Ji bajaran peyama roja Zimanê Dayîkê
Kurdên ku di 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de daketin qadan, daxwazên xwe yên statuya Kurdî, grantiya destûra bingehîn û perwerdeya bi zimanê dayîkê anîn ziman.
Navenda Nûçeyan – Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê bi dirûşma “Statuya Kurdî Perwerdehiya bi Kurdî” ji ber avahiya DBP’a Amedê ya navçeya Rezanê heya ber parka Koşuyoluyê meşiyan. Hevseroka DBPê Çîgdem Kiliçgûn Uçar, hevşaredarên navend û navçeyên Amedê, endam, rêvebirên partiyên siyasî û gelek kes tevlî daxuyaniyê bun. Di daxuyaniyê de pankartên bi zaravayê Kirmanckî û Kurmancî li ser “Statuya Kurdî Perwerdehiya bi Kurdî” û “Em naxwazin zimanê me winda bibe” hat vekirin û her wiha kesên tev li daxuyaniyê bûn dowîzên girîngiya ziman vedigotin hildan. Daxuyaniyê mamosteyê zimanê Kurdî Nûh Bozkûrt xwend.
‘Zimanê kurdî weke statû qebûl bikin’
Nûh Bozkûrt bi lêv kir ku ziman hêmana sereke ya neteweyan e û tenê bi rêya rêzgirtina nirx û mafên hev û din civak dikarin aştî û hevgirtina di navbera xwe de ava bikin û xurttir bikin. Nûh Bozkûrt, diyar kir ku zemîna yekem û herî berbiçav a vê aştî, hevahengî û hevgirtinê jî rêzgirtina li mafê zimanê dayîkê ye, misogerkirina van mafan e û bicihkirina çanda pirrengî û pirzimaniyê ye û wiha pê de çû: “Wekî ku tê zanîn, têkoşîna bangladeşiyan a ji bo zimanê xwe yê dayikê, mafê xwe yê jiyana bi zimanê dayîkê û xwepêşandana wan a ji bo şikandina pergala yekzimanî bûye bingeha vê roja yadkirinê ya 21ê Sibatê ku weke Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî hatiye pejirandin. Îro di vê sedsalê de jî li gelek derên cîhanê wekî kurdan gelek gel xwedî li zimanê xwe û mafê xwe yê zimanê dayikê derdikevin û daxwaza mafên xwe yên kolektîf dikin. Gelê kurd jî ev ji sed salî zêdetir e ku li dijî pergala yekzimanî ya asîmîlasyonîst li ber xwe dide, daxwaza mafên xwe yên zimanî dike û bang li gelê kurd û hemû gelên din ên Kurdistan û Tirkiyeyê dike ku têkoşîna xwe ya ji bo statu û mafên xwe yên zimanî yên wekî statu û perwerdeya bi zimanê dayikê xurttir bikin.”
‘Xûrtkirina zimanê kurdî’
Nûh Bozkûrt destnîşanê pêvajoya aştiyê ya ku destpêkiriye kir û got ku di vê pêvajoyê de, weke cihekî ku kurd lê xwedî mafê xwe yê perwerdeya bi zimanê dayikê ne, bi zimanê xwe bi serbestî dikarin hemû kar û barên xwe bikin û xwedî statuyekê ne û bi lêv kir ku wan dîtiye ku bê ka çawan Rojavayê Kurdistanê bi êrîşan re û bi bêtehemiliyekê re rû bi rû ma ye. Nûh Bozkûrt wiha pê de çû: “Di bingeha vê bêtehemiliyê de em dizanin ku nerûniştandina çandeke pirrengîparêzî, hevqebûlkirin û wekheviyê heye; li şûna vê yekê, tiştekî ku tê xwestin ew e ku hiyerarşiya neheq a heyî ya di navbera gelan û zimanan de bê berdewamkirin û kûrtirkirin. Diyar e ku ev helwest jî çêker nîn e, hilweşîner e. Weke saziyên zimanê kurdî, bi hişmendiya bilindkirina alaya zimanê kurdî, avakirina pireke têkoşînê di navbera ziman û gelên bindest de û bi berzkirina daxwazên xwe yên sereke yên zimanî, ku statu û perwerdeya bi zimanê dayikê ne; em ê bi minasebeta 21ê Sibatê xebatên wekî panel, meş, dax uyanî, pêşandana lîstikên şanoyê û fîlman, pêşandana lîstikên şanoyê tenê ji bo jinan, pêşandana lîstikên şaniyê ji bo zarokan, şevên dengbêjan, îmzekirina pirtûkan, li cihên navendî danîna standan ji bo xurtkirina hişmendiya zimanî, vekirina Parka Gulîstana Zimanan, konsera pirzimanî, forûm, belgedayîna xwendekarên saziyên zimanê kurdî, bi saziyên çandê re konserên pirzimanî, semînerên ji bo malbatan, stand-up, bi pêşengiya Meclîsa Zazakî şandina nameyan bo UNESCO, Serokwezîr û Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê ji bo pêşîlêgirtina jinavçûna kirmanckî/zazakî.”
