Ji 26 saziyên jinan ên li Sûriyeyê kampanyaya mîsogerkirina mafên jinan

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê înîsiyatîfa ku ji 26 saziyên jinan pêk tê, bi armanca pirsgirêka jinan ji çarçoveya daxwazên mafan de di destûra nû de bê mîsogerkirin, dest bi kampanyayek navneteweyî ya berfireh kirin.

ESMA MIHEMED

Qamişlo – Ji ber nebûna garantiyên destûrî yên eşkere, rêxistinên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê înîsiyatîfek navneteweyî dane destpêkirin. Înîsiyatîf hewl dide ku destkeftiyên jinan di çarçoveya peymanek civakî ya nû de mîsoger bike. Armanca vê înîsiyatîfê ew e ku meseleya jinan ji derdora nîqaşên mafên mirovan, veguhezîne navenda pêşeroja siyasî ya Sûriyeyê.
Înîsiyatîfê di 18’ê Sibatê de, destpêkirina kampanyayeke jinan a navneteweyî ya berfireh ragihand. 26 saziyên ku nûnertiya civakên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û Êzîdî dikin û zêdetirî 300 jin tê de cih digirin, tevlî kampanyayê dibin. Armanc ew e ku mafên jinan di destûra nû ya Sûriyeyê de werin mîsogerkirin û ev kampanya li gorî felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” ya bernameya çalakiyên 8’ê Adarê bê meşandin.

Banga li hêzên demokratîk, rêxistinên navnetewî û welatên bi bandor

Di daxuyaniya bi mebesta kampanyayê hat dayîn de hat destnîşankirin ku her çiqas qonaxa heyî nîşaneyên siyasî yên nû dihewîne jî, ew ji bo rîskên potansiyel vekirî dimîne û wiha hat domandin: “Bi taybetî jî, ji ber peymanên ku garantiyên eşkere ji bo mafên jinan nînin, ev yek dibe sedem ku tevgera jinan têkoşîna xwe ya siyasî û yasayî dijwartir bike. Em bang li hêzên demokratîk, rêxistinên navneteweyî û welatên di mijara Sûriyeyê de bi bandor dikin ku berpirsyariya parastina edaleta civakî û pêşîgirtina li marjînalîzekirina jinan, bigrin ser xwe.”

‘Hevkariya wekhev ji bo aramiya Sûriyeyê pir girîng e’

Endama Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk a Kongra Star Rûken Ehmed diyar kir ku kampanya bi "hişmendiyeke kûr" a wê rastiyê dest pê kiriye ku veguherînên siyasî pir caran hevsengiyên hêzê ji nû ve diguherînin û zirarê didin kesên ku herî zêde di parastina civakî de beşdar in. Wê got ku hebûna jinên ku di parastina civakê de rolek dilîzin, nikare bi çarçoveyên sembolîk an civakî ve sînordar be, divê wekî beşek ji avahiya nû ya dewletê bi destûrî were mîsogerkirin.
Rûken Ehmed destnîşan kir ku li Rojava jin, ne wekî dirêjkirina roleke civakî ya kevneşopî dikevin qada giştî û wiha domand: “Jin, wekî "mijarên serwer" ên ku di parastina leşkerî, rêveberiya sivîl û pêvajoyên biryardanê de beşdar in, dikevin qada giştî. Ji ber vê yekê, mîsogerkirina mafên jinan di destûra nû ya Sûriyeyê de ne daxwazek komê ye, meseleyek rewatiya siyasî ye. Ger her destûrek vê rastiyê qebûl neke, dê rewatiya civakî tunebe.”

‘Şirîkatiya wekhev ji bo aramiya Sûriyeyê şertek bingehîn e’

Li gorî Rûken Ahmed, rêkeftinên siyasî yên vê dawiyê bi tevahî fikaran kêm nekirine û wiha got: “Îhtîmala marjînalîzekirinê bi rêya pêvajoyên entegrasyona îdarî û ji nû ve sazkirina saziyan berdewam dike. Ji nû ve avakirina navendîbûnê di bin her cureyî de, dê hebûna jinan kêm bike û ceribandina demokratîk vala derxîne. Rûken Ehmed tekez kir ku şirîkatiya wekhev ne hûrgiliyek e ku moriv dikare li ser biaxive, ji bo aramiya Sûriyeyê şertek bingehîn e. Rûken destnîşan kir ku jinên li Rojava ne tenê di warê sivîl de, di heman demê de di qadên şer û saziyên siyasî de jî bi qasî nîvê nifûsê ne û wiha pê de çû: “Ew pêşengiya hewldanên parastina sivîlan, berxwedana li dijî êrîşên leşkerî, dabînkirina alîkariya mirovî, lênêrîna mirovên koçber û parêzvaniya vegera bi ewle dikin. Ev yek di şekildana pêşeroja welêt de ji jinan re pozîsyonek bingehîn pêşkêş dike.”

Rûken Ehmed diyar kir ku binpêkirinên berbelav, windabûn û dîlên şer ên di demên berê de, pêwîst e di her çareseriyeke siyasî de tevlî prensîbên dadweriya veguhêz bên kirin. Rûken bi bîr xist ku ji bo aramiyê, naskirina destûrî ya hemû pêkhateyên çandî û zimanî ku di nav de mafên çandî yên gelê Kurd jî hene,  girîng e. Wê zêde kir ku daxwaz ne tenê bi herêmeke diyarkirî ve sînordar in û wiha domand: “Lê hemû jinên Sûrî dihewînin û armanc destûreke demokratîk a piralî ye ku wekheviya siyasî nas dike, pêşî li dûrxistina avahîsaziyê digire, aştiyê bi dadweriya civakî ve girêdide. Armanc rêkeftinên ewlehiyê yên demkî nîne.”

Kampanya heta 8’ê Adarê dê bidome

Rûken Ehmed ragihand ku kampanya dê heta 8’ê Adarê berdewam bike û ev agahî dan: “Dê çalakiyên girseyî, daxuyanî û înîsiyatîfên sivîl di nav xwe de bigire. Ezmûna ku di 14 salên borî de hatiye bidestxistin êdî ne tenê ezmûnek herêmî ye, dikare wekî modelek ji bo Sûriyeyek demokratîk a nûjen ku li ser bingeha hevkariya jinan di pêvajoyên parastin û biryardanê de hatiye avakirin, xizmet bike.”