Ji aliyê Zanîngeha Silêmaniyê ve ji bo Rojava meşek hat lidarxistin

Ji bo piştevaniya bi berxwedana Rojava re mamoste û xwendekarên Zanîngeha Silêmaniyê meşek li dar xistin û banga sekinandina êrîşên li dijî Rojava kirin.

Silêmanî- Piştevaniya ji bo berxwedana Rojavayê Kurdistanê li dijî êrîşên çeteyên HTŞ’ê ku desteka xwe ji dewleta Tirk digre, li Başûrê Kurdistanê her diçe mezin dibe. Di vê çarçoveyê de îro bi dirûşma “Zanîngeh ne tenê navenda zanistê ye, dilê neteweyî û hilgirê xema giştî ye” xwendekarên zanîngeha Silêmanî xwepêşandanek li dar xistin.
Xwendekar û mamosteyan daxwaza sekinandina şer û rakirina dorpêça li ser Kobanê kirin û gotin: “Divê welatên serdest di zutirîn demê de ji bo sekinandina şer û rêgiriya li jenosîda gelê Kurd xebat bidin meşandin.”
 
‘Divê em piştevaniyê bikin’
 
Xwenderkara qonaxa sêyem a beşa zimanê Kurdî Tavge Îbrahîm wiha got: “Divê em li pişt hemû beşên Kurdistanê bin, Kurd li ku êşê bikşînin divê em piştevanî bikin. Em ji bo piştvaniyê dimeşin û piştevaniya şervanên jin porê xwe dikin kezî. Divê em hemû piştevaniya wan bikin.”