Ji Amnestyê derbarê zêdebûna krîzên mirovî li Sûriyeyê de hişyarî
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty) banga rawestandina binpêkirinên mafên mirovan ên giran li Sûriyeyê kir. Amnesty hişyarî da ku nebûna lêpirsînên serbixwe û hesabpirsîna rastîn êşa gel zêde dike.
Navenda Nûçeyan – Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty) ji hikûmeta demkî ya Sûriyeyê xwest ku yekser gavan bavêje da ku binpêkirinên mafên mirovan ên cidî çareser bike û diyar kir ku nebûna lêpirsînên serbixwe û hesabdayîna rastîn êşa qurbaniyan zêde dike. Piştî salekê ji danezrandina hikûmetê li Sûriyeyê gelek pevçûn û komkujî pêk hatin. Rêxistinê diyar kir ku ji ber binpêkirinên berdewam ên li dijî beşên û pêkhateyên cûda yên civakê, pêdivî bi xebata navneteweyî heye da ku edaletê mîsoger bike.
Komkujî
Di raporek ku roja Sêşemê hate weşandin de, rêxistinê destnîşan kir ku li herêma peravê ya Sûriyeyê komkujî pêk hatinğ û bûne sedema kuştina zêdetirî hezar û 400 kesan. Û ev wek sûcên şer binav kir, lê lêpirsînek navneteweyî ya serbixwe tuneye. Tevî destpêkirina darizandinên sînorkirî, hejmareke mezin ji gumanbaran hîn jî serbest in.
Revandina jin û keçan
Raporê bal kişand ser zêdebûna revandina jin û keçan, bi taybetî li Lazqiyê û Tartûsê, ku li wir bi dehan dozên têkildarî daxwazên fîdyeyê û zewaca bi zorê hatine belgekirin. Rêxistinê rexne li "têkçûna eşkere ya hikûmetê di pêkanîna lêpirsînên cidî de" kir û ji ber domandina vê diyardeyê rayedar tewanbar kirin.
Li başûrê welat, rêxistinê kuştinên bêdadwerî li Suweydayê belge kir, ku tê de bi dehan sivîl, di nav de mêr û jin, di bûyerên ku di tesîsên giştî û malan de qewimîn de hatin kuştin. Tevî ragihandina avakirina komîteyên lêpirsînê, heta niha ti encamên berbiçav nehatine tomarkirin.
Krîzên mirovî
Raporê rave kir ku bi milyonan Sûrî hewcedarê alîkariya mirovî ya lezgîn in, ji ber ku krîza mirovî ji ber hişkesaliya giran û kêmbûna hilberîna çandiniyê kûrtir û xirabtir dibe. Her wiha ji ber di demekê de ku fînansmana navneteweyî kêmbûnek girîng dijî û şert û mercên jiyanê hîn bêtir tevlihev dike.
Di raporê de ev jî hat zêdekirin ku ji sala 2011’an û vir ve zêdetirî 100 hezar kes winda ne û erka saziyên berpirsiyar ên diyarkirina çarenûsa wan, pir leaz e. Malbatên qurbaniyan jî nerazîbûna xwe ji nebûna gavên berbiçav û cidî yên li ser vê mijarê anîn ziman.
Bangên navneteweyî
Rêxistinê di dawiya rapora xwe de bal kişand ser girîngiya ku edaleta veguhêz hemû qurbaniyan bê îstîsna bigre nav xwe. Her wiha daxwaza berdana kesên ku bi awayekî kêfî hatine girtin û mîsogerkirina darizandinên adil, kir. Rêxistinê xwest ku rê were dayîn da ku komîsyonên lêpirsînê yên navneteweyî bighêjin cihên binpêkirinan. Her wiha daxwaza zêdekirina piştgiriya mirovî ya navneteweyî û zêderina zextê kir da ku binpêkirin rawestin û hesabpirsîn were mîsogerkirin.