Ji ber êrîşên li ser Xezayê di şevek de 110 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan
Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezayê ku tevahiya şevê domiyan, jin û zarok jî di nav de 110 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan. Hat ragihandin ku hemû jeneratorên li nexweşxaneyên Xezayê wê di nava 48 saetan de rawestin.
Navenda Nûçeyan- Piştî operasyona Hemasê ya bi navê ‘Tofana Eqsayê’ ya di 7’ê Cotmehê de, Îsraîl êrîşên xwe bi hedefgirtina sivîl û jîngehên Şerîda Xezayê didomîne. Îsraîlê ji şevê din ve êrîşên esmanî yên dijwar birin ser gelek deverên Şerîda Xezayê. Balafirên şer ên Îsraîlê li bajarokên Xan Yûnis û Refahê yên Şerîda Xezayê jîngehên sivîlan hedef girtin.
Di êrîşên bi şev de 110 Filistînî mirin
Li gorî nûçeyên kanalên herêmî yên Xezayê ku ji çavkaniyên nexweşxaneyê ne; di encama êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê de, di şevekê de jin û zarok jî di nav de 110 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan. Di êrîşa li Xan Yûnisê de zarok jî di nav de herî kêm 23 kes mirin û 45 kes jî birîndar bûn. Hat hînbûn ku hê jî gelek kes di bin xirbeyan de mane û xebatên rizgarkirinê berdewam dikin. Di êrîşên li bajarê Refahê de herî kêm 30 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan.
Hat diyarkirin ku di êrîşên hewayî yên li ser malên li derdora Nexweşxaneya Aksa û avahiyên jîngehên sivîlan ên bi navê Bircên Esra yên li rojavayê Kampa Penaberan a Nuseyrat a li navenda bajêr gelek mirî û birîndar hene. Her wiha di encama êrîşên esmanî yên di saetên dawî de li ser Kampa Penaberan a Cebalya ya li bakurê Şerîda Xezayê mirî û birîndar hene.
Îsraîl: Li dijî 400 cihan êrîş pêk hatin
Tevî banga rawestandina qetlîaman jî Îsraîl bê cudahî li dijî sivîlan bombebarana li Xezayê didomîne. Di daxuyaniya ku ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hat dayîn de hat ragihandin ku li 400 cihên li taxên cuda yên Şerîda Xezayê hatine xistin. Di daxuyaniyê de hat îdiakirin ku cihên lê wan hatiye xistin “hedefên Hamasê” ne, qala mirina sivîlan nehatiye kirin. Artêşa Îsraîlê, di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku yek ji hedefan mizgeftek e.
Hamasê 2 jinên Îsraîlî yên dîl berdan
Di daxuyaniya xwe de, Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor eşkere kir ku berpirsên Xaça Sor di azadkirina du jinên Îsraîlî yên dîl de rol lîstine. Di daxuyaniyê de hat gotin ku “bêalîbûna” di navbera aliyên şer de misogeriya vê yekê dike û hat destnîşankirin ku ew amade ne serdana esîrên din ên li Şerîda Xezayê bikin û bên berdan.
Di daxuyaniya nivîskî ya Tûgayên Qassam de hat ragihandin ku 2 sivîlên bi navê Nurit Yitzhak û Yocheved Lifshitz ku berê dîl hatibûn girtin, bi navbeynkariya Misir û Qeterê “yekalî” hatine berdan. Televîzyona Misrê jî dîmenên 2 jinên Îsraîlî yên ku ji Deriyê Sînor ê Refahê anîne welat weşand.
UN: Mazotê çend rojî mane
Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric di civîna çapemeniyê ya rojane de pirsên rojnamevanan bersivand. Stephane Dujarric, bal kişand ku heta niha tu alîkariya sotemeniyê ji Xezayê re nehatiye kirin û diyar kir ku hevkarên wî yên li Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo penaberên Filistînî li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) hişyarî dane û gotine: “Em binê tankera sotemeniyê dibînin” ku tenê ji bo çend rojan mazot maye.
‘Alîkarî têrê nake’
Stephane Dujarric bi bîr xist ku ji 7’ê cotmehê û vir ve elektrîk ji Xezayê re nayê dayîn û diyar kir ku bi taybetî nexweşxane di rewşeke pir xirab de ne û li Nexweşxaneya Şîfa ya ku 700 kapasîteya nexweşan lê heye, nêzî 5 hezar nexweş tên dermankirin. Stephane Dujarric agahî da û wiha got: “Îro 20 kamyonên alîkariyê derbasî Xezayê bûn. Ji 21’ê Cotmehê vir ve hejmara kamyonên alîkariyê derbasî Xezayê bûne gihştiye 54’an.” Herwiha Stephane Dujarric bi bîr xist ku beriya krîzê rojê bi qasî 450 kamyonên alîkariyê diçûn herêmê û diyar kir ku alîkariya heyî têrê nake.
‘Divê hemû binpêkirinên hiqûqê bên lêkolînkirin’
Stephane Dujarric diyar kir ku divê sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ji bo lêkolînkirina êrîşa li ser Nexweşxaneya Xeza El Mamedanî (el-Ehlî Baptîst) ya li Xezayê ji hêla yek ji saziyên dadwerî yên Neteweyên Yekbûyî ve were destûr kirin. Stephane Dujarric, diyar kir ku êrîşên li dijî tesîsên Neteweyên Yekbûyî otomatîk tên lêkolînkirin û got: “Hemû binpêkirinên hiqûqê yên ku em dibînin divê bên lêkolînkirin.”
‘Hejmara kesên ji cih û warên xwe bûne gihîşt milyonek û 400 hezarî’
Ji aliyê din ve di daxuyaniya nivîskî ya Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) de hat ragihandin ku hejmara kesên li Xezayê ji cih û warên xwe bûne derketiye milyonek û 400 hezarî. OCHA yê diyar kir ku hejmara windayan gihîştiye hezarî û ragihand ku bi baweriya wan kesên mijara gotinê yan mirine yan jî di bin xirbeyan de mane.
‘NY di agirbestê de israr dike’
Stephane Dujarric bersiva pirsên rojnamevanan da û got: “Em di hevdîtinên xwe yên bi aliyên şer re li ser vê mijarê (agirbestê) israr dikin" û diyar ku OCHA daneyên xwe ji çavkaniyên Neteweyên Yekbûyî û hevkarên pêbawer ên li qadê wergirtine.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê: 48 saet mane ku jenerator bên girtin
Eşref el-Qudra yê Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê di daxuyaniya xwe ya li ser medyaya dijîtal da wiha got: “Kêmtirî 48 saetan maye ku hemû jenerator li nexweşxaneyên li Xezayê bisekinin." Eşref El-Qudra diyar kir ku pergala tenduristiyê ya li bajêr di dîroka xwe de di qonaxa herî xirab de ye û got ku mekanîzmaya gihandina alîkariyan ji bo Xezayê gelekî hêdî dixebite û ev yek wê rewşê neguherîne.
Midûrê Nexweşxaneya Şîfayê Muhammed Ebû Silmiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ger sotemenî ji Xezayê re neçe wê felaketeke mezin rû bide.
Dîwana Edaletê ya Navneteweyî wê pêvajoya hiqûqî bigre dest
Dîwana Edaletê ya Navneteweyî (ICJ) ku saziya dadwerî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ye, bi biryara xwe ya 30’ê Kanûna 2022’an, rojên danişîna raya şêwirmendiyê ya ji aliyê Komîteya Taybet a Siyasî û Dekolonîzasyonê ya Meclîsa Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve hatibû xwestin, eşkere kir. Li gorî daxuyaniyê, danişînên ICJ’ê yên derbarê polîtîka û pêkanînên Îsraîlê yên li Filistînê bandoreke çawa li ser statuya hiqûqî ya dagirkeriyê dike û encamên hiqûqî yên vê statuyê ji bo hemû dewletan û Neteweyên Yekbûyî wê di 19’ê Sibata 2024’an de dest pê bike.
Têkildarî rêza ku 57 dewlet û saziyên navneteweyî yên bi nivîskî beşdarî pêvajoyê dibin wê daxuyaniyên xwe yên devkî piştre bê dayîn.
Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di pirsa xwe ya ewil da ji ICJ’ê ra wiha got: “Binpêkirinên berdewam ên Îsraîlê yên li ser mafê çarenûsî yê gelê Filistînê, dewleta Filistînê ya ku ji sala 1967’an vir ve dagir kiriye, tedbîrên ji bo guhertina avahiya demografîk, karakter û statuya Qudsê jî di nav de ye, encamên qanûnî yên ji ber dagirkirina wê ya demdirêj, niştecîhkirin û pêvekirina xaka wê û pejirandina qanûn û tedbîrên cihêkar ên têkildar çi ne?” Dîwana Edaletê ya Navneteweyî di sala 2004’an de di nêrîneke şêwirmendiyê de qebûl kir ku dîwarê Îsraîlê li herêmên dagirkirî yên Filistînê çêkiriye ne li gorî hiqûqa navneteweyî ye.