Ji Amedê berteka li dijî qetilkirina Narînê: Em ê bêdeng nemînin

Jinên Amedê bertek nîşan bûyera Narîn Guran ku piştî 19 rojan bi awayek qetilkirî hatî dîtin dan û gotin: “Ên ku me qetil dikin ne lawir in, mêr in. Ji bo ev hovîtî berdewam neke divê her kes rabe ser lingan.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Cenazeyê Narîna Guran a 8 salî ku di 21’ê Tebaxê de li Taxa Çulî ya navçeya Rezana Amedê winda bû piştî 19 rojan hate dîtin. Di dosyaya ku dayîk, bav û birayê wê jî di nav de 24 kes hatin binçavkirin de biryara nepan û  qedexeya weşanê berdewam dike.

Rastiya vê komkujiya ku di nava civakê de bûye sedemê bertekê mezin hê derneketiye holê, li bajar hejmarek zêde STK (saziyên civaka sîvîl), partiyên siyasî û Baroya Amedê dosyayê dişopînin. Gelê Amedê bi meşekê bertek nîşanî pêvajoya hat jiyîn dan, bi dirûşmeyên ku berz kirin xwestin kujer zû werin dîtin. Jinên beşdarî meşê bûne bi gotinên; “Ev welat ji bo jin û zarokan ne bi ewle ye. Em ditirsin derbikevin ji derve” daxwaz kirin ku ji bo ev tundî û komkujiya hatiye jiyîn ronî bibe, mekanîzmayên pêwîst bixin dewrê.

‘Em naxwazin zarokên xwe ji destên qirêj re bihêlin’

Çinar Topuz diyarkir ku Tirkiye ji bo jin û zarokan ne bi ewle ye û wiha got: “Hemû zarokên ku li ser rûyê erdê yên me ne, divê em hemû zarokan bi parêzin. Îro tiştên ku hatiye serê Narînê sibê yan roja din dibe ku were serê hemû jinan. Ji ber vê ez beşdarî vê meşê bûme. Em birîndarin, diyarbû ku wê aqûbeta wê wisa be. Kî kê di parêze em nizanin. Gulistan Doku, Narîn, Leyla qet ferq nîne. Destpêkê bi qetilkirina lawiran destpê kirin, piştre mirov û zarok qetil kirin. Belkî yek bi yek, belkî jî bi demê re, ev komkujiya komî ye. Divê ji vêrê bê gotin raweste. Em naxwazin zarokên xwe ji destên qirêj re bihêlin. Ji bo vê jî em ê têkoşîn bikin. Bêyî ku em girêdayî partî û îdeolojiyekê bin ez li vir im, li dijî komkujiyê divê em hemû tiştî bikin û dengê xwe bilind bikin. Em destûr nadin ku hêviyên zarokên me tune bikin. Tirkiye ji bo jin, zarok û lawiran ne welatek bi ewleye. Ev pirsgirêke pirsgirêkek civakî ye. Divê em ji heqê wê derbikevin. Divê ev têkoşîn mezin bibe.”

‘Ji ber zarokek min heye ez diêşim’

Emîne Aykan da zanîn ku weke malbat ji ewlehiya zarokên xwe bi fikar in û wiha got: “Ez weke dayika yek zarokî, ez keça xwe bi tenê naşînim ji derve. Li dibîstanê dibêjin jiyana civakî, lê belê mixabin jiyana civakî tune ye. Dema ku em bi tenê dişinin ya dimire, yan jî tên qetilkirin. Ger Narîna wê hebe, Ecrîna min heye. Em çi bêjin vale ye, ji ber wê ji bo em têkoşîn bikin ez li vir im. Li gundek ku dibin parastinê de ye zarokek piştî 19 rojan dîtin me gelek ditirsîne. Ji ber wê ez weke dayikekê gelek ditirsim.”

‘Li dijî van komkujiyan em bêdeng nabin’

Feleknaz Amedî destnîşan kir ku divê li dijî komkujiyan têkoşîn were mezinkirin û wiha got: “Li malê her tim em ji bo wê giriyan. Bûyerek gelek qirêj, bêedalet û bê maf e. Li dijî van komkujiyan divê her kes rabin ser lingan. Bila kes li beramber vê wehşetê bêdeng nebin. Bila êdî zarok rastî tacîz û tecawîzê neyên. Ev bû çend? Failê çend zarokan bê ceza ma. Bila êdî ev sûc ji kesê re nemîne. Gel li ser vê xakê edalet hebûye, heq, hiqûq û wijdan hebûya wê di roja yekem de bersûc bihatana girtin. Bila kes li beramberî vê wehşetê bêdeng nebin. Ev ne wehşeta yek, dû û ya dawî ye. Em vê komkujiyê şermezar dikin. Em yên ku ev kirî û hevkarê wê şermezar dikin. Li dijî van komkujiyan em bêdeng nabin. Het ev wehşet ne rawete em ê têkoşînê bikin. Divê dozger û dadwer vê qebul nekin.” 

‘Polîtîkayên mêr civakê dirizîne’

Roza Kolakan bi gotina ‘Weke jinek ciwan, ez xwe di ewlehiyê de hîs nakim’ û got: “Ji ber polîtîkayên mêr ez xwe baş hîs nakim. Ger Narîn Guran ev tişt jiyan kiribe, garantiya ku ez û xwîşkên xwe vêya jiyan nakin nîne. Ji ber bûyera hatî jiyîn ez gelek bi hêrs im. Li dijî polîtîkayên AKP-MHP em li vê derê ne. Em cardin dûbare dikin Peymana Stenbolê dide jiyîn, em dibêjin ji zagona komkujiyê re na, em ê di her qadê de bidin nişandan ku em li gel jiyanê ne. Em ne ji lawiran ji van bikujên ku xwe ji van mêr û polîtîkayan xwedî dikin ditirsin. Li dijî van em ê hertim li vê derê bin. Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

 ‘Welatê em lê jiyan dikin ne bi ewle ye’

Tulay Kendî ku beşdarî meşê bûye jî ev tişt got: “Ji ber vê bûyera hatî jiyîn ez gelek xemgîn im. Bi hezaran zarokên me ên weke Narîn hene. Ez dixwazim ev komkujî û tundî bi dawî bibe. Welatê ku em lê dijîn ne bi ewle ye. Em nikarin bi awayek azad jiyana xwe berdewam bikin. Bila ev komkujî bi dawî bibe. Bila hemû welat rabe ser lingan û rê nedin ev tundî zêde bibe. Edî bes e!”