‘Iraq di şûna çareseriyê de, pirsgirêkan kûrtir dike’
Hevberdevka Komîteya Têkiliyên Derve ya Mexmûrê Eyşê Mehmûd têkildarî zext, kiryar û girtina şandeya Meclîsa Gel a wargeha Mexmûrê ya ji aliyê Iraqê ve diyar kir ku kiryarên Iraqê ne qanûnî ne.

Mexmûr – Şandeyek ji Meclîsa Gel a Mexmûrê ku ji ber ambargoya Iraqê û pirsgirêkên Wargeha Mexmûrê çûbû Bexdayê, piştî hevdîtina bi Wezîrê Edaletê re, dema ku vedigeriyan wargehê hatin dîlgirtin. Her wiha ji 10’ê Nîsanê ve hikûmeta Iraqê rê nade ku şêniyên wargehê derbasî bajarên Iraqê bibin, nasname nayên nûkirin, nahêle kel û pelên jiyanî derbas bibin û nexweş herin nexweşxaneyan.
Li dijî vê yekê şêniyên Mexmûrê di 15’ê Gulanê de heta benda kontrolê ya Iraqê meşiyan û li wir ji bo xwedîderketina li îradeya xwe, konê çalakiyê vedan.
Hevberdevka Komîteya Têkiliyên Derve ya Mexmûrê Eyşê Mehmûd, têkildarî kiryar, zext, girtin û ambargoya hikûmeta Iraqê ji ajansa me re axivî.
‘Li tu deverek cîhanê penaberên siyasî nayên dorpêçkirin’
Eyşê Mehmûd di destpêka axaftina xwe da diyar kir ku ji sala 2023’an ve wargeh bi tevahî di bin kontrola hikûmeta Iraqê de ye û wiha got: “Di sala 2014’an de DAIŞ’ê êrîşî wargehê kir. Piştî ku DAIŞ li vir hat xilaskirin, hikûmeta Iraqê wargeh xist bin serweriya xwe. Hikûmeta Iraqê piştre xwest wargehê bike bin dorpeçê. Lê nîştecihên wargehê bi berxwedaneke pir mezin ev dorpêç şikandin. Li tu deverên cîhanê li ser penaberên siyasî nêzîkatiyên bi vî rengî nayên meşandin û derdora wan nayên têlkirin.”
‘Hikûmeta Iraqê bi xwe nasnameyan çênake û bi xwe jî pirsgirêkan derdixe’
Eyşê Mehmûd di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser hevdîtinên bi hikûmeta Iraqê re û ev tişt gotin: “Ji sala 2023’an heya niha gelek pirsgirêk têne jiyîn û ev jî hemû girêdayî hikûmeta Iraqê ye û ev pirsgirêk jî jiyanê bandor dikin. Bi taybetî jî nûnekirina nasnameyên wargehê pir astengiyan bi xwe re tîne û karkerên ku ji bo kar bikin diçin derveyî wargehê, li ser rêyan tên sekinandin û girtin.”
‘Me her tim xwest bi riya diyalogê pirsgirêkan çareser bikin’
Eyşe Mehmûd anî ziman ku wargeh bi pirsgirêkên pir mezin re rû bi rû ye û wiha axivî: “Di vê dema ku em tê re derbas dibin de, zor û zehmetiyên jiyanê her diçe zêdetir dibin. Me jî biryar da ku em çalakiya konvedanê bidin destpêkirin. Li hemberî nêzîkatî, qedexe û tevahî kiryarên tên kirin, hertim me xwest bi riya diyalogê pirsgirêkan çareser bikin. Lê me dît ku ev rê jî hate girtin ku herî dawî şandeya me ya ji meclîsa gel pêk dihat dema ji bo hevdîtinê çûn Bexdayê, di vegerê de ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatin girtin.”
‘Hemû mafên me rewa ne’
Eyşe Mehmûd destnîşan kir ku tevî hemû hewldanên neçareserkirinê yên hikûmeta Iraqê jî, ew hewl didin çareserî pêk bê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dîsa daxwaza hevdîtinekê dikin ku bi hev re van pirsgirêkan çareser bikin. Pêwîstî û daxwazên me zelal in. Em hêvî dikin ku hikûmeta Iraqê daxwazên me di berçav re derbas bikin û li gorî pîvan û zagonên penaberên sîyasî mafên vî gelî bê dayîn. Ji ber ku hemû mafên me, rewa ne.”