Işrak el-Maktarî ji ber ku girtîgehên veşartî kir rojev bû hedef

Hate diyarkirin ku piştî ku Wezîra Karê Hiqûqî Işrak el-Maktarî, îdîayên derbarê girtîgehên veşartî de anî rojevê, ji aliyê derdorên nêz ên partiya Islah ve bû hedef. Parêzvanên mafan kampanya wek ‘hewldana hezimkirinê’ bi nav kirin.

Navenda Nûçeyan – Hate diyarkirin ku  piştî ku wezîra Karê hiqûqê ya Yemenê û dadger Işrak el-Maktarî, îdîayên derbarê girtîgehên veşartî de anî rojevê, ji aliyê hinek aktivîstên nêzî partiya Islah ve di medya dijîtal de kampanyayên reşkirinê dan destpêkirin.

Parêzvanên mafan piştgirya dan Işrak el-Maktarî û diyar kirin ku kampanyaya mijara xeberê, bi awayek koordîneyî ye û hewl didin hewldanên Işrak el-Maktarî yên hiqûqî sînordar bikin. Kampanya piştî daxuyaniya dawî yê wezîr hate rojevê.

Aktivîstan diyar kir ku Işrak el-Maktarî, girtîgehên veşartî, binçavkirinên derqanûnî û dosyayên derbarê bûyerên revandinê de kiriye rojev, ev hewldan di aliyê lêkolînkirina binpêkirinên mafên mirovan de girînge. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku pêkanînên mijara xeberê ne li gorî rêgezên mafê mirovane.

Banga parastina mafê gelan

Çavkaniyên mafê mirovan, diyar kir ku hewldanên zextê yê li dijî Işrak el-Maktarî, wê di raya giştî de bê encam be. Hinek nûnerên civaka sivîl, dan zanîn ku divê gotinên olî di nîqaşên siyasî de nebin amûr, banga parastina mafê gelan hate kirin.

Li aliyê din di parvekirinek a Işrak el-Maktarî li ser medyaya dijîtal de, ragihandibû ku  fermandarê Tur el-Baha ya girêdayî partiya Islah, destûr nedaye serdana heyeta ku ji bo îdîayên derbarê binpêkirinên mafê mirovan li girtîgehên herêmê lêkolîn bike. Piştî parvekirina mijara xeberê, di medyaya dijîtal de bertek zêde bûn. Hate îfadekirin ku kampanya piştî vê daxuyaniyê hatiye destpêkirin.