3 sal cezayê girtîgehê li aktîvîst Saîda El-Alamî hate birîn
Aktîvîsta mafên mirovan Saîda El-Alamî ku li Kazablankê bi parvekirinên yên medyaya dîjîtal tê naskirin, mehkûmê 3 sal cezayên girtîgehê û 20 hezar dirhem cezayê pere hate kirin. Biryar, nîqaşên azadiya ramanê ji nû ve anî rojevê.

Mexrib – Dadgeha Pileya yekem a Ain Seba ya li bajerê Kazablankê ya Mexribê, aktîvîsta mafên mirovan Saîda El-Alamî, mehkûmê 3 sal cezayên girtîgehê û 20 hezar dirhem cezayê pere kir. Biryar, roja 17’ê Îlonê hate ragihandin.
Saîda El-Alamî, bi sûcdariyên “heqaretkirina saziyekî rêxistinkirî", "Bi heqeretan hedefgirtina dadgehê” û "belavkirina îdiayên derew" hate darizandin. Aktîvîst, di 3’ê Tîrmehê de li Kazablankê hatibû binçavkirin û bi awayî girtî dihat darizandin.
Saîda El-Alamî, bi parvekirinên xwe yên rexnegir ên li ser medyay dîjîtal tê naskirin. Beriya niha jî di Îlona 2022’an de mehkûmê sê sal cezayê girtîgehê hatibû kirin û piştî du salan di Tîrmeha 2024’an de di çarçoveya efûyê de hatibû berdan.
Biryara nû nîqaşên li ser azadiya ramanê ya li Mexribê ji nû ve anî rojevê. Rûxmê ku rayedar fermi îdîa dikin ku darizandin li gorî qanûnên heyî têne kirin jî, rêxistinên mafên mirovan jî balkişandin li ser zêdebûna dozên ku rojnamevan û aktîvîstan tên meşandin.
Tê payîn ku doz di qonaxa îstînafê de jî nû ve bê nirxandin.