Jêkirina keziyê: Zimanê tundiya li ser bedena jinan
Jêkirina keziya şervaneke jin, tenê êrîşeke şexsî nîn e; divê mirov vê yekê awayê tundiya ku nasnameya jinan, rûmet û bîra kolektîf hedef digre binirxîne.
ROŞÊL CANYOR
Navenda Nûçeyan-Li Reqayê jêkirina keziya şervaneke jin, nabe ku tenê weke bûyereke di dema pevçûnan de were nirxandin. Bi vê êrîşê armanc tehekum û biçûkxistina bedena jinan bû. Jêkirina keziyê tenê zirarek fizîkî nîn e, êrîşeke li dijî nasname, rûmet û nirxên ku temsîl dike. Bi yekê xwestin îradeya jinan bişkînin û zirarê bidin îmaja wan.
Di hişmendiya kolektîf de bi taybetî di çandên Rojhilatî de por, ji hêmaneke estetîk an jî fizîkî zêdetir xwedî wateyan. Bi nasname, mehremiyet, bîr û rûmeta kesane re xwedî têkiliyên xurt e. Ji ber vê yekê, di pevçûnan de êrîşa li ser por, peyamek e û armanc biçûkxistin e. Armanc ne tenê zirara fizîkî ye; dixwazin pêşî wateyê tune bikin, dûre hêzê bişkînin û her çendî jin kirde û pêşengên têkoşîn û berxwedanê bin jî bi vê yekê hewl didin wan bînin asteke serîtewandî.
Pêla hevgirtinê çêbû
Berteka femînîst a li dijî êrîşê, hesteke demborî yan jî hêrseke wisa ku derbas bibe nebû weke sekneke bi zanîn û bi biryar hat raberkirin. Jinên li Suweydanê, bi riya medyaya dîjîtal, desteka xwe ya ji bo jinên Kurd anîn ziman bal kişandin ku rûmet nayê perçekirin û êrîşa li dijî jinek, hemû jinan têkildar dike û pêla hevgirtinê ava bû.
Di vê tevgerê de kezî hem bû semboleke hevgirtinê, hem jî zimanê protestoya bêdeng. Vê sembola ku tê wateya redkirin û bêminetiyê, jinên li erdnîgariyên cuda bi hev ve girêda. Hevgirtin tenê ji bo bûyerek bi tenê yan jî kes nebû, li dijî hemû ferasetên ku êrîşkariya li dijî jinan meşrû dikin
Keziyên ku êrîşkar hewl didin biçûk bixin, bû awêneyek ku wan êrîşkaran bidarizîne, bû helwesteke exlaqî, bêzariya wan êrîşkaran, dûrbûna wan a ji mirovbûnê nîşan da. Kezî tenê ji bo xemlê nîn e, weke sembola nirx û îradeya têkneçûyî ya jinan îsbat bû. Girîngiya vê tevgerê ew bû ku êrîşa li ser bedenê hat kirin, deşîfre kir, ji nûve anî asta wate û hevgirtinê. Hêz, êdî bi çekê yan jî bi kapasîteya zirardayînê bi sînor nîn e; bi vegotina êşê, li dijî binpêkirinê raberkirina helwestek e.
Hêza afirandina wateyê
Bi saya vê hevgirtinê, jinan hêza xwe, girêdana bi rûmetê ve, parastina sembolan nîşan dan, normalîzekirina şîdetê red kirin. Bi vê yekê kezî, tenê hêmaneke estetîk nîn e, sembola berxwedan, rûmet û têkoşîna jinan e.
Ji Suweydayê heta herêmên Kurdan, dûrbûnên erdnîgariyê, her çendî jinan ji hev veqetîne jî; nikare ji aliyê ruh û wateyê ve wan ji hev veqetîne. Bi vê bûyerê, şîdet û bêexlaqiya ku hat kirin deşîfre bû. Têkoşîna jinan a bi hev re gelek bi nirx e û tu carî bi van kiryaran nayê tunekirin lewre bi kiryarên derexlaqî wate tune nabe.