‘Zimanê me hebûna me ye’
Piştre Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî. Çîgdem Kiliçgun Uçar bal kişand ser êrîşên li dijî zimanê kurdî li dewlet kir ku dawî li polîtîkayên xwe yên înkarê bîne û gavên destûrî bavêje. Çîgdem Kiliçgun Uçar destnîşan kir ku divê astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî werin rakirin û got, “Îro ji bo azadî û pêşeroja zimanan rojek girîng e. Li gorî lêkolînekê, zaravayê Kirmançkî yê Kurdî bi tunebûnê re rû bi rû ye. Em dikarin bi hev re li dijî êrîşên li ser zimanê Kurdî li berxwe bidin. Birêz Ocalan her tim girîngiya têkoşîna ji bo zimanê Kurdî tekez kiriye û pêwîstiya berdewamiya vê têkoşînê destnîşan kiriye. Pêwîst e dewlet şertên pêvajoya ku zêdetirî salek berê dest pê kiriye bicîh bîne û gavan bavêje da ku zimanê Kurdî wekî zimanê perwerdehiyê bê naskirin û statuya fermî bide. Zimanê me rûmeta me ye. Zimanê me hebûna me ye.”
Wan
Li Wanê jî bi pêşengiya KURDÎGEH'ê li Qada Bajêr şahî hat lidarxistin. Gelek kes beşdarî şahiyê bûn. Di şahişê de pankarta “Statuya Kurdî perwerdehiya bi Kurdî”, “Bi zimanê xwe biaxive, bi zimanê xwe bixwîne bi zimanê xwe bîjî” hat vekirin. Di şahiyê de daxuyanî hat dayîn. Dû re Hevberdevka Înîsiyatî Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît axivî û bal kişand ser girîngiya ziman û polîtîkayên li hemberî ziman.
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.
Şirnex
Li navçeya Cizîra Botan bi pêşengiya Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek û Komeleya Ziman û Çandê ya Cûdî meşek hate lidarxistin. Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir û bi hezaran kes tev li meşê bûn. Welatî bi cilên xwe yên neteweyî beşdarî meşê bûn û di meşê de bênavber dirûşmên dilsoziya bi ziman re hate berzkirin. Girse li ber Birca Belek civiya û heta Medreseya Sor ango Medreseya Meleyê Cizîrê meşiya.
Piştî meşê Hevseroka CÛDÎ-DERê Evîn Kulja daxuyaniya hevpar xwend.
Îzmîr
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) aa Îzmîrê, bi boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, li ber avahiya komeleyê civîneke çapemeniyê li dar xist. Ji rêveberên komeleyê Mustafa Kizartici, daxuyaniya çapemeniyê ya bi Kurdî û ya bi Tirkî jî ji aliyê Hevseroka Şaxa ÎHD a Îzmîrê Zilan Gumuş ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê di çareserkirina pirsgirêka Kurd û pêkanîna aştiya civakî de xwedî girîngiyeke sereke ye û hat destnîşankirin ku ji bo perwerdehiya bi zimanê dayikê pêdivî bi garantiyên qanûnî hene.
Riha
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê bi boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, civîneke çapemeniyê li dar xist. Endamên Platformê û Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan beşdarî civîna çapemeniyê ya li ber Novada Park AVM'yê bûn.
Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Ez bi zimanê xwe zikmakî heme" ya bi Kurdî, Erebî û Tirkî hat vekirin. Rêveberê Şaxa OHD a Rihayê Yasîn Aktaş metna daxuyaniyê xwend.