Ji ber germa zêde gelek kes jiyana xwe ji dest didin

Hat ragihandin ku li paytexta Hindistan Delhiya Nû di 9 rojan de 192 kesên bêmal ji ber germa zêde jiyana xwe ji dest dane, hat hînbûn ku li Meksîkayê jî ji ber germê 155 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan - Bûyerên germahiya global li cîhanê dibin sedema mirina mirovan. Daxuyaniyên ku ji aliyê rayedarên Hindistan û Meksîkayê ve tên dayîn giraniya rewşê radixin ber çavan.

Li gorî nûçeya rojnameya India Today ya Hindistanê, rêxistina civaka sivîl a Navenda Rabûna Holistik, der barê bêmalên ku di navbera 11 û 19’ê Hezîranê de ji ber germa zêde jiyana xwe ji dest dane, raporek weşand. Li gorî vê yekê, di 9 rojên ku hewaya germ gihîştiye lûtkeyê de, li Delhiya Nû 192 kesên bêmal jiyana xwe ji dest dan. Ev wek daneyên ku di 6 salên dawî de herî zêde bêmal ji ber germa zêde jiyana xwe ji dest dane hat ragihandin.

Banga hişyariyê hat kirin

Dîrektorê Navenda Rabûnê ya Holîstîk Sunil Kumar Aledia daxuyaniyek da û diyar kir ku ev îstatîstîk metirsîdar in û xwest ji bo bêmalên ku koma herî mexdûr a civakê ne, di zûtirîn demê de tedbîrên bi bandor bên girtin.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê li welat di navbera 1’ê Adarê û 18’ê Hezîranê da ji ber germa zêde 40 hezar û 272 bûyer hatine raporkirin. Tenê 457 ji bûyerên navborî di 18’ê Hezîranê de hatin dîtin. Li paytext Delhiya Nû di 29’ê Gulanê de pileya herî bilind a germahiyê bi 52,9 pile hat tomarkirin.

Li Meksîkayê ji ber germa zêde 155 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Meksîkayê hejmara kesên ji ber pêla germê ya ku ji serê salê vir ve bi bandor e jiyana xwe ji dest dan derket 155’an. Rayedaran agahî dan ku wê germahî heta 5’ê Cotmehê bidome. Di çapemeniyê de hat diyarkirin ku bi qasî 2 hezar û 567 kesan ji ber lêxistina rojê serî li nexweşxaneyan dane.

Her wiha li gorî nûçeyên di çapemeniya Meksîkayê de cih digrin, her ku germahî zêde dibe asta ava bendavan kêm dibe.