Ji Îsraîlê ji bo Xezayê pêşniyara agirbesta du mehan
Hate diyarkirin ku Îsraîl pêşniyar li Hamasê kiriye ku li beramberî agirbesta du mehî wê 10 esîran berde.

Navenda Nûçeyan – Îsraîl di çarçoveya muzakeriyên li Dohayê de didome, ragihand ku pêşniyar li Hamasê kiriye ku li beramberî agirbesta mehek nîv û du meh li Zîvala Xezayê wê 10 esîran berde.
Li gorî nûçeya di Times Os Israel, Îsraîl pêşniyar li Hamasê kiriye ku li beramberî agirbesta du mehan de wê 10 esîrên zindî berdin. Li gorî nûçeya hatî weşandin, wek parçeyek ji vê li hevkirinê xwe amade dike ku 200 û 250 esîrên Filistînê berde.
Di nûçeya mijarê xeberê de, hate diyarkirin ku Îsraîl di heman demê de, ji Hamasê xwestiye di roja 10’an de hemû esîrên di destê de zindî û jiyana xwe ji dest dane lîsteyek bi hurgûlî pêşkêş bike.
Rojnameya Yedioth Ahronoth jî ragihand ku Îsraîl di çarçoveya plana orjînal ya ji aliyê Nûnerê taybet yê Rojhilata Navîn ê DYE’ê Steve Witkoff hatiye pêşkêşkirin bi îsrar in. Pêşniyara Steve Witkoff, esîrên ku di destê Hamasê de yek carê berdin, piştî wê bikevin pêvajoya agirbesta çend hefteyan, divê pêvajoyê de tê pêşbînîkirin ku esîrên din ên Îsraîlê ku li Xeza tê girtin werin berdan.