Ji Amedê bang kirin: Riya çareseriyê Îmralî ye
Bi sed hezaran kesên ku ji bo ‘Mitînga Azadiyê’ ya li Amedê hatin ba hev destnîşankirin ku ew azadiyê dixwazin û gotin riya çareseriyê li Îmraliyê ye.
Amed – “Mitînga Azadiyê” ku dê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rakirina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk li Amedê bihata lidarxistin, ji hêla walîtiyê ve hate qedexekirin. Li ser vê yekê bi sed hezaran kes li Semta Ofîsê hatin gel hev.
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar li vir bangî bi hezaran kesan kir û ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd bal kişand ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di tecrîdeke giran de tê ragirtin.
‘Pirsgirêka Kurd înkarkirina Kurdan e’
Çîgdem Kiliçgun Uçar, diyar kir ku tevahiya pirsgirêkên li Tirkiyeyê bingeha xwe ji pirsgirêka kurd digirin û wiha got: “Ewqas dem derbas bû, îktîdar guherîn lê tu îktîdaran cisaret nekirin di mijara pirsgirêka kurd de projeyên baş pêş bixin. Komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê şerê du pergalan bû. Projeya Rojhilata Navîn a demokratîk ku azadiya gelê kurd û jiyana azad û wekhev a gelên Rojhilata Navîn esas digirt hedef hate girtin. Projeya din jî Projeya Rojhilata Navîn a Mezin bû ku hêzên hegemon ên cîhanê pêşengtiya wê dikirin. Pergalê, bi derxistina pêşengê pergala Rojhilata Navîn a demokratîk re şerên niha li gelên me ferz kir. Gelo pirsgirêka kurd çi ye? Pirsgirêka kurd, parçekirina welatê kurdan, înkarkirina kurdan, dabeşkirina civaka kurdan û dûrxistina wan a ji xwebûna xwe ye.
‘Ji paradîgmaya ku azadiyê pêşkeşî gelên bindest dike netirsin’
Îradeya kurdan tê desteserkirin û lê tê ferzkirin ku serî li ber siyaseta înkar û tunekirinê bitewînin. Pirsgirêka kurd, azad nejîna kurdan e. Ew e ku kurd ji netewbûnê hatine derxistin. Ev tespît, tespîta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Pirsgirêka kurd ew pirsgirêke ku dibêjin ‘me çareser kir’ lê tê înkarkirin. Bila her kes bibihîse; pirsgirêka kurd ne pirsgirêka ewlehiyê ye, pirsgirêka demokrasî û azadiyan e. Pirsgirêka statûyê ye. Gelo dê kî vê pirsgirêkê çareser bike? Dê kî berê înkara sedsalî biguherîne? Heye navnîşanek? Ez ji gelê me dipirsim; muxatabê çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd kî ye? Ji firkên birêz Ocalan netirsin, ji projeyên birêz Ocalan netirsin. Ji paradîgmaya ku azadiyê pêşkeşî gelên bindest dike netirsin.
‘Divê derî bên vekirin’
Projeyeke we tune ye, gotineke we ya siyasî tune ye. Bi sala ye heman tiştan dibêjin. Ev îradeye îro peyamekê dide we. Hemû astengiyan raki, berpirsyartiyeke dîrokî li xwe bigirin. Rê li ber azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan vekin, piştre jî bila di çareseriyê de rola xwe bilîze. Ev sed sal e hûn vê civakê bi gotina ‘terorê’ dixapînin. Tişta ku hûn jê re dibêjin ‘teror’, nirxên gelê kurd in. Li her devera Kurdistanê, ji rojavayê welêt, gelek kes li ser rêya ne. Çima wiha dikin; ji bo ku mirov nemirin û welêt di vê krîzê de nefetise. Ji bo ku em bikarin bên gel hev û biaxivin. Ji bo hûn li cihên nexuyayî bi mîkrofonan neqîrin. Êdî guh bidin îradey vî gelî. Vê zîhniyeta ez nabînim, nabihîzim û hwd. ev welêt tune kir. Hûn qala makezagoneke nû, qala aştiya navxweyî dikin. Hûn ê van li ser çi ava bikin? Li ser înkarê? Li ser tecrîdê? Dê li ser tunehesibandinê ava bikin? Divê êdî derî bên vekirin û fikir bên axaftin.
‘Dê têkoşîna me bidome’
Aştî, fezîlet e, hevrûbûn fezîlet e. Derkevin pêşberî raya giştî û jê re bibêjin bê ka hûn tecrîda li Îmraliyê li gorî kîjan hiqûqê dixin meriyetê. Hiqûqa li Îmraliypê, ne di hiqûqa navxweyî ne jî di ya gerdûnî de heye. Hiqûqeke qorsan e. Dewlet, li Îmraliyê hiqûqeke korsan xistiye meriyetê. Ji bo ku aştî û çareserî çênebe. Birêz Ocalan, ji bo vî welatî firsendeke mezin e. Em bang dikin ku ji vê firsendê sûd were girtin. Banga me ji bo hemû rojnameger, rewşenbî, akademîsyen û gelên Tirkiyeyê ye; têkildarî aştiyê, ji bo çareseriya demokratîk bikevin nava hewldanan û gotina xwe bikin. Banga me ew e ku li dijî tecrîdê li aser birêz Ocalan, ji bo Tirkiyeya demokratîk û ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd berpirsyartiyê li xwe bigirin. Rêya demokratîkbûna vî welatî, rêya azadiya gelên Tirkiye û Kurdistanê jî ji Îmraliyê re derbas dibe. Hûn jî vê yekê dizanin. Dê têkoşîna me bidome. Dê gelê kurd azad bibe û Tirkiye jî demokratîk bibe.”
Piştî mitîngê girse meşiya
Girseya ku piştî mitîngê ber bi Rawestgeha Kasaplaran ve meşiya dirûşmên “Bijî Serok Apo” , “Bê Serok jiyan nabe” , “Bimre xiyanet bijî Kurdistan” û “Ciwan fedayiyên Rêber Apo ne” berz kirin. Welatiyan jî bi çepik û îşaretên serkeftinê piştgirî dan meşê. Polîsên ku êrişê meşê kirin li ciwanekê dan.
Polîsan êrişî gel kir
Dema bertek nîşanî derbkirina ciwan hate dayîn, polîsan xwest du kesan binçav bikin. Ciwanek hate binçavkirin, yek jî ji aliyê welatiyên derdorê ve ji destê polîsan hate wergirtin. Di vê navberê de polîsan êrişî dayika Nobeta Edaletê Aklîme Hanasê û nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Ceylan Şahînlî ya nûçe dişopand kirin û ew derb kirin.
Polîsan bi gaza îsotê êrişî girseya ku parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Çîçek Otlû û Zulkuf Ûçar û serokê Baroya Amedê yê niha Nahît Eren û endamên baroyê û endamên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Amedê di nav de bûn kirin. Polîsan pişt re bi gotina “Ez qaneh bûm ku hûn bi fermanê li vir kom bûne” êriş parastin.
Di êrişê de destê rêvebera Şaxa OHD’a Amedê Ozum Vûrgûnê şikest, gelek parêzer jî bi awayekî sivik birîndar bûn. Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Çîçek Otlû ya bertek nîşanî êrişê da wiha got: “Em ê ji bo azadiyê li dijî tecrîdê bimeşin û li dijî vê yekê dengê xwe derxînin.”