Ji Îtalyayê banga ji bo Pexşan Ezîzî

Konseya Herêmî ya Lombariya ya li Îtalyayê, ji Sefîrê Îranê re name nivîsand û bang kir ku cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî hatiye birîn betal bike û dawî li mehkûmiyeta bêmaf bîne.

Navenda Nûçeyan – Konseya Herêmî ya Lombardiya ya li Îtalyayê, di nameya ku ji Sefîrê Îranê re nivîsî de, bal kişand ser cezayê darvekirinê yê li rojnameger û dilxwaza alîkariya mirovî Pexşan Ezîzî hatiye birîn xwest demildest ceza betal bike.

Di nameyê de bal kişandin ku Pexşan Ezîzî parêzvana mafên mirovan û aktivîsteke saziyên civaka sivîl e, bi awayê ne adil hatiye darizandin û hat diyarkirin ku wê bi salan li Bakur Rojhilatê Sûriye û Iraqê, ji jin û zarokên ku ji ber êrîş û dagirkeriya DAIŞ’ê reviyane re alîkarî kiriye.

Di nameyê de her wiha hat diyarkirin ku Pexşan Ezîzî di bin çavan de rastî îşkence û muameleya xirab hatiye.

Divê bê şert were berdan

Endamên konseyê, desteka ku ji bo serhildanên “Jin Jiyan Azadî” dane bi bîr xistin,  û diyar kirin ku di panoyên giştî yên li welat de ji salek zêdetir e vê dirûşmê tê nîşandan. Kesên ku îmzeya wan di nameyê de hebû, gotin ku Pexşan Ezîzî ji ber xebatên xwe yên alîkariya mirovî û saziyên civakî, cezayê darvekirinê girtiye û bang kirin ku divê ceza demildest were betalkirin, cezayê wê were rakirin û bê şert serbest were berdan.