Ji ber bêrêziya li dijî şervana jin Desteya Serbixwe ya Mafê Mirovan doz vekir
Desteya Serbixwe ya Mafê Mirovan a Herêma Kurdistanê ragihand ku ji ber nirxandinên Mele Mezher ku bê rêzî li dijî şervanek jin kiriye ew ê dozê vekin.
Navenda Nûçeyan – Desteya Serbixwe ya Mafê Mirovan a Herêma Kurdistanê têkildarî nirxandinên Mele Mezher yên duh ku bê rêzî li beramberî şervanek jin kirî daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Mixabin mamostayek li bajarê Hewlêr bi navê Mele Mezher Tahir, di kenalek a medyayê de bêrêzî lî bermaberî jin, rol û cihê jinê kiriye. Bi rêya medyayê rola jinan kêm kiriye û wek jinek li malê û xizmetkar pênase kir ku erkê wê tenê mal e. Ev gotin bi tamamî li dijî gotinên olî ne. Dijî mafê mirovan û rûmeta jinan e. Ji ber van heqaretan em ê doza zagonî vekin. Ji ber ev gotinên Mela Mezher dijî madeya 14’an a destûra Iraqê ye, ev madeye bi eşkere behsa wekheviya jin û mêr dike.”
Desteya Mafê mirovan bang li diyanet û yekîtiya zanayan kir ku li dijî kesên ku bi navê olî binpêkirina li beramberî mafê xelk û jinan dikin bi sekinin.
Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Bi tundî em li dijî van cûrên nirxandinanin û em şermezar dikin. Em rêzê li jinan digrin û em ê rola jinan bilind bikin.”