‘Ji 210 kursiyan, pêwîst bû 40 kursî para gelê Kurd bin’

Hevseroka Partiya Guhertina Demokratîk a Kurdistanê Mizgîn Zêdan derbarê hilbijartinên ku hatin lidarxistin de got ku “hilbijartinên Meclîsa Gel in, lê bê beşdariya gel pêk hatin. Em dibêjin ku ji 210 kursiyan, pêwîst bû 40 kursî para gelê Kurd bin.”

NEXEM ÇAÇAN

Qamişlo – Herêmên Rojavayê Kurdistanê piştî hilbijartinên dawî ku bi rêbazên ne-kevneşopî hatin lidarxistin, rastî gengeşiyeke siyasî û bertekên gel yên berfireh hatin. Vê yekê nîqaşeke germ li ser rêwatiya wan û asta ku ew bi rastî îradeya gel temsîl dikin vekir. Di nav cudabûneke eşkere de, di navbera helwesteke ku wan wekî gaveke rêxistinî di nav rastiya Rêveberiya Xweser de dibîne û helwesteke din ku wan ji pîvanên hilbijartinên berfireh ên ku tên zanîn dûr dibîne, pênase kirin.

Her wiha hat diyarkirin ku ev tayînkirin dûrî pransîbên edalet, wekhevî û demokrasiyê ne. Ji ber ku prose ne li ser lihevkirineke nîştimanî yan jî pêvajoyeke siyasî ya adilane pêk hatiye û hêviyên welatiyan û mafên wan ên rewa nîşan nadin dûrî rastiya ku tê jiyîn e.

Destîşankirina nemzedan ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ya demkî ve tekezî li ser berdewmiya zihniyeta desthildar dike. Paşguhkirina rola jinan weke tevkareke bingehîn di avakirina civakê de nîşaneya dijberiya projeya azadî û demokrasiyê ye. her wiha dûrxistina  beş û hêzên siyasî û civakî û nebûna tevahî pêkhatiyên herêm di nav de dibe sedema binpêkirina rêgezên demokrasî, tevkariya nîştimanî û kûrbûna parçebûnê û avakirina bêbaweriyê di nava pêkhateyên herêmê de.

Hevseroka Partiya Guhertina Demokratîk a Kurdistanê Mizgîn Zêdan têkildarî hilbijartinên ku hatin lidarxistin ji ajansa me re axivî.

‘Me dixwest ku em bi kotaya xwe beşdar bin’

Mizgîn Zêdan derbarê hilbijartinên ku li Sûriyeyê tên pêkanîn de diyar kir ku ew wekî partiyên siyasî, beşdarî van hilbijartinan nabin û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Wekî ku her kes dişopîne û ji nêz ve dibîne, hilbijartinên Parlementoyê ku li Sûriyeyê tên çêkirin, wekî partiyên siyasî me nedixwest ku dûrî perlamentoyê biçe û xwesteka me ew bû ku em bi kotaya xwe beşdarî Meclîsa Gel bibin. Lê belê hat dîtin ku çawa bi zihniyetek hişk nêzîk dibin û dixwazin ku çend kesan li gorî xwe hilbijêrin û tayîn bikin.” 

‘Hikûmeta demkî wê nêzî 70 kursiyan li gorî xwesteka xwe diyar bike

Mizgîn Zêdan da zanîn ku wan wek partiyên siyasî bi daxuyaniyekê ji raya giştî re nerazîbûna xwe ya li hember hilbijartinan ragihandine û wiha domand: “Ev hilbijartin ne li gorî xwestek û hêviyên gelê Kurd in. 210 kursiyên parlementerên dewleta Sûriyeyê heye, lê belê ji bo Kurdan ji wan 210 kursiyan tenê 4 kursî hatin diyarkirin. Wê çawa tenê 4 kes di hundirê vê parlementoyê de bikaribin dengê tevahî gelê Kurd temsîl bikin û xwestekên wan pêk bînin? Ew cihê nerazîbûnê ye. Ya girîng û sereke di hilbijartinên ku hatin lidarxistin de ew bû ku  ji 210 kursiyan kirin 3 par û yek ji wan paran jî bi Serokê demkî ve hatiye girêdan. Yanê  wê hikûmeta demkî nêzî 70 kursiyan, li gorî xwesteka xwe diyar bike.”

‘Em wan 4 kesên ku hatin bijartin mîna nûner napejirînin’

Mizgîn Zêdan destnîşan kir ku hilbijartin bê pêşniyar û beşdariya gel hatine çêkirin û wiha pê de çû: “Li tevahiya cîhanê hilbijartinên bi vî awayî nehatine çêkirin. Ew 4 kesên ku ji bo parlementoyê hatin hilbijartin, em wekî partiyên siyasî wan qebûl nakin ku nûnerên me bin. Ewê nûnertiya xwe bikin, ji ber ku nikarin dengê me bighînin cihên eleqedar. Me ew kes nebijartine. Hilbijartinên Meclîsa Gel in, lê bê beşdariya gel hatin lidarxistin. Heta hejmarek mezin tevlî daxuyaniya ku me daye nebûn. Girîngiya vê daxuyaniyê ew bû ku, her kes dengê me bibhîse. Em wekî gelê Kurd dibêjin ku ji 210 kursiyan, pêwîst bû 40 kursî para gelê Kurd bin.”