Ji Başûrê Kurdistanê bang: Divê Kurd li dijî hemû xetereyan baldar bin

Bi dehan rojnamevan, akademîsyen û mamosteyên olî yên Herêma Kurdistanê li ser metirsiya li ser Kurdan bangek lezgîn kirin û gotin: “Divê Kurd yekrêziya xwe çêkin û xwe ji bo hemû egeran amade bin.”

Navenda Nûçeyan – Bi dehan rojnamevan, akademîsyen û mamosteyên olî yên Herêma Kurdistanê, derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê û Gelê Kurd, bi giştî ji bo raya giştî bangek lezgîn belav kirin.

Di bangê de tê gotin ku ji ber êrîşa vê dawiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê, metirsiyek mezin li ser hemû netewa Kurd çêbûye, niha agirbest heye, lê hîn jî dilê xelkê Kurdistanê ne rihet e û koçber venegeriyane ser cihê xwe. Her wiha bajarê Kobanê û derdora wê di bin dorpêçek giran de ye.
Di dewama bangê de ev tişt hatin gotin:
“Li beramberî vê dagirkeriya ku bûye sedema karesata mirovî û sûcê şer, bêdengiya welatên herêmê û navnetewî, ji bo hemû Kurdan bûye dersek dîrokî û ezmûnek nû. Dibe ya ku li Suriyeyê rûdayî, li cihek din ê Kurdistanê dubare bibe.

Divê Kurd bi yekrêziyê, xwe ji bo hemû egerên ku nayên xwestin amade bike

Ev yekîtiya di vê rewşa awarte de, çeka herî bihêz a netewa me ye. Lê mixabin hinek caran di cîhana mecazî û rast de, dengek tê dibihîstin ku berovajiyê vê yekîtiyê, dabeşbûnê diafirîne.
Divê rêz li hemû pîrozî û fikirên cûda were girtin, divê mesûmiyeta Kurdan bibe haveyna yekîtiya gelê Kurd. Di her eniyek fikrî de, divê dijatiya dijî zordaran bihevre bikîn proje û nexşerêya xwe. Em rê nedin hinek kes vê yekitiya ku berhema hewldanên herkesî ye têk bibe.
Piştgiriya îro ya berfireh a ji bo Rojavayê Kurdistanê, nîşana wefadariya mirovî ye. Em bang li partiyên siyasî, saziyên ragihandinê, rêxistinên civaka sivîl û hemû Kurdan dikin, li ser xalên hevbeş bi hev re kar bikin û di nava fikirên cûda de jî bibin pira yekitiyê. Divê raya giştî hemberî metirsiyan were birêxistinkirin û xwe ji hemû karên ku bibe sedema perçebûnê, dûr bixin.
Yekxistina nav mala Kurdan ji her tiştî girîngtir e, divê em peyamên ku ruhê yekîtiyê diafirînin qebûl bikin. Em ji cîhanê re bêjin tevî nakokiyên me, em li ser armancek bilind lihev dikin.”

Navên kesên ku îmzeya xwe danînê binê bangê ev in:

Mele Hesen Şemêranî- zanayê olî
Tofîq Kerîm-Nivîskar
Dr. Keywan Azad-Mamosteyê Zanîngehê
Kemal Reuf – Rojnamevan
Nazim Ebdullah – siyasetmedar
Ebûbekir Karwanî – nivîskar û siyasetmedar
Yasîn Hesen – Siyasetmedar
Soran Heme Reş – dîroknas
Dr. Hogir Mehmud – Mamosteyê Zanîngehê
Mihemed Reuf Mihemed– nivîskar û siyasetmedar
Selah Salar – Rojnamevan
Dr. Fatih Sengawî – Parlamenter
Omêd Parezanî – Nivîskar
Seîd Elî – Rewşenbîr
Dr. Dara Heme emîn – mamosteyê zanîngehê û rewşenbîr
Mohsin Huseyin – siyasetmedar
Riyaz Kake – xwendekar
Mesûd Ebdulxaliq – nivîskar û rewşenbîr
Remezan Namiq – Rewşenbîr
Ebdulrehman Ehmed – çalakvanê siyasî
Fazil Heyder – Rewşenbîr
Ehsan Yasîn Zalmî – Rewşenbîr
Dr. Yehya Omer Rêşawî – Mamosteyê Zanîngehê
Asos Herdî – Rojnamevan
Dr. Hawar Kemal Mîrza – Mamosteyê Zanîngehê
Dr. Hardi Mike Ali – Mamosteyê Zanîngehê
Dr. Ejî Azad – Serokê Navenda Kurdistanê
Dr. Yasin Taha Mihemed – Mamostayê Zanîngehê
Dr. Enwar Ferec – Mamosteyê Zanîngehê
Dr. Serwer Abdurrahman – Serokê Enstitûya Pay
Saman Heme Kerim- Rojnamevan
Nabil Hama Saleh Ezîz – Rêveberê Perwerdehiya Şarezûrê
Hawkar Izet Mike – Rojnamevan
Peyam Mihemed Tahir – Mafperwer
Peywend Kemal Mehmud – Parêzer
Dr. Saman Saleh – Mamosteyê Zanîngehê
Aram Seîd – Nivîskar
Gimo Mihemed – Parêzer û rojnamevan
Aram Seîd – Nivîskar
Gimo Mihemed– Parêzer û Rojnamevan
Dr. Geşe Hefîd – Çalakvan
Şukrullah Hemê Emîn – Çalakvan
Rêbaz Farûq – Çalakvan
Kosret Ehmed Bêkes- çalakvan
Nehro Allayî- rojnamevan û çalakvan
Niştiman Kemal-çalakvan
Semed Mihemed – Parêzer
Hîwa Seyîd Selîm – Çalakvan
Aram Helednî – Çalakvan
Hêmin Hesen – Rojnamevan