Ji Şêx Meqsûd û Eşrefiyê koçberiya bi zorê û bêdengiya cîhanê
Li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, bi hezaran mirov neçar man koçber bibin. Bi hezaran malbatên ku koçî herêma Cizîrê kirin, li stargeh û malan bi cih bûn, di mercên zor de ji bo jiyanê têdikoşin.
Qamişlo- Ji ber êrîşên li ser taxên Kurdan Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, dîmenên komkujî koçberiyê careke din ketin rojevê. Bi hezaran malbat ji ber êrîş û komkujiyan neçar man koçî herêma Cizîrê bikin. Li navendên ku bi sedan kes dimînin, mercên jiyanê pir xirab in, li dijî sûcên ku hatine kirin bêdengiya navneteweyî didome.
Têkildarî zoriyên ku koçber dijîn, rêvebera Yekîtiya Civakî ya Efrînê û berpirsa koçberan Muşîre Mela Reşîd, diyar kir ku tiştên hatine jiyîn bûyereke demborî nîn e, bi salan e şêniyên herêmê neçarî koçberiyê dibin û da zanîn ku ev jî berdewamiya koçberiyên ku berê qewimîne ye. Muşîre Mela Reşîd bi taybetî ji bo kesên ji Efrîn û Şehbayê koçber bûne wiha got: “Herêma Cizîrê, ji ber koçberiya bi deh hezaran kesan, êdî cih nemaye û rewş gelek zor e. Her diçe rewşa ewlehiyê xirabtir dibe û li qada navneteweyî li dijî van binpêkirinan tiştek nayê kirin.”
Koçberiya bi darê zorê ji ber berdewamiya hedefgirtina herêman e
Muşîre Mela Reşîd, diyar kir ku li Helebê li taxên Kurdan, di rojên dawî de pêla koçberiyê dest pê kiriye, da zanîn ku bi hezaran malbatên Efrînê careke den neçar mane koçber bikin.
Muşîre Mela Reşîd, diyar kir ku herêma Cizîrê bûye cihê koçberan, ji ber ku her carê ji herêmek koçber tên hema bibêje cih nemaye, da zanîn ku malbat hê ji bin bandora koçberiyê rizgar nebûne careke din dubare rastî koçberiyê tên û got: “Malbatên ku berê bi zorê koçber bûne, beriya ku hîn bibin û ji bin bandorê derbikevin, careke din ji ber êrîşên leşkerî neçarî koçberiyê bûne. Êrîşên li ser herêmê û binpêkirinên ku çêdin hê bandora wan tam derbas nabe, bi polîtîka û êrîşên komên çete yên girêdayî Tirkiyeyê pêleke din destpê dike. Di ser vê de jî hem li hemberî mudaxeleyên herêmî hem jî binpêkirinên li dijî sivîlan, bêdengiya navneteweyî didome.”
Muşîre Mela Reşîd, diyar kir ku van êrîşên ku di Çileyê zivistanê de dest pê kirine, mercên koçberiyê zortir kirine û wiha domand: “Stargeh pir tije bûne, ji kapasîteyê pir zêdetir mirov lê bi cih bûne. Li bajarê Qamişlo û bajarokên derdorê, mal jî tije bûne. Li hinek malan, herî kêm pênc malbat dimînin; li hinek malan jî deh malbat bi hev re dimînin. Ev tablo rewşa mirovî ya ku mînaka wê nehatiye dîtin nîşan dide.”
Valakirina naveroka projeyê
Li gorî Muşîre Mela Reşîd, herêmên Rêveberiya Xweser, bi taybetî li cihên ku pergala neteweya demokratîk hatiye pejirandin, bi zanîn tên hedefgirtin. Armanc ew e ku bi hedefgirtina gelên herêmê naveroka projeyê vala bikin, koçberiya bi darê zorê her sîstematîk bikin, bi komkujî û koçberiyan demografiyê biguherînin.
Kesên ji Efrînê koçber bûne, piştî koçberiya bi salan, careke din neçarî koçberiyê bûn. Cara pêşîn ji Efrînê hatin Şehbayê, ji Şehbayê hatin Helebê û niha jî koçberî herêma Cizîrê bûne. Muşîre Mela Reşîd vê yekê weke “çerxeke koçberiyê bêdawî” bi nav dike û dibêje ku ev pêvajo her dem bi êrîşên ku didomin û zextên komên çekdar ên girêdayî dewleta Tirk her de didomin. Her wiha dide zanîn ku van kiryaran, ji ber bêdengiya navneteweyî, ji aliyê rêveberiya Şamê ve bi meşrûkirinê tê veşartin.
Senaryoyên berê yên perçekirinê
Muşîre Bela Reşîd, diyar kir ku tiştên îro tên jiyîn, ji siyaseta herêmî û navneteweyî cuda nîn in û wiha got: “Li derveyî welat, bi taybetî li Fransayê hinek civînên ku çêbûn û lihevkirinên nû, hinek senaryyên berê tîne hişê mirov. Peymanên Sykes-Picot û Lozanê bi heman awayî nexşe, li gorî berjewendiyên dewletên mezin ji nû ve tên xêzkirin. Îradeya gelan, mafên sivîlan û pêşeroja Sûriyeyê û yekîtiya wê li ber çav nayên girtin.”
Li gorî Muşîre Mela Reşîd, hejmara kesên koçber bûne ji 100 hezarî zêdetir e, ev yek jî 10 hezar malbat in û wiha didomîne: “Ji ber ku koçberî her dem didome, kapasîte nemaye. Tevî vê yekê jî komîteyên herêmî her dem di nava hewldanan de ne. Gelê herêma Cizîrê destekek mezin dide; deriyên xwe ji koçberan re vedikin û alîkariyê dikin. Her wiha hinek rêxistinên mirovî û herêma Kurdistanê jî destek didin.
Muşîre Mela Reşîd diyar kir ku divê were zanîn ku daxwaza esas a koçberan ew e vegerin warê xwe, diyar kir ku divê temînatên navneteweyî werin dayîn û wiha bi dawî kir: “Gelê Sûriyeyî yê ku li dijî DAIŞ’ê fedakariyan kiriye, li dijî terorê têkoşya ye û herêmên berfireh azad kiriye; îro bi projeyên fitneye re rûbirû ye. Gelê Kurd bi hewldanên li dijî bihevrebûna gelan ku hedef dikin civakan ji hev perçe bikin û bi hev bidin şerkirin dûr e, aştî, ewlehî û îstîqrarê heq dike.”