ISIG: Di meha Adarê de 16 jin û 8 zarok jiyana xwe ji dest dan

Li gorî rapora Meclîsa ISIG ya Adara 2026’an, 148 karker di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dane. Ji kesên ku jiyana xwe ji dest dane, 8 zarok, 15 penaber û 16 jî jin bûn.

Navenda Nûçeyan – Meclîsa Tenduristî û Ewlehiya Kar (ISIG) rapora xwe ya meha Adara 2026’an ya li ser mirinên li cihê kar weşand. Li gorî raporê, di meha Adarê de herî kêm 148 karker di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dane. Ji wan kesên ku mirine, 8 zarok, 15 penaber, 16 jin û 132 jî mêr bûn.

Di raporê de sedemên mirina karkeran jî hatine rêzkirin. Li gorî raporê, %24 mirinan ji ber qezayên trafîkê û xizmetê, %19 ji ber krîza dil û %17 jî ji ber ketina ji bilindahiyê ne.

Dabeşkirina mirinan li gorî sektoran ve, înşaet û xebatên rê bi rêjeya ji sedî 18 di rêza yekem de ne. Piştî vê yekê veguhastin bi rêjeya ji sedî 16, çandinî û daristanî bi rêjeya ji sedî 14, bazirganî û karên nivîsgehê bi rêjeya ji sedî 11 û maden jî bi rêjeya ji sedî 5 di rêza yekem de ne.