Ji 24’emîn Festîvala Munzurê banga aştî û heqîqetê

Parlamentera Dêrsimê Ayten Kordu ya di 24’emîn Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzurê de axivî, banga rûbirûbûna bi heqîqetê re û avakirina aştîyê ya bi têkoşîna demokratîk kir.

Navenda Nûçeyan – 24’emîn Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzurê ya bi dirûşmeya “Em ji bo Bîranîn û Jiyaneke Azad Xwedî li Xweza, Ziman, Çand û Baweriyên xwe Derdikevin” li Dersîmê berdewam dike. Di axaftinên ku di vekirina festîvalê de hatin kirin de, polîtîkayên şerê taybet, rûbirûbûna bi heqîqetê re û pêvajoya aştiyê derket pêş û beşdaran bi dirûşm û govendan dest bi çalakiyên festîvalê kirin.

Gelek kesên ku beşdarî festîvalê bûn, li Kolana Hunerê kom bûn û bi dirûşmeyên "Dersim rûmet e, xwedî li rûmeta xwe derkeve", "Munzur wê azad biherike", "Gulistan Doku li ku ye?" û "Festîval ya gel e, nayê bêdengkirin" ber bi Qada Seyid Riza ve meşiyan. Piştî rêzgirtinê, Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Dêrsimê Ayten Kordu axivî.

‘Dersimê ji bo hemû gelan têkoşîna azadî û wekheviyê daye’

Ayten Kordu, diyar kir ev erdnîgarî bi têkoşîn û kedeke mezin hatiye hûnandin û wiha got: “Dêrsimê ji bo hemû gelan têkoşîna azadî û wekheviyê daye. Qeyumê wê demê Tuncay Sonel li van axan jineke Kurd winda kir. Gulistan Doku di encama politîkaya ‘bêgorhiştinê’ ye. Ji bo hemû jinên hatine windakirin û qetilkirin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em dibînin ku tiştên ku Sonel li vir bikaranîna desthilata xwe kirine, nîşan didin ku polîtîkaya şerê taybet bi awayekî herî kûr berdewam dike. Li ser vê erdnîgariya qedîm, her dem êrîş çêbûn, lê gelê Dêrsimê her dem bi hev re bûn. Ji bo eşkerebûna rastiyan, li erdnîgariya me pêdîvî bi hevrûbûnê heye. Li hember polîtîkaya ‘bêgorhiştinê’ em daxwaza avakirina komîsyona heqîqetê dikin. Li ser rêyan, li cihên me yên pîroz kontrola nasnameyan tê kirin. Em dipirsin: hûn rêzê li kîjan heqîqetê digirin? Pêvajoyek hate ragihandin. Em ê aştiyê bi têkoşîna xwe pêk bînin."

‘Ger aştî çêbibe, em ê bi têkoşîna xwe ava bikin’

Ayten Kordu, di axaftina xwe de balkişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha axivî: "Pêvajoyek hat ragihandin. Silav ji bo kesên ku vê pêvajoyê dihunîn. Ger aştî çêbibe, em ê bi têkoşîna xwe ava bikin. Aştî ji bo me tê wateya avakirina demokrasî û hemwelatîbûna wekhev.” 

Piştî axaftinan, coşa festîvalê bi govendê dest pê kir.