê de dijî, ji bo debara xwe sergo kom dike.
‘Tişta ku dikarim bikim eve’
Thuwaybe Rahmanî zoriya şertên jiyanê ji ajansa me re anî ziman û got: “Hevjînê min 20 sal in dest ji me berdaye. Ez bi du keçên xwe re li Nîcerê xaniyek kirê de me. Yek ji keçên min nexweş e, ya din jî li malê aksesuaran çêdike. Lê belê dahata wê kêm e. Bi salan ez xebitîm, min xalîçe çêkir, çi were aqilê we min kir lê bi rûmeta xwe xebitîm. Min destûr neda kes zoriyê li min û keçên min bike. Wekî hû hûn niha dibînin ez bermahiyan kom dikim. Tişta ku bikaribim bikim ev e. Min gopalê xwe winda kir, nizanim wê sibe çawa bixebitim.”
Li ser lingan dimîne
Thuwayba Rahmanî ku debara xwe bi komkirina sergo dike, diyar kir ku di mehên zivistanê de cilên wê yên germ ên baş tunene lê dîsa jî neçar e li kolanan bixebite û wiha got: “Cilên min ên baş ên germ tunene. Ez neçar im bi cilên li ser xwe werim.”
Thuwayba Rahmanî yek ji wan hezar jinên ku hêviya desteka dewletê nemaye, ji malbata xwe û civakê bawer nake, barê jiyanê bi tena serê xwe girtiye ser milê xwe ye. Thuwayba Rahmanî her şev li wesayîda ku wê digre siwar dibe, di saetên dereng ê şevê de careke din bi heman wesayîdê vedigere mala xwe. Westiyayî ye lê belê hê jî li ser lingên xwe dimîne